• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Rênas Jiyan arrow Têkiliya jin û mêrekî klasîk
Têkiliya jin û mêrekî klasîk Binivîse E-posta
 
Di nava cîhana sanal de û bi taybetî bi riya înternetê her rojê bi dehan pêkenok, metelok û tiþtên balkêþ têne weþandin û parvekirin. Gelek diyalogên balkêþ têne nivîsin. Lê mixabin piranî bi zimanên biyanî ne. Bi kurdî tiþtên wisa kêm in. Ez jî dixwazim bi we re têkiliya jin û mêrekî klasîk parve bikim. Bi hêviya ku jin û mêr dersekê jê derxin. Bi taybetî mêr. Ji ber ku di vê diyalogê de jî jin dilpak e û dîsa di têkiliyê re jî rast tev digere. Yê ku diguhere û çivan dide xwe dîsa zilam e.

Hefteya yekem a zewacê:

Zave: Mala Xwedê ava. Daxwaza min pêk hat.

Bûk: Tu dixwazî em ji hev cuda bin?

Zave: Ev çi ye? Ev çi rezalet e!? Careke dî wisa nebêje!

Bûk: Tu bi rastî ji min hez dikî? Ma tu evîndarê min î?

Zave: Belê, sedîsed rast e.

Bûk: Tu difikirî terka min bikî?

Zave: Na ez qet tiþtek wisa nafikirim.

Bûk: Tê maçekê bidî min?

Zave: Erê mala te, çawa na, hem jî li ser çavê rastê...

Bûk: Gelo dibe ku tu rojekê li min bidî?

Zave: Qet tu carî! Ez ne mêrekî wisa me.

Bûk: Ma ez dikarim bi te bawer bim?

Zave: Belê Xanim.

Bûk: Ezîzê min.

Piþtî ku heft sal derbas dibin, diyalogên di navbera jin û mêran de jî diguherin. Ger hûn bawer nakin ji kerema xwe re diyaloga li jorê paþpaþkî bixwînin. Yanî vê carê bi gotina bûkê û ji jêrê dest pê bikin û bixwînin. Yanî ne ji serî ji binî dest pê bikin û herin serî. Hûn ê wê çaxê rastiya mêran baþ bibînin.

Bi vê minasibetê ez ê bi wêneyekî roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên Kurdistanê û li we pîroz bikim. Hûn ‘azad’ in ku li ser wêne ji xwe re þîroveyan bikin. Lê þiroveya min jî wiha ye:

Di serê her mêrekî de pêþî jinek heye. Lê di serê her jinekê de pêþî azadî heye. Lê hûn dikarin bêjin ku di serê her mêrekî de jineke azad heye. Bi hêviya ku hemû roj bibin rojên mirovahiyê û daxwazên azadiyê bikevin serê mêran jî ‘dehê’ (10) adarê jî li we pîroz be...


10-03-2008 08:19 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 10-03-2008 08:19. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment. Last update on 10-03-2008 08:19
Views: 219    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;