• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Yaþar Eroglu arrow Malpera þaþiyan
Malpera þaþiyan Binivîse E-posta
 
Berî ku ez behsa Malpera Þaþiyan bikim ez dixwazim edîtorê hêja yê rûpela Mîzahê (Komedî) yê Azadiya Welat rexne bikim. Di jiyana xwe de cara yekem min hefteya derbasbûyî henek baþ kiribû, malnemîrat bêyî ku min haydar bike, bi niyeta ku nivîs dirêj e, kurt kiriye û weþandiye. Bêguman bi vî awayî dawiya nivîsê jî bê wate bûye û ji nivîseke komedî zêdetir þibiyaye nûçeya gera Osman Baydemir. Lê dema wî cil û berg sipariþ dabûn, terzî bi niyeta ku ew bakurî ye, jê re surprîzek kiribû û cil û bergên botanî dirûbûn. Mixabin henek genî bû û ez dubare nekim baþtir e. Gotinek pêþiyan heye dibêje; tiþtê çû nede dû...

Îca yekemîn saziya fermî ya Kurdistanê ku li cîhanê tê naskirin PEN’a Kurd dîsa þaþiyek kir. Jixwe niha hûn ê bêjim; ma heta niha tiþtên rast kirine ku tu behsa þaþiyan dikî. Ez behsa þaþiyên siyasî, rêxistinî, wêjeyî û behsa helwestekek kurdewar nakim. Ez behsa Malpera wan dikim.

Ser xêrê piþtî salan cara yekem xwestine li gorî katagoriyan nivîsan biweþînin û bi vî rengî malpera xwe nû kirine. Îca bi vê yekê re xwe dane dest. Beþa ku herî zêde bala min kiþand jî beþa Nûçeyan bû.

Ez fikirîm ku di beþa nûçeyan de behsa nivîskar, rojnameger û behsa endamên xwe yên li girtîgehan bikin, agahiyên li ser wan bidin, behsa rewþa Kurdistanê û behsa nûçeyên li ser wêje û çanda kurdî bikin, min jî bi vê niyetê bi kêfxweþî vekir. Ez çi bibînim baþ e? Min dît, hûn nebînin. Hema bêjim min nûçeyek nedît, hûn bawer bikin.

Di beþa nûçeyan de tenê çarçoveyek biçûk vedibe û reklama radiyoya dengê Amerîkayê ku di youtubê de hatiye weþandin, xuya dike. Îca rasterast navnîþana radiyoyê jî bidana baþtir bû. Qet nebe mirov bikariya bi awayekî zindî li nûçeyên nû guhdarî bike, lê reklameke ku berê hatiye amadekirin û hin nûçeyên kevin ku bi zimanekî þaþo maþo hatiye xwendin, diweþînin.

Gava min ev karesat dît, ez fikirîm gelo li Kurdistanê radiyo yan televîzyon tune ne ku em bi dû dengê Amerîkayê ketine? Gelo malperên nûçeyan yan ajansên kurdî tunene? Ez bawer im hema beþek ji televîzyona Hindik Lê Rindik tê de biweþandana baþtir bû.

Em navnîþana hin saziyên kurdan ji wan re biweþînin bila ew jî nas bikin, ger ku nivîsakên me vê carê bixwînin. (Li gorî gotinên gotinbêjan, piraniya nivîskarên kurd naxwînin lê dinivîsin)

www.denge-mezopotamya.com

www.roj.tv

www.mmc.tv

www.mtv.dk

www.newroz.tv

www.azadiyawelat.com

Lê çend gotinên pêþiyan hene ku rewþa wan þirove dike:

Giyayê hewþê tal e (Ma em çêlek in ku giya bixwin?).

Rast e, dew birayê mast e. (Çima bira, ku bêjin xwîþk çênabe) Divê bigotana; rast e, dew çeqilmast e.

Aqilê sivik barê giran e (Barê giran jî êþa milan e)

Nedîtokan nedîtin, gava dîtin (haþa) bi xwe ve rîtin... (Ma WC tune bûye)

Bipêje, paþê bibêje (Kes ne ker e ne gêj e)... Çi bêtam û bêçêj e.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


07-04-2008 11:31 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 07-04-2008 11:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment. Last update on 07-04-2008 11:31
Views: 194    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;