• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Mamosta Silêman arrow Kurdiya Cêrikê
Kurdiya Cêrikê Binivîse E-posta
 
Bêguman hebûna zarave û devokan jî beþek ji dewlemendiya ziman bi xwe ye. Ne tenê di nava zimanê kurdî de belku di hemû zimanên Hind-Ewropî de devok hene. Lê di nava zimanê kurdî de ligel hebûna zaravayan, gelek devok jî hene. Her devokekê jî taybetî û tameke xweser heye.

Îca (îja) di nava devokan de jî cudahî hene. Heta hin caran gund bi gund û kolan bi kolan jî devok diguherin. Bi vê hevokê re strana “Kolan bi Kolan, Cade be cade” hate bîra min lê ez nabêjim...

Li gorî zimanzan û lêkolîneran gelek caran di nava zimanên nêzîkî hev de, hin tîp cihên xwe diguherin. Bo nimûne di farisî de tîpa (b) di kurdî de dibe (v). Yan tîpa (z) gelek caran di kurdî de dibe (j)... Lê ez qet rastî lêkolînerekî nehatime ku bêje di nava devokan de jî tîp cihên xwe diguherin.

Ez bawer im bêyî ku mijar dirêj bibe, ez bême ser mijarê wê baþ be. Li bakurê Kurdistanê Bajarê Dêrikê tîpa (D) diguhere û dibe (C)... Bo nimûne ji Diyarbekirê re dibêjin Ciyarbekir.

Wekî tê zanîn rewþa çapemeniya kurdî jî pir baþ e û di van salên dawî de gelek rojnameger gihîþtine. Îja nûçegehanekî ajansê ku bi xwe ji Dêrikê ye, nûçeyekê wiha dinivîse:

“...Cuyemîn Kongreya Partiya Civaka Cemokratîk a Cêrikê bi beþdariya Însiyatîfa Cayîkên Aþtiyê þaxê Cêrikê û Saziyên Sivîl û Cemokratîk ên Ciyarbekirê li Cêrka Çiyayê Mazî pêk hat. Ci civînê ce ca Cemhat ku bi xwe endama Cayîkên Aþtiyê ye axivî û wiha got: “Ez ca we me. Em li ser navê gelê Cêrikê we silav cikin. Hûn ji Ciyarbekirê heta Cêrikê bi xêr hatine...”

Bi vê nûçeyê re strana “Hay Dêrikê, Dêrikê Dêrikê...” hate bîra min. Gelo ku yekî dêrikî bêje wê stran bikeve çi halî... “Hay Cêrikê Cêrikê Cêrikê...” Yan ku yek strana Derwêþê Evdî bêje, wê çawa vebêje... Hay lo lo Celal, hay lo lo Celal, Calelê Cilê min hey lo lo. Lo lo Cerwêþo...

Mirov hin tiþtan dinepixîne lê ne ev qas. Bila ev jî xwe-rexwneyiya min be ji bo hevalên li girtîgehê. Rast e, min hinekî nepixand lê hinekî rastî tê de heye.

Îca kurdistaniyên li Dêrikê ji hev fam dikin. Lê ji bo kurdên beþên din ên Kurdistanê zehmet e. Yekî baþûrî bi riya yekî dêrikî hînî kurmanciya jorîn bûbû. Wî digot navê rastî yê Amedê, Ciyarbekir e. Îca heta min pê da famkirin, ez jî bûme “cêrikî”.

Heta nivîseke cin bimînin ci nava xweþiyê ce, cem baþ...

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


06-05-2008 08:48   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-05-2008 08:48  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 06-05-2008 08:48
Views: 97    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
A piþtî wê jor;