Li gorî we tiþtên nexweþ
çi ne? Ez nizanim li gorî we tiþtên nexweþ hene
ya na. Lê li gorî gelek kesan hene. Wekî mînak:
Nexweþtirîn Bêhn: Bêhna
Dev
Divê mirov kesên wisa
bigire û tijî devê wan xwê bike. Ez bawer im
riya min a çareseriyê hinekî hov bû. Baþ e,
hûn bêjin, divê mirov çi bike? Ez bawer im
mînaka we hovanetir bû.
Nexweþtirîn Henek: Lîstikên
Destî
Gava mirov diweste û mirov destê
xwe vedike dixwaze qolinca xwe biþkêne, ji niþka ve yek qaþo
dixwaze henekan bike û destê xwe dide zikê mirov,
ew nexweþtirîn henek e. Hemû hewes di qirika mirov de
dimîne...
Nexweþtirîn Gotin: Ez jî /
Min jî
Gava du kes ji hev hez dikin, yek ji
dil dibêje; ez ji te hez dikim, yê/a din dibêje: Ez
jî. Îcar yê/a li hember nizane çi bêje,
di cihê xwe de dimîne. Yanî çi? Ez jî?
Gelo tu jî ji xwe hez dikî? Yan ji min hez dikî...
Yan jî dema yek dibêje, min
bêriya te kiriye, yê/a din bêje: Min jî...
Gelo te jî bêriya xwe kiriye? Yan bêriya min
kiriye. Îcar ê hember þerm dike bipirse. Mîratê
ma gotin tune ne, ma wê dinya xera be tu jî bêjî,
min jî bêriya te kiriye!
Nexweþtirîn Qurnazî:
Qurnaziyên AKP’ê
AKP dixwaze bi torbê rejî û
kîsên birinc careke din gelê kurd bixapîne û
DTP’ê jî bixe pozisyona parastinê. Gava ku DTP
bikeve parastina Amedê wê bajarên din ji destê
me herin. Lewre divê DTP ji wan qurnaztir be û bikeve
rewþa êrîþê û armanca DTP’ê ne
parastina Amedê belkî bidestxistina hemû bajarên
Bakur û hin bajarên Metropolên Tirkiyeyê be.
Jixwe gel Amedê diparêze. (Ez bawer im heqê min
xwarine, divê ez pisporê diyarkirina taktîkên
hilbijartinê bûma ne nivîskarê Azadiya
Welat). Jixwe doza girtinê jî li AKP’ê vekirin
ser xêrê. Gotinek heye dibêjin: “Li deriyê
kesî nexe bi mistan, wê li deriyê te bixin bi
bistan...”
Yanî li gorî filozofan çar
cure mirov hene. Yanî 4 kategorî. Mirov dikare hinekî
destkariyê tê de bike û wiha vebêje.
Hin kes hene, dizanin û dizanin
ku dizanin, divê mirov rêza wan bigire.
Hin kes hene dizanin lê nizanin
ku dizanin, divê ew bêne hiþyarkirin.
Hin kes hene nizanin lê dizanin
ku nizanin, divê ew bêne perwerdekirin.
Hin kes hene, nizanin lê dibêjin
qey dizanin, ew talûke ne, divê bêne îmhakirin...
Bêguman beþa dawiyê dîsa
hinekî tund bû. Divê neyên îmhakirin,
lê divê mirov xwe nêzîkî wan neke.
Fîlozof wisa dibêjin. Lê mixabin di vê
serdemê de her kes li ser serê me bûye fîlozof.
Êdî baweriya mirov bi zanistê jî nayê.
Piþtî ku tiþtek derdikeve holê zanyar paþê
daxuyaniyê didin, dibêjin, mimkûn e.
Zilam difire, zanyar derdikevin û
dibêjin, belê rast e difire. Malmîrat jixwe em jî
dibînin ku difire. Ya girîng ew e, berî ku bifire
tu keþif bikî. Dema ku firî, me jî çav
hene, em jî dibînin ku difire. Ku wisa be dapîra
min jî zanyar û fîlozof e. Ji ber ku dema ez
hatibûn dinyayê dîtibû ez hatime dinyayê.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 17-03-2008 10:56. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 17-03-2008 10:56 Views: 134
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 134