Þerê dî navbera mazlûm
û zaliman de; di heman demê de þerê bawerî û
hêzê ye. Bê guman bawerî jî hêzeke
mezin e. Lê mixabin xeþîmî û nezaniya
girseyên berfireh, têkoþîna serdest û
bindestan gelek caran hêza çekan derxistiye pêþiya
baweriyan. Di dîroka rojhilata navîn de serê gelek
bawermendên wekî Îsa, Manî, Hz Huseyîn,
Halacê Mansûr ên mîna wan bi þûrê
zaliman ve hatiye birîn.
Di wargehê xurta Mezopotamyayê
de pir caran zilm wekî çiyan bilind bûye.
Bawermendên xwestî di evraziyên wî çiyayî
de bi ser bikevin hatine rawestandin, tepeserkirin û
perçiqandin.Bilindahiya çiyayê zulmê rê
neda meþa wan. Cihê serê Dehakka serên wan
hatin firandin. Komên gel ên piþt piþta wan di rojên
tengaviyê de sefên xwe guherîn, kendal û
zinarên dûler de ew hêlan tenê û bûne
hevalên xurtan.Mezopotamyaya borîna xwe de hem bûye
wargehê bawermendan, hem jî yê Þeddadan. Bes
serdemê desthilatdariya bawermendan kêm, a qatil û
talankeran zêde dom kiþandiye. Hin rayedaran li ser navê
baweriyên pîroz gelên doranên xwe xapandîne
da ku bibin îktîdar. Hejmara wan jî kêm nîn
e. Ew kes jî piþtî bûyî fermanrewan berê
þûrên xwe zîvîrandine stûyê
bawermandan.
Di cîhanê de erdnîgariya
herî zêde bûyî þahîdê têkoþîna
di navbera zalim û mazlûman de yek jî deþta
Kerbela ye. Sala 680’an a zayînî roja 10’ê meha
Mûharemê kurê xelîfeyê îslamê
yê çaremîn Hz.Elî, Hz. Huseyîn dema
derketî pêþberî artêþa Yêzîdê
kurê Mûaviye ya ku hejmara wê dora deh hezar
leþkeran, ew bi baweriyên xwe ewle bû. Çekdarên
kêleka wî hemû 72 kes bûn. Hemberî her
çekdarekî wî 153 leþkerên Yêzîd
li benda êriþê rawestiyabûn. Berjewendiyên
dinyayê berê gelek kesên bav û dostên
wî jî zivirandibû aliyê binemala Emeviyan.
Bûyera herî xerîb; fermandarê artêþa
derketî sîngê wî yê ku bi aliyê
waliyê Kufeyê Îbn Zeyd ve hatî erkdarkirin;
kurê sehabeyê navdar Saad bîn Waqas Omer bû.
Saad bîn Waqas di nav deh sehabeyên nêzîkê
pêxember de cih girtîbû. Lê Omerê
kurê wî da ku Îbn Zeyd wî bike waliyê
bajarê Reyê bûbû fermandarê artêþa
ku serê Hz. Huseyîn dixwest. Wî digote Hz. Huseyîn
‘an bîat, an jî serê te.’
Yêzîdê di qesirên
Þamê de rûniþtî gelek tiþt ji bavê xwe
Mûaviye girtibûn. Bavê wî bû yê
gotî: “Xatibê herî mezin þûr e.”.Rastî
jî dîroka Mezopotamyayê di nav vê hevoka
Muawiye de veþartîbû. Dewran li gorî naveroka van
her çar peyvan dizivirî. Hz.Huseyînê bawerî
derxistî pêþiya þûr, der barê têkoþîna
desthilatdariyê de xwediyê dîtineke berteng bû.
Roja hepsê xwe Zulcenahî siwarbûyî û
derketî meydana cengê þaþika bapîrê xwe
danîbû serê xwe, asayê pêxember destê
wî de bû û hirqeyê wî yê pîroz
jî ser milên wî bû. Lê dîsa jî
ew bi wan nirxên pîroz ve birînên 33 rim û
34 þûran rizgar nebû. Serê wî yê bi
aliyê Þîmr ve hatî birîn pêþiyê
hate ber qumandan Omerê kurê Saad bîn Waqas. Wî
jî ew serê birî pêþkêþî waliyê
Kufê Îbn Zeyad kir. Îbn. Zeyad jî ew ser di
nav tepsiyekê de da havliyê kurê Yêzîd
û Hemîdê kurê Muslim Ezdî; da ku ji
xelîfeyê Emeviya Yêzîd re bibin navenda
rayedariya wî bajarê Þamê. Yêzîd jî
da ku hêza desthilatdariya xwe nîþanî hevalbendên
xwe bibe, dûr û dirêj asayê xwe da dev û
lêvên Huseyîn û pê leyîst. Ber
çavê Yêzîd de Huseyîn mirovekî
“îsyankar” bû. Her wiha serketin bûbû ya
xatibê mezin þûr. Xwediyê baweriyên pîroz
têk çûn û doza xwe ber xwe kiribûn.
Va ye mînakekî tenê
yê ya der barê têkoþîna di navbera zalim û
mazlûman de serdemê niha em tê de jiyana xwe didin
domandin de jî di Rojhilata Navîn de hêj gelek
tiþt nehatine guherîn. Mîratxwerên Firewn,
Nemrûd, Dehaq û Yêzîdan hêj li ser kar
in û þev û roj seran didin birîn. Roja me de rola
mazlûmên heremê gelê kurd dileyîze. 200
salên þûnde gelê kurd gelek Kerbela dîtin.
Ew zozanên xwe yên kêrhatî û têr
av de ma tî. Deþtên welatê xwe yên
brehemdar de xizan ket û ma birçî. Bi dehan caran
koçberiyan re rû bi rû man. Dojeha Helepçeyê
dît. Kolanên zîndanên Amed, Hewlêr,
Qamiþlo û Mehabadê yên tarî, bi agirê
xwe li bedena þervanên azadîxwazên kurd alandî
ve hatin ronahî kirin. Dijminê Huseyînê
neviyê pêxember Yêzîdên pêgirên
neteweyan cuda ve hatiye dorpêçkirin. Wan jî wekî
Îbn Zeyad du rê danîne ber kurdên bindest:
“An bîat, an jî mirin.”
Fermandarê artêþa Yêzîd
Omerê kurê Saad bîn Waqas beriya dayîna
fermana êriþa ser Hz.Huseyîn û malbata wî;
bangê ji aliyê Cafî hatî xwendin ve leþkerê
xwe xistibû pergela cengê. Artêþên
dagirkerêên îro jî ser navê Yezdanî
kurdan dikujin. Hawar û gaziya kurdan jî wekî ya
Hz.Huseyîn nagihîje tu deran. Ji ber ku ew zalimên
du þûr xistî destên xwe de; berê yekê
zivirandine asûmanî da ku kiryar û kuþtina kurdan
ber çavên girseyên nezan û nivistî
rewa bidin nîþandan. Ev raman jî dîsa ya
Mûawiyeyê kurê Ebû Sufyan bû. Ev dîtina
ji aliyê desthilatdarên herêmê ve her wekî
zagonekê hatî pejirandin, hemû demên dîroka
Mezopotamyayê de derbazdar bû. Lê herî zêde
pêþberî tevgerên gelê kurd ên
azadîxwaz mabû di meriyetê de.
Tu kurd bila xwe bi mîtolojî
û çîrokên Mezopotamyayê ve nexapînin.
Yê xurt nebe bi ser nakeve û azad nabe. Riya rizgarbûnê
hêzbûnê de derbas dibe. Ger hin riyên din
derbazdar bûyana, serê bawermendekî mîna Hz.
Huseyîn serê rimê de nedihate çikilandin û
ber çavên jin û zarên wî li kolanên
Kufeyê de nedihate gerandin. Di dîroka neteweyên
Rojhilata Navîn de baweriya piranî rola kalanî
lîstiye û þûrê îktîdaran
parastiye. Berî her tiþtî hewce ye kurd xwedî hêz
bin. Dîsa jî em dibêjin bira û dostan; riya
xurtbûna gelê kurd di yekîtiya wan de derbaz dibe.
This entry was posted on 02-04-2008 09:05. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment.
Last update on 02-04-2008 09:05 Views: 102
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 102