Dewletek heye; rayedarên wê
dibêjin “hemwelatiyên min serê sedî 99
misilmanin.” Lê belê ev dewlet tenê dewleta
Îslamê ye ya ku bi dewleta Îsraîliyan re
têkiliyên siyasî û aborî raçandî;
di mezeleke wezareta xarîcî de serokê dewleta
Filistînê, ya din de jî serokwezîrê
Îsraîlê pêþwazî dikit. Heman dewlet;
vaye 57 sal e endamê Natoyê ye. Endamên Natoyê
yên din bi temamî dewletên xirîstiyan in û
gelek ji wan dijberên Îslamê ne. Ger Nato biryarê
bistîne ku êriþê bibit ser dewleteke misilman,
leþkerê wan dê li pêþiya ya xaçperestan
bimeþe û guleyan biteqîne misilmanan. Dîsa ev
dewlet e ya ku salên 1920’an de bi yekîtiya sovyetî
ya ku xwe bi desthilatdariyeke civaknas dayî naskirin û
iqtidara wê destê partiyeke qumînîst de boyî
dost û bi hev re peyman çêkirî. Rêveberê
saziya dewletên Îslamê ya îro jî dîsa
hemwelatiyekî wê dewletê ye. Rayedarê partiya
ser-muxalefetê yê wê dewletê; yê ku xwe
bi cîhanê “sosyal demokrat” dayî naskirin; lê
gotin û kiryarên xwe de nîjadperest û neyarê
bindestan jî cîgirê serokê wan partiyên
endamê enternasyonalista sosyalîst e. Siyasetmedarên
vê dewletê ne yên ku ev 40 sal e bi navê
demokrasî û laîktiyeke sexte dixwazin bibin endamê
Yekîtiya Ewropayê li ber dergehê wan ewirî.
Lê aliyê din jî rayedarê Hamasê yê
herî radîkal serbajarê xwe de mêvan dikit û
wî dide ber hembêza xwe. Gelê kurd welatê bab
û kalên xwe de tama azadiyê nebîne, rizgar
nebe û mafên xwe yên mirovatiyê nestîne;
bi dewletên cîran Tehran, Bexda û Þamê re bi
dehan pakt û peymanên aþkera û veþartî
çêkirî her dîsa ev dewlet e. Her wiha rehên
dîplomasiya xweserê deshilatdarîya xwe avêtine
nav zeviya çepan, ya rastan, hem hewþa mizgeftê, hem jî
ya dêrê û kinîþtê ye. Waye giþt 80
sal e navê vê dîplomasiya piralî, xapînok
û êriþkarane jî kirine “li welat aþtî, li
cîhanê aþtî.” Ew dewleta roja hatî
damezirandin û virve tu caran desthilatdarên wê
kincên komara leþkerî ya bi apoletan hatî
xemilandin li ser bedenê xwe dernexistine. Her deh salan carekê
darbeyeke leþkerî ve rêkên demokrasiyê
asteng kirine û makezagon jî darê zora wan ve
hatine amadekirin. Mixabin îro jî gelek saziyên
pêþverû, kesên demokrat û civaknas bi aliyê
wan ve têne xapandin û qada navnetewî de berevaniya
wan dikin. Jixwe dîroka desthilatdarîya vê dewletê
de inkar û îmhakirina gelên ne ji nîjadê
wan heye. Fermanrewanên wê zimanê aþtiyê
nizanin. Tehemûla wan bo reng û dengên cuda cuda
tune. Ew dixwazin çanda Anatoliyayê ya pirreng mîna
kincên leþkerê wan bibit yek nîgar. Saziya dewletê
çavên nîjada serdest de pîroz e. Ji ber wê
yekê zilm, zext û kiryarên wê yên li
ser bindestan rewa têne dîtin. Baweriya nijadperestên
vê dewletê de “yek netew, yek ziman û yek ala”
nirxeke yê ku destnedayîniya wê ji fermana yezdana
jî girîngtir. Þertê hemwelatiyê yê
sereke pejirandina vê dirûþmeya nijadperest e. Ev gotin
wekî þertê Îsamê yê yekemîn her
dem ser devê rayedar û rêveberên dewletê
ye. Yê ku bi dengekî bilind vê nepejirîne
girtina wî wacib, koçberkirina wî sunnet, malê
wî xenîmet û kuþtina wî jî ferz e.
Nijadperestiya xwe heman demê di nav zirha rêolê ya
sûnnîtiyê de rapêçane. Rêka
berfirehbûn û pêþveçûyînê
li ber hemî rêolên din dane astengkirin.
Bona desthilatdarên vê
dewletê dema berjewendiyên dewletê û yên
neteweya wan hatin civatê tu cudatiyên yezdanê
qencî û yê xerabiyê nîn in. Dostên
wan yên herî navdar fîrewnên Misirê yên
hemdem, neviyên Muaviye, Yezîd û Ayatullahên
li ser kursiya þahan rûniþtine. Dema pêþberî
serhildanên kurdan tengav dibin, hewara xwe dibin ba wan. Ji
ber ku berjewendiyên wan yên herêmê vê
têkiliya pirqirêj û hovane dixwaze. Gelek mixabin
ku hêj hin siyasetmedarên kurd vê rastiyê
nabînin û siyaseta xwe li gorî vê satranca
Rojhilata Naverast derbazdar nadin meþandin. Divê kurd jî
êdî li gorî berjewendiyên xwe siyasetê
bimeþînin. Mezinên kurdan gotiye: “Tabiê amê
here Þamê.” Kurd rêz û ristekî ji derveyî
ya neteweyên rojhilatê ve tu caran nagehin wê Þama
daxwaza dîtina wê di dilê wan de.
This entry was posted on 06-02-2008 07:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment.
Last update on 06-02-2008 07:52 Views: 318
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 318