Pîrozbahiyên di Newroza
2008’an de hêzên ewlekariya dewletê gelek zarokên
kurd girtin, derb lêxistin, milen wan þkandin û
gulebaran kirin. Bi rasti dema mejûya nijadperestan hat bira
min, bûyer gelek li min xerib nehat. Di dîroka Osmaniyan
de kuþtina zarokan rewa bû û bona wê çendê
ûlemayan jî destûr dabûn.
Nîjadperestên
komarê gelek komarê gelek kevneþopiyên
imparatoriyê ji xwe re kirine dîtinên bingehîn
û îro jî bermayê wê hovîtiyê
cih cih didin domandin. Kêmasiyekê kurdan jî ew e
ku ne dîroka xwe, ne jî ya neyarên xwe ya rasteqîn
baþ nizanin û ji ber vê yekê kuþtina zarokan jî
tiþtekî sosret dibînin. Di damezirandina komarê de
kadroyên ku rêveberiya dewletê bikin kêm bûn.
Gelek fêlbaz û hilebazên Babialiyê Enqereyê
civiyan û rayedariya komarê jî xistin destê
xwe. Þûrê wan yê serdema Îttîhat û
Terakiyê yê ku bi bîr û baweriyên
nijadperestiyê ve hatî hisankirin hêj kuh bû.
Di destpêka komarê de ew
þûrê bo qirkirna gelên bindest yên
anatoliyayî roj bi roj bêhtir hate tûjkirin.
Têkçûnên di serhildanan de serê
hezaran mêr, jin û zarokên kurdan pê hate
birîn.
Avakirina împaratoriyê bi
kuþtina mam, bira û pismaman ve hate destpêkirin. Ewil
damezirînerê împaratoriyê Osman begê
apê xwe Dundar beg bi tîra xwe ve kuþt. Sultan Mûradê
1’emin birayên xwe Xelîl, Îbrahîm û
kurê xwe Sevci Begê berê çavên wan bi
hesinê sîncirandî ve kor kirin û paþre jî
kuþtin. Fatîh Siltan Mehmed di serdema desthilatdariya xwe de
bo selametiya saltanatê zagona kuþtina þehzada da derxistin û
ev destûra bingehîn Þêxul Îslam jî da
mohrkirin: “Her kesê saltanat jê re bûye nesîb,
bo nîzama alemê qetilkirina birayên wî
minasib e, piraniya ûlemayan destûr dane.”(1) Li gori
agahdariya xendiqandin kevneþopiyekî moxol a bû.Jiber
pirozbahiya xanedanê diviya kuþtina mirovên pîroz
de xwîn ne bihata rijandin û ew bi kemendê vê
bihatana gewîcî kirin. Fatîh sultanê 20
saliya xwe de cara sêyemin buyî padiþah, pêþiyê
bira xwe Ehmed yê ku hêj du salî ani Edirneyê
û da xendiqandin.Ehmed dergûþê de þîrê
dayika xwe dixwar. Mûradê Duyemîn birayê xwe
yê 13 salî Mistefa Bursayê binê dara hejîrê
da gewici kirin. Mehmedê Yekemîn du birayên xwe
þehzade Îsa û Mûsa Çelebî jî
birayê xwe Silêman Çelebî dane kuþtin. Kurê
Fatîh Siltan Mehmed Beyazîd, birayê xwe yê ku
revî çûyî ba Papa Alexandrê Borgîa
Cem, bi jehrdanê ve da kuþtin.Yawûz Selîm dema
çûyî bursayê berê du birazayên
xwe Mehemed û Osman dane xendiqandin. Paþre jî birayên
xwe Ehmed û Korkut. Kanûnî Siltan Silêmanê
Mûhteþem dema kurê xwe þehzade Mistefa xivetê de
dayî xendiqandin, wî jî piþt perdeyê de
temaþa dikir. Ji bilî wê hovîtiyê Kanûnî
þeþ neviyên xwe jî dane kuþtin. Hîn jî ew
ber hembêza dayikên xwe bûn. Di dagirkirina Rodosê
de kurê apê xwe yê mezin Cem û neviyê
wî jî radestî kemenda celada kirin.
Êdî dor hatibû
kuþtina neviyan. Bo têkçuna desthilatdariyê nevî
jî talûke dihatin dîtin. Fatîh ew rê jî
dabû girtin. “Fatîh Siltan Mehemed du neviyên
xwe, yek kurê Beyazîd, yê din jî kurê
Cem li ba xwe rehîn girtibûn. Ger kurên wî
pêþberî wî serhildan bikirina da wî jî
li hemberê wê dê neviyên xwe yên rehîn
girtî bidana.kuþtin”(2)
Rekora kuþtina birayan ya padiþah
Mehemedê Sêyemîn e. Wî jî ji bili
xendiqandina 19 birayên xwe, heft cariyeyên ji þehzadên
birayên wî hamile mayî jî avêtin
deryayê. Kurê xwe þehzade Mehmûdê 16 salî
jî avetê ber piyên celada.Mûradê
Sêyemin. Çawa çû ser textê saltanatê,
pênc birayên xwe dane fetisandin. Mûradê
Çaremîn beriya biçe cenga Rewanê birayên
xwe þehzade Beyazîd û Sileyman, çûyîna
cenga Bexdayê jî þehzade Qasim bi xendiqandinê ve
jî holê rakirin. Hejmara þehzadeyên ji aliyê
birayên wan ve hatî xendiqandin 137 in. Me li jor tenê
behsa çend kesan kir.
Her wiha di Newroza îsal de rûyê
nijadperestiyê yê genetîk derkete pêþ. Hêzên
ewlekariyê bi vê bîr û baweriya ve hatine
perwerdekirin.Dijwariya êriþan wê dide ber çavan.
Kurd divê vê rastiyê bibînin. Ji Meþrûiyeta
Yekemîn vir ve di nav serdestan de hestên nijadperestiye
zêde xurt bûne û em dikarin bibêjin ku
komkujiya kurdan jî di rojevê de ye. Rengê êriþên
ser girseyê elametên ber bi xêrê nîn
in. Kurd divê vê rastiyê bibînin û
tifaqa xwe xurt bikin.
Çavkanî:
1-2 Çetîn Altan, rûpelê
dîrokê yê veþartî, rûpel 186-189
This entry was posted on 09-04-2008 10:11. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 09-04-2008 10:11 Views: 95
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 95