• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Burhan Erdem arrow Hespê Trovayê
Hespê Trovayê Binivîse E-posta
 
Xuya dibe ku ketina artêþa tirk a baþûr û dagirkirina hin deveran hê jî di rojevê de ye û ji bo êriþeke bejayî têkilî berdewam in. Dijminahiya nîjadperestên tirk a der barê kurdan de roj bi roj pêþde diçe û xurt dibe. Em dikarin bibêjin ku gelê Anatoliyayê yê ku hemû demên dîrokê de dewlet “pîroz” dîtiye û bûye amûra xwînrijandina bindestan jî þûr mertalên xwe hilgirtine û di tekoþîna li hemberî kurdan de amade ye. Îktidar, muxalefet, artêþ û sermayedar tev bûne yek reng û deng. Ya herî nebaþ ewe ku hem bakur û hem jî baþûr gelek kurd jî êriþa artêþa tirk a li ser tevgera azadiya bakur de bê deng dimînin. Rayedarên baþûr ên ku heya du mehan beriya niha jî digotin: “Em kitikekî kurd jî radestî kesê nakin;” “em dê pêþberî dagirkeran li ber xwe bidin û xwe biparêzîn;” Îro nerm bûne û dixwazin rê li ber operasyonekê ya doranên tixûbî vekin. Pîþtî ew qas ketin û rabûnê de jî ew nizanin dema tevgera bakur têk çû vê carê dê dor bê wan. Divê ew baþ bizanin ku dema Hektorê bakurî hat kuþtin, hespê yên îro li ser milk û warên trovayiyan rûnîþtî dê xweþtir bikeve nava bircên kelata Hewlêrê. Mêjû îro jî bi xemgînî behsa xwe xapandina gelê Trovayê dike. Yên þervanên yewnaniyan xwe di nav depên wî de veþartî û dergehê bajarî ber vekirî.

Hezar salan beriya zayînê rojavaya Anatoliyayê, nêzîkê navenda bajarê Çanakkaleya îro qraliyeta Trovaya (Troya) desthilatdar bû. Serdema qral Prîmaos de þaristaniya wan bi aliyê çand, hunêr û aboriyê ve pir pêþde çûbû. Dewlemendiyên wê yewnaniyên cîranê wan nerehet kirine û ji bo dijminahiya wan xistine nav bizav û êriþkariyê. Yewnanî bo pêþeroja xwe ji hêza trovayiyan ditirsin û dixwazin pêþdeçûnên wan bidin rawestandin. Li gorî naveroka destana Homeros a navdar Îlyadayê di wê navbendê de kurê qralê Trovayiyan Parîs, jina qralê Spartayê ya bedew Helenayê direvîne. Li ser wê bûyerê cenga di navbenda yewnanî û trovayiyan de tê destpêkirin. Ceng dora deh salan dom dike. Artêþa yewnaniyan a dibin serokatiya qralê Mykenaiyayê Agamennon keleha Trovayê dorpêç dike. Yezdanên herêmê yên wê rojê jî dibin du bend. Hera, Athena, Posîedon alîkariya yewnaniyan; Aphrodît, Apollon û Ares jî piþtevaniya trovayiyan dikin. Di nav ertêþa yewnaniyan de zilamê herî mêrxas, ê ku alîgirên wî gelek bi mêraniya wî ve bawer û ewlekar in, Aþîl e. Dijberê wî di nav artêþa trovayiyan de leheng tê naskirin. Kurê qral Prîamos jî Hektor e. Her wekî tê zanîn hemû cengan de pêþiyê Hektor ji aliyê Aþîl ve tê kuþtin. Lê piþtî kuþtina Hektor dîsa jî keleha Trovayê nayê dagirkirin. trovayî bi hevkarî û hevalbendiya Amazonan ve berxwedana xwe bêhtir dijwar dikin. Yewnanî dizanin ku bi hêza leþkerî ve ew nikarin keleya Trovayê bistînin. Vê carê jî ji bo fend û xapandineke nû biryarê didin. Peykertraþ Epeyos bi alikariya Xwedavenda ya parastina bajaran, a hunera destî û cenga Athenayê ve hespekî dar çêdike. Yewnanî hespê dar ê ku 150 þervanên bijare xistî nava wî de diþînin ber dergehê keleha Trovayê. Da ku hîleya wan neyê zanîn leþkerê xwe yê ku bajar dorpêç kirî jî qederekê paþde vedikêþin. Gelê bajarî ser þandina hespê dar dibin du bend. Hin dibêjin “ev hîleyeke yewnaniyan e, pêwîst e hespî ne hildine nava bajêr .” Kêça qral Priamos Kassandra jî ser vê dîtinê ye. Lê mixabin hejmara yên ku guh nadine þiyariyên wê û wekî wê difikirin zêde nin e. Yên ku xwe dixapînin jî bo ku “pêþkeþî xwedawend Athenayê bikin” dixwazin hespî hildin nava bajêr. Vekirina dergehê bajarî û hildana hespî ve ceng dest pê dike. Vegerîna artêþa yewnaniyan ve berxwedana trovayiyan tê þkestin û bajar dikeve destê yewnaniyan. Pistî tevkujiyê û talanê jinên trovayiyan jî dikin kole û dibin welatê Yewnaniyayê.

Bêdengmayîna rayedarên baþûr a van çend hefteyên þûnde Hespê Trovayê anî bîra min. Ew, operasyonên “derveyî tixûb” tenê kuþtina Hektorên bakurî dibînin. Nizanin piþtî ji holêrakirina Hektorên bakurî hespê Roma Reþ bikeve kolanên Dihok, Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê jî. Dibe ku vê dagirkirinê de bakurî tenê hin Hektorên xwe berze bikin. Lê bila her kesek baþ bizane ku baþûrî jî di pêþerojê de ji bilî windabûnên mirovan dibe ku desthilatdarî û serketinên xwe yên aborî jî ji dest xwe bikin. Ew leþkerê hejmara wî dora 200 hezaran; ji bo çar-pênç hezar þervanên bakurî ne daciryaye ser devê tixûb. Mijara herî êþ û janê dide mirovên welatparêz çênebûna yekîtiya kurdan e. Herê gelo bo dîtina vê xewna va ye hezaran sale gelê kurd mayi li bendê hê jî çend sal mane? Ma ne mafê gelê kurd e jî rojekê bike cejna biratiyê û pîroz bike? Kurên xelqê bo xwe welatê Tûranê yê ku pênchezar km. erdnigariya ew tê de rûniþtî dûr birayan digerin. Sedsala 21’yekemîn de çima kurd nikarin di navbenda her du pêziyên pira Xabûrê de biratiyê çêkin? An Silopî û Zaxo qasê Ênqereyê û Almaatayê nezîkê hev nîn in? Ma tu fermanrewanên xudan bext û wijdan nêzîkatiya Amêdiyê û Çelê ya dîrokî nabînin? Ew baþûriyên hemberî êriþên dîktatorê Ýraqê Seddam Huseyîn bi dehan salan geliyên Nawþarê, Çelê, Qilaban, Þirnexê; zozanên Elkê û Geverê ji xwe re kirî çeper û stargeh; çawa çêbû ku biratî û qenciya xwecihiyên wan devera ji bîr kirin? Ew bo çi wê rojê eþaîrên bakurê tixûbî dost û birayên wan bûn? Pêþiyên kurdan gotine “bira nedin destê bira.”

Hem di dîrokê de xuyaye ku gelê ser rûyê cîhanê de mayî bê destebira tenê kurd in. Ev çend sal bû hestiyê þerê birakûjiyê þkandî hêdî hêdî ber bi cebirînê ve diçû. Wê rewþê gelek kurd dilþad û bextewar kiribûn. Lê îro dîsa xuya dibe ku dilsariya navxwe dê ber derê kurdê bextreþ bibe mêvan. Ewrên reþ û tarî yên ku xezeba kedxwaran dibarînin, sertarên di çiyayên mêjûyê de bûyî wargehên rizgariyê dorpêç dikin.

Hin kes hatina hespê dagirkeran ê li ser baþûr qenciyeke ya “yezdanên cengê” dibînin. Di dîrokê de xuyaye ku tu caran Yezdanên Mezopatamyayî piþtevaniya kurdan nekirine. Ew hespê bi fermana “yezdana cengê” Athenayê hatî ber dergehê keleha Trovayê yek û tenê 150 Aþîl tê debûn. Bes hespên îro ber bi baþûr ve dimeþin hem hesin in (asin), hem jî bi hezaran Aþîlên xwînxwar li ser siwar in.

Xaleka din a girîng jî ev e ku ber çavên Aþîlên hemdem tu cudatiyên baþûrî û bakuriya jî nîn e. Hem Aþîlên roja me ew qas zalim in ku dema Hektoran dikujin termên wan jî nadin babên wan. Rûmeta wan ji miriyan re jî tune ye. Qedrê mezina li ba wan tune ye û zimanê aþîtiyê jî nizanin. Li gorî agahdariyên destanê; Aþîl termê Hektor dabû babê wî qral Prîamosê þevê tenê çûyî baregaha yewnaniyan. Ji ber vê hovîtî û nîjadperestiya bêsînor em dîsa dibêjin tu reveberên kurd bila kincên xiyanetê nekin berxwe. Kurd ger bikevin jî bila kêleka hev de bikevin. Rûmeta wê ketinê bêhtir e ji serkevtina aliyekê. Em hêvîdar in ku kesek xwe nexapîne, “hespê Trovayê” ne hildine jor û hemberî êriþên berdewam dengê xwe bilind bike.


31-01-2008 08:06 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 31-01-2008 08:06. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment. Last update on 31-01-2008 08:06
Views: 225    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê