Împaratorê Fransayê
Napoleon di navbenda salên, 1762–1821’an de jiyaye. Hem ji
aliyê leþkerî hem jî yê siyasî ve di
nav fermandarên çaxê nû de cihekî
girîng girtiye. Ew bi fethan ve navdar bû. Xwest yekitiya
Ewropayê çêke, lê bi harkirina
netewarperveriyê ve Ewropayî kirin dijminê
Fransayê. Hezkirina gel tenê serkeftinên xwe yên
leþkerî ve peyda kiribû. Ji hêza gel zêdetirîn
baweriya wî bi hêza singûyê hebû.
Bilindbûna wî de gelek kesan bawer dikir ku ew dê
aþtiya Fransayê ya xirabûyî ji nû ve ava
bike. Bes ji wê dûr ket. Daxwazên wî yên
bêtixûp bûn sedemê têkçûna
desthilatdariya wî. Rayêdariyê de bêhtir bû
lasakerê sazûmaniya kevin. Ber vê çende hem
qralperest hem jî komarparêz bûne dijberên
wî. 1821’an girava Saint Helenayê di sirgûnê
de mir. Nivîsîna ser kêlebera gora wî tenê
du peyva pek hatibû: CÎ-GÎT, ango li vir
nivistiye(radizê).
Siyasetmedar û þerxwazên
Tirkiyeyê piþtî 200 salan warê siyasî û
leþkerî de bûne þagirtên Napoleon. Binêrin
hin dîtinên wî û kiryarên
desthilatdarên tirk ên îro çiqas nêzîk
hev in:
“Min xwe katolîk hesiband da ku
ez cenga Vende’e de bi ser kevim; min xwe wekî misilmanekê
lê kir paþre ez ketim Misirê; ku ez li Îtalyayê
dilê hin kesa bistînim ez bûme papaparêz. Ger
ez bûbûyama rayedarê gelê cihû, min dê
perestgaha Suleyman ji nû ve damezirandibûya.” Rastî
jî siyaseta serokwezîrê Tirkiyeyê Recep
Tayyîp Erdogan dide domandin gelek rengê ya general
Napoleon dide. Bo vê yekê em dikarin ji wî re jî
bibêjin “Erdogan Bonapart.”
Ew di qesra spî de misilmanê
nermok; ber dergehê yêkitiya Ewropayê laîk;
li Tirkiyeyê misilmanê neteweperwer; li Vatîkanê
hewariyê Îsa; li Qudsê dilsozê Mûsa; li
Mekeyê sehabeyê pexêmberê îslamê
Hz. Mûhammed; li Tehranê ehlibeyt; li hin bajarên
Anatoliye ji xwe dedeyekî eleviya dide naskirin.
Napoleon digot: “Siyaset li ser
mirovan lîstina qumarê ye.” Siyaseta Erdogan de jî
ev nîþanene têne dîtin. Ev jî gotineke
Napoleon e: “Ez guhdariya her kesekî dikim, bes gotina serê
xwe de bi cih tînim.” Serokwezîr Erdogan gelek mijaran
de, bi taybetî di pirsgirêka kurd de carinan hin mirovên
zana, pispor ber hev dike û guhê xwe dide gotinên
wan. Lê encamê de serê wî de çi heye
wê dike. Li gorî dîtina Împarator Napoleon:
“Ger komarparêzî, qralperestî, katolîkî
(olrêtî) hêj ser demê zarokîtiyê
de nîþanî mirovan nedin, dewlet nikare neteweyekê
bike mirov.”
Lewnê perwerderiya neteweyên
serdest a ku ev 80 sal in li ser zarokên kurdan tê
ceribandin, xuya dibe ku ew jî bermayê dîtinên
Împaratorê Fransayê ye. Zarokên kurdan ji
serdema damezirandina komarê vir ve; darê zore ve bi
aliyê komara bingehê xwe de leþkerî ve têne
perwerdekirin. Pergala perwerdehiyê; bi giranahî li ser
nijadperestiya kedxwaran a pîroz nîþan dide hatiye
sazkirin. Hikûmeta Erdogan roj bo rojê vê pergala
dijî mirovatiyê di herêmên ku kurd tê
de dijîn de xurt dike.
Þîretên Napoleon yên
der barê têkildariyên ol û civakê de jî
pir balkêþ in. Xuya dibe ku serokwezirê Tirkiyê
gelek maye di bin bandora vê þîreta Napoleon de. Ji ber
ku ew jî pêwendiyeke bi vî rengî ve girseyên
berfireh li kêleka xwe digire. Hejmareke kurdan a zêde jî
dîsa bi vê hîlebaziyê ve xistine nav sefên
partiya xwe. Napoleon der bare tekiliyên ol û civakê
de vê dibêje: “Dîn nebe pergala dewletê dê
çawa bê qewîkirin? Newekhevî di navbenda
hebûnan de nebe civak najî. Dîn nebe newekheviya di
navbenda hebûnan de jiyana xwe nade domandin.” Bê guman
giþtî desthilatdarên cihanê ev siyaset meþandine.
Lê nivîsîna vê rastiyê bûye
nesîbe Napoleon. Baweriya min serokwezîrê Tirkiyeyê
dîtina Napoleon a ji xwe re kirî bîrubaweriya
bingehîn mijara olî yê. Ew jî newekheviya di
navbenda hêjar û dewlemendan; a di navbenda mazlûm
û zaliman bi vê dîtina Napoleon ve ji girseyan
veþartiye û ew nivandine. Ew partiyên serdema
damezirandina komarê vir ve li heremên kurd lê
dijîn de bûyî baregaha gel. Îro dergehên
wan hatine girtin, an jî hebûna wan a deverê
daweriye. Partiya Erdogan AKP borîna xwe ya deh salan di
bajarên kurdan de bûye partiya yekemîn. Sedemê
wê jî dîndariya wî ya sexte ye. Ew baweriyên
xwe yên olî de canecan nîn e. Nirxên ola
îslamê yên pîroz ji berjewendiyên
nîjada tirk ê serdest re kirine pejan. Ew Erdoganê
Ewropayê dijberê biþaftina hin binemalên karkerên
tirk dike; li Tirkiyeyê helandina milyonan kurdan bi fermaneke
olî dide xuyakirin. Kurdên dengên xwe dayî
partiya wî serokên cerdevanan, qatil, diz û
talanker jî bin ew misulmanên baþ in. Lê ew
bawermendê kurd ê dengên ne dayî AKP’a wî
jî mirovên xirab, nebaþ û munafiq in. Newekheviya
di navbenda kurd û tirkan de; li gorî dîtina
Napoleon wî jî bi bîrûbaweriyên olî
ve peçavtiye. Di dîrokê de Napoleon û
desthilatdarên miratê wî þopandî, vî
lewnê xapandina mirovan baþ dizanin. Lê mixabin hê
jî gelek bawermendên kurd ji dîtina vê
rastiyê dûr in û hin kesên menfeetperest ji
naxwazin bibînin. Bê guman dîndariya wî ya
sexte di salên peþiya me de dê bêhtir bê
dîtin. Rûpoþa wî dê bikeve erdî. Li
vir a nebaþ ew e ku bazirganiya wî ya olî dê agirê
asîmilekirina kurdan bide xweþkirin.
Napoleon rastiyek aniye ziman. Li
Tirkiyeyê Erdogan li wê rastiyê xwedî derket
û fêkiya iktîdarê jî bi vê riyê
ve dixwe. Hem bi vê riyê ve azadiya kurdan jî dide
astengkirin. Dayîna fermana êriþkarane a li ser Baþûr
jî dîsa rê û azîneyeke Napoleon e. Dema
min ev rêzîk dinîvîsîn; serokwezîrê
Tirkiyeyê civînekê de helbesta M. Akîf Ersoy
a bi navê “Þehîdên Çanakkaleyê”
dixwend û pêþberî kurdên mazlûm û
misilman banga cîhadê li gelê tirk dikir. Dimenekî
pîroznameyê dida xwendina helbesta baweriyên
nijadperestî û oldariyê ve hatî raçandin.
Raya giþtî dîjî kurdan radikire ser piyan, hestên
wî bi xwendina helbestê ve dida xurandin û berê
ciwanên tirk dizivirande cîhada pêþberî
kurdan hatî bangewazî kirin.
This entry was posted on 12-03-2008 08:23. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 12-03-2008 08:23 Views: 215
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 215