Cîhanê, bi taybetî
Rojhilata Navîn de dîroka desthilatdariya efsera kevnar
e. Reha wê ji digihîje serdema þaristaniya Sumeriyan.
Ew Lugalên pêþberî rahîbên sumerî
serhildan pêkanî û xwestî bibin hevkarê
rayedariya dewletê serbazên leþkerî bûn. Ji
ber wê hêza di bin destê wan de ew car dibûne
berevanê pêxemberê qiral, xelîfe, þah û
padîþahan.
Ew bûn berpirsên ewletiya xanedanan û
welatan. Carinan jî efendiyên xwe li ser kursiyên
rayedariyê bi zora çekan dûr tê xistin ew
xwe dibûne fermanrewanên gelan. Beriya ku Selçûkî
û Osmanî bêne Rojhilata Navîn, jiyana wan
bi temamî êriþ û talankirina gelên cîranên
wan ve derbaz dibû. Dema hatinê hin kevneþopiyên
navenda Asyayê jî bi xwe re anîne Rojhilata
Naverast. Piþtî derbasî Anatoliyayê bûyî
jî ew kevneþopiyên êriþkarane dane meþandin. Da
ku bibin xwediyê xakekê qet li ser piþta hespan
nedihatin xwar. Dirûþmeyeke wan ya ku sê daxwazan
pêkhatî hebû. “Hesp, jin û çek.”
Lê li gorî agahdariyên dîrokê wan xwe
ji jinikê jî xweþtir diviyan.
Prf. Dr Aydin Tanyariyê
nijadperest pirtûka xwe ya bi navê “Kevneþopiya
dewleta tirk” rûpela 103-104- 105’an de xwesteka gelê
tirk a der barê xak û dewletê de bi van hevokan ve
aniye ziman: “Cînarên Hûnan ên xwedî
hez Tunguza qasîdê xwe rê kirin ba Mete, jina wî
ya bedew û hepsê xwe ji Tunguza re þandin. Demekê
þûnde vê carê jî Tunguza erdekî nêzikî
tixûb ê çoleme û beredayî ji Mete
daxwazkir. Mete þêwirmendên xwe kom kirin û ew der
barê xwesteka Tunguza ya nû de jî agahdarkirin. Di
civînê de xwest dîtin û ramanên wan jî
bitsîne. Giregirên beþdarê civînê wî
parçeyê axê jî bidin Tûngazî
kêmasî çênabe. Mete di cih de serê
giregirên ew gotin kirî da birîn û wisa yên
der û dorên xwe xurî û got: “Hesp û
xatûn malê min ên þexsî bûn. Ji bo wê
min ew þandin. Lê ax malê dewletê ye. Kê
dikare malê dewlet bide hin kesên din.”
Împaratorê Hûn Mete
beriya zayînê di navbera salên 209-174’an de
jiyaye. Ku rayedariya wî xwedî derkevin bavê xwe
Teoman, jinbava xwe Yenþî û birayên xwe yên
biçûk jî hemû kuþtine. Xanedana Osmaniyan
de kuþtina bi dehan zarokan kevneþopiya bermayê wê
serdemê. Li gorî agahdariyên heman nivîskarê
neteweperest, di nivîsarên tirkên berê de
Key(hukumdar)ên dibûne serokê gel, bi aliyê
Yezdanan ve dihatin bijartin. Sedema vê jî ew bû ku
xanê tirkan, “Erd û ava bêxwedî nehêle.”
Hukumdarên Selçûkiyan jî ev kevneþopî
dane þopandin: “Sultanên Selçûkiyan berê
tirkmanan zivirandine Anatoliyaya bin destê Împaratorya
Bîznsiyan. Her wiha beþeke wê xakê ya berfireh
kirin welatê tirkan.” Nivîskar Tanyerî dibêje
Sultan Alparslan gotiye: “Milk (xak-welat) tiþtê bazirganiyê
nîn e.” Osmaniyan jî ev rê û rêbaz
ceribandine. Di sala 1581’î, serdema padiþahtiya Muradê
sêyemîn de Îranê daxwaza guherîna
tixûbên serdema Kanûnî Sultan Suleyman
hatiye xuyakirin bersiva Sefîrê Osmaniyan a der barê
de balkêþ e: “Ew cihên hepsên tirkan pêpeskirî
xwemalê Tirkiyeyê ye.” Di sala 1876’an de padîþah
Abdulazîz jî ji ber “hilweþan û wêrankirina
xak û neteweyî hatiye halkirin(kuþtin). Dijberê
wî qaþo “rûxandina xakê welat” ji înfaza
wî re kirine bahane. Ji ber vê kevneþopiyê salên
1990’an de serokwezîr Tansu Çîlerê jî
di nav hemû axaftinên xwe de dikire hewar û gazî:
“Ez kevirekî xîçik jî nadim kesekê.”
Di dîroka desthilatdariya
Osmaniyan û ya Komarê de efseran roleke girîng
hilgirtine. Gelek serbazên Yenîçeriyan zarokên
kêmarên Anatoliyayê û Balkanan ên
berhevkirî bûn. Ew ji rehma dayik û bavan, a kes û
karan ji dûr dihatin perwerdekirin. Ji bo parsatina welat û
dewletê, xwe li ser padîþaha de didîtin. Gelek
caran êriþ dibirin ser Bab’i Aliyê û serê
sedrezaman ê wezîran dixistin. Tenê 368 salên
desthilatdariya binemala Osmaniyan ên pêþiyê de
serên 444 Wezîrî Azamman dane jêkirin. Hin
padîþahan jî birîna wan rizgar nekiriye. Jixwe
komar jî bi lewnê “komara leþkerî” hatine
amadekirin. Îro jî ew partiya xwediyê 350
parlementeran a ku dibêje, “Em bi îrardeya gel ve
hatine hilbijartin” jî nikarin makezagona leþkeran çêkirî
biguherin. Ji bilî destekariya (mudaxeleya) efseran a li ser
rêveberiya dewletê; ew ji bo payebilindiya xwe jî
di nav pêþbaziyan de ne. Bo vê jî zilm û
zordariyê dikin. Giþtî efserên tirk piþtî
erkdariya xwe ya di nav Kurdan de payeyên ( terfiyên)
bilind standine. Þaîrê Çînî Tsa-o
Sungê 1100 salan beriya zayînê jiyayî; der
barê zilm û zordariya efseran a ji bo nîþan
standinê, dîtinên xwe yên rasteqîn û
giranbiha bi lewnekî rexnegirî van rêzikan ve
digihîjine roja me:
“ Gir û pêgehiyên
Deþta Çal we zivirandine cihê þewatê
Ma qet nayê aqilê we ku êdî
gelê wê deverê nedixwe, ne jî vedixwe
Careka din ez ji devê we
nebihîsim vê gotina nîþan û terfiyê
Begîno! Navdariya generalekî
bi nav û deng
Bi mirina dehhezar egîdan bûye
mal.”
Xuyaye ku ji bo efserên
nijadperest ku kerb û kîna xwe verêjin, bibin
xwediyê gelek nîþan û terfiyên bilind; dê
hêj xwîna gelek mêrxasan bihê rijandin.
This entry was posted on 16-04-2008 09:26. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment.
Last update on 16-04-2008 09:26 Views: 204
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 204