Beþek nanê fransizan hebûye jê re gotine
“baget”. Wekî nanê me yê loþ dirêj û fireh bûye. Þêwirmendekî Napolyon di
civînekê de nanekî baget xistiye destê xwe û ji hevalên xwe yên efserên erkanê
re gotiye: “Her wekî hûn dibînin heta ev nan neyê parçekirin nayê xwarin. Divê
em jî dijminê xwe mîna vî nanî pêþiyê parçe parçe bikin û piþtre wî bixwin.”
Siyaseta serdestan a bi vî rengî bêbext û berhema mêtingehiyê; cîhanê herî zêde
li ser gelê kurd hate ceribandin û meþandin. Gelê kurd di sedsala 16’an de bû
du kerî. Piþtî cenga Cîhanê ya 1’emîn jî hejmara parçeyên xakê wan bûne çar.
Her wiha nanê wan ê loþ, mezin û gewîgir bibû parî û ketibû bin didanên gurên
dev bixwîn. Îro jî sedemê bindestiya kurdan a herî mezin parvekirina wan a bi
lewnekî bextreþ û hovane ye.
Parvekirin di bedena bindestan de birînên
kûr vedike. Erdnîgariya kurdan di heman demê de wekî serê çaryanekê bû. Dîroka
2500 salan þûnde kedxwerên rojavayî û rojhilatî hespên xwe li ser sînga ve di
meydanê de rakirin cirîdê û bezandin. Gelek caran çiyayên wan ên serhildayî,
zozanên bilind û bala, geliyên kûr û teng rê nedida arteþên dagirkeran. Hêzên
ku bi hezaran leþkeran ve pêkhatî, her wekî derbasbûna mêvanekê ku derdorên
giravekê re bibore, li kêleka wê dihatin û diçûn. Domdar ne dikarîn bikevin nav
dil û hinavên xaka kurdan. Hespên wan dibetilîn û windabûnên wan yên leþkerî jî
zêde dibûn.
Asêtiya erdnigariyê rêz û risteke civakî ya
xwe serê xwe dabû afirandin. Lewnê civaka kurdan a berhema axê; çaxê pêþiyê
lewnê “eþaîrên azad,” çaxên paþê ên “mîna mîrekên serbixwe” jiyana xwe didane
domandin. Ew rewþa belav ji bo împaratoriyên herêmê yên talanker riya
bindestkirin, xwarin û dahûrandinê fireh dikir. Êdî wekî þêwirmendê Napolyonî
jî anî ziman her eþaîreke azad, her mîrekî serbixwe bibû pariyek. Hin jî wan
pariyan bibûne xwarina þaha, hin jî ya padiþahan. Keda wan a salê jî mîna
herikîna rûbarê Dîcle û Firatê ber bi xaka ereban a pîroz ve diçû. Fermanrewanên
kurdan dest ji dijminahiya biyaniyan berda bûn û bibûne neyarên hevdu. Bo
mîrekên Botan serkeftina herî mezin ew bû ku keleha Colemêrgê dagir bikin, da
ku eþaîrên Hekariya rûreþiya wê têkçûnê ji bîr nekin, dergeha kelatê yê hesin
barkin, bibin navenda rayedariya xwe Cizîrê.
Bo mîrê Hekariyan ji rûmeta giran ew bû ku
piþtî tevkujiyekê ya li herêma Behdînan, ew kurkê xwe heft salan serê geliyê
Muzûrka çiqe darekê ve bide helawistin. Ew neyariya navxwe de ji bo hemî
mîreken kurdan ên cîranên hevdu derbasdar bû. Wan pêþeroja desthilatdariyên xwe
di kûrbûna wan nakokiya de didîtin. Di nav rûpelên dîrokê de baþ tê dîtin ku
piþtî ereb, faris û osmanî di Rojhilata Navîn de bûyî xwedî dewlet; tu gel qasî
kurdan neyariya hev nekiriye û mêrên hev nekuþtine. Ji ber ku destê sê
xwînxweran bi hev re dirêj bûye nav warê xiyaneta xwecihiyan. Derziya destê sê
xwînmêjan a mêtingehiyê; ya ku heman demê di nava wê de avxwîna bawêriyên olî
ya nivandinên zêde, bedena kurdên bawêrmendên heman olî lawaz kir. Kurdên berê
xwe zivirandî dijminiya hev gelek ziyan dîtin û yekitiya wan a neteweyî paþ
ket. Bo wê çendê ji dijberên wan re nifrîna wan a herî nebaþ ev e:
“Xwebixweyîtî bikeve nav we de.”
Mixabin îro jî xîroþme kirin û tehdeyiyên
dijminên biyanî ve þerê birakujiyê ber dergehê kurdan dîsa dûrneketiye û di
rojevê de ye. Pêwîst e pêþiyê vê nexweþiya dîrokî re riyek bê dîtin. Divê êdî
bingeh dijî rêveberên têne lîstika kedxweran û daxwaza þerê birakûjiyê dikin
dengê xwe bêhtir bilind bikin. Wî nanê ji aliyê serdestan ve hatî parvekirin
bikin yek ker. Dema nanê wan hate ser rewþa xwe ya berê, êdî xweþ xweþ di
gewriya înkarkeran de naçe xwar. Daqurtandina wî pariyê hiþk û mezin ve hem dê
didanên wan bên þikestin, hem jî dê bifetisin.
Di vî warî de erka herî mezin ketiye ser
milê demokrat, zanyar, rewþenbîr û dîplomatên kurd. Di pêþberî vê xeletiyê de
êdî bêdeng nemînin. Roj roja rûniþtinê nîn e. Ger dermanê vê jana kewnar li çîn
û maçîna jî be, hewce ye bê peydakirin. Hindî ku ev birîne neyê rojdayîkirin,
çavên kurdan ji rondikan ziwa nabin. Beriya her saziyekê divê rayedarên baþûr
ser vê êþê rawestin û hin canbexþiya bikin. Na hejite wan ku ew baweriyê bidin
nijadperestên va ye bi sedan sal in pêþeroj û mayîndetiya neteweyê xwe giredayî
mirin û koledariya kurdan. Pêþiyên kurdan gotine: “Çavên deran, xweliya seran.”
Tu gel qasî kurdan komikên xweliyê
nedîtine. Êdî bila pel û çirîskên azadiyê ne di nav xweliyê de, di nav agirê
pir pêt guriya wî bilinde vegeþin.
This entry was posted on 19-02-2008 17:44. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 19-02-2008 17:44 Views: 347
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 347