• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mamoste Xemrevîn arrow Zîrweya welatên ereb
Zîrweya welatên ereb Binivîse E-posta
 
Civîna welatên ereban li ser asta serokdewletan tê binavkirin “zîrwe” û ev gotin ku bi ziman tirkî jî tê bikaranîn koka wê erebî ye. Komcivînên welatên ereban yên bi vî rengî tên lidarxistin de pirsgirêkên ereban yên hundirîn û metirsiyên ji derve li ser wan tên, di nava xwe de guftûgo bikin, da hinek, yan tevahiya pirsgirêkan çareser bikin û hinek lihevhatinê di navbera xwe de pêk bînin. Lê dîroka komcivînên ereban dide nîþandan ku tu carî ev civîn nebûne bersiva pirsgirêkên ereban. Ne tenê wisa jî pirsgirêkên berê kûrtir kirine û pirsgirêkên nû çêkirine!.. Berê di her çar salan de ev komcivîn pêk dihat. Lê piþtî ku Iraqê Kiweyt dagir kir (1990) dema civînê bû her du sal û piþtî mudaxeleya Amerîkayê li ser Iraqê, lidarxistina civînê bû her sal. Helbet, dê civîn, her carekê li welatekî ereban be. Ev welat dê bibe serokê yan rêveberê dîplomasiya welatên ereban, ta civîna sala piþtre. Hêjayî gotinê ye ku di dawiya her civînekê de, tê diyarkirin ku civîna bê, dê li kîjan welatê ereb be.

Li gorî ku civîna sala par de hatiye diyarkirin divê rojên 29 û 30’ê vê mehê de li paytexta Sûriye Þam bibe qada zîrweya ereban. Ev serê du mehan e ku dîplomasî der barê dem û lidarxistina cihê zîrweyê de li hev nakin. Her ku diçe rojeva welatên ereb jî bi vê germtir dibe û ev pirs gumanên ereban mijûl dikin: Gelo civîn di dem û cihê xwe de dê li dar keve an na? Ji bo çareserî û aloziya heyî ya ereban bibe çareserî an na û hwd…

Giringiya vê civînê ji van sedeman gelek derkeve pêþ:

1. Rewþa tevlihevî û parçebûn û xeydên di navbera welatên ereban de heye.

2. Ji ber ku ev yekemîn car civîna welatên ereban li Þamê li dar dikeve, lewma Sûriye dixwaze ku di dema xwe de pêk bê û serkeftî be.

Misir, Siûdî, Urdun û gelek welatên din beþdariya xwe ya vê civînê li ser erka serokdewletan dê pêk bînin. Lêh heke Sûriye der barê hilbijartina serokomariya Lubnanê de risteke erênî pêk bîne û zextan li hevalbendên xwe bike da ku nebin asteng. Dema ku bi rista Hikûmeta Sûriyeyê Serfermandarê artêþa Lubnanê Mîþêl Sulêman bibe serokomarê Lubnanê ev dê bibe roleke navendî.

Lê dixuye ku Sûriye dê dîsa li serê xwe siwar be û saziyên girêdayî xwe yên li Lubnanê felckirî bihêle. Lewma ev 17 meh in ku parlamentoya Lubnanê deriyê xwe girtiye û kilîta wê di bêrîka serokê wê (Nebîh Berî) de ye.

Ew jî hevalbendê Þamê ye û 4 çar meh in û ev welat bê serokomar e. Ji ber astengiyên hevalbendên Þamê, mîna “hizbullah”. Vêja du rê li pêþiya Þamê hene: Ji bo civîn di dema xwe de pêk bê divê tawîzan bide û li Lubnanê gavan paþve bavêje. An jî bi serhiþkiya xwe dê civîna welatên ereb bi qurbana berjewendiyên Tehranê bike û xwe di nava welatên ereb de rezîl û riswatir bike.

Ev jî dê pirsgirêk û aloziyên Sûriyeyê bi cîhana ereb re kûrtir bike.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


11-03-2008 08:11 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 11-03-2008 08:11. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment. Last update on 11-03-2008 08:11
Views: 199    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;