• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
13
gulan
Mal arrow Mamosta Silêman arrow Têkiliyên kurd û Îsraîlê
Têkiliyên kurd û Îsraîlê Binivîse E-posta
 
Bi qasî ku kurdên Iraqê ji aþkerakirina têkiliyên xwe yên bi Îsraîl re ditirsin, ji tu têkiliyên xwe yên bi welatekî din re natirsin. Û dema ragihandin û nivîskarên ereb vê mijarê tînin ziman û dibêjin: Êdî Îsraîl û MOSAD li Iraqê û Kurdistanê cirîdan dide xwe. Wê çaxê, kurdên Iraqê cilên xwe diçirînin û dibêjin: Na, ne rast e, derew e. MOSAD û Îsraîl li Kurdistana me çi karî dike! Vêja, tevlî ku filistînî û gelek welatên ereb bi Îsraîlê re peymanên aþtiyê mor kirine, hîn serokên kurdên Iraqê têkiliyên xwe bi cihûyan re bincil dikin û vediþêrin. Ji wan heye ku xelk di guhê gê de ne!

Têkiliyên kurdên Iraqê bi cihûyan re vedigerin sala 1931’an. Dema ku nûnerê ajansa cihûyan li Bexdayê, di bin navê rojnamegeriyê kar dikir. Nav vê kesê Rovîn Þêlwa ku xwe gihand çiyayê Kurdistanê û têkilî bi malbata Barzanî re çêkiribû. Lê damezrînerê têkiliyên kurd û Îsraîl mîr Kamiran Berdixan bû. Bedixan, di despêka salên 1960 de, bi Þîmon Pêrêz re, (wê çaxê cîgirê wezîrê parastinê yê Îsraîlê bû), li Parîsê rûniþt. Nivîskar û rojnamevanê Îsraîlî Îshaq Binhorîn, di nivîseke xwe de ku 11/9/1989’an, di rojnama "Marêf" de hatibû belavkirin dibêje: "Ta ku mele Mustefa Barzanî çû ser dilovaniya xwe jî têkiliyeke gelek xurt di navbera wî û Îsraîlê de hebû". Serokwezîrê berê yê Îsraîl Mînhên Bêgin, di sala 1980’î de aþkera kir ku "Îsraîl ji sala 1965’an û heya 1975’an, gelek alîkarî daye mele Mustefa Barzanî. Û ew bi dizî, gelek caran hatiye Îsraîlê." Di sala 1966’an de Wezîrê Îsraîlê Raya Rova Elyav hate Kurdistanê û qaþo nexweþxaneyek leþkerî wek diyarî da kurdan. D. Mehmûd Osman ku bi Mele Mustefa re çûbû Îsraîlê, vê nexweþxaneyê erê dike û dibêje ku ji bo karbarên MOSAD’ê ev nexweþxane dihat bikaranîn. Nivîskar û rojnamevanê amerîkî Cak Endirson di nivîseke xwe de dibêje: "Ji sala 1965’an û vir de, Îsraîl, bi dizî, her meh, bi riya nûnerê xwe, 50 hezar dolar ji Mele Mustefa re diþand". Þîloma Kîdmon, (akademisyen û berpirsê beþa lêkolîna rojnameya "Yedê ot Ehernotê" ye) di pirtûka xwe ya bi navê "MOSAD, Iraq û welatên cînar de hewandina xewnên kurd û îsraîliyan", bi wêne û belgeyan, van agahiyan piþtrast dike û wiha dibêje: "MOSAD û SAVAK’ê bi hev re, rêxistina îstixbarata PDK’ê ya bi navê PARASTIN ava kirine."

Îsraîl ji berê de heta niha, destek dide kurdên baþûr û wan ji xwe re li dij Iraq û Îranê bi kar tîne. Di eynî demê de, dijminatiya kurdê bakur dike. Çima? Ji ber ku PKK’ê û serokê wê birêz Ocalan, serî li ber MOSAD û CIA’yê daneynî û nebû desteka wan. Lewma Îsraîlê dît ku gerek cihê Ocalan Îmralî be û cihê Talabanî jî serokatiya Iraqê be. Ji ber ku PKK ne li gorî berjewendiyên Îsraîl û DYA’yê dimeþe dixwazin wê ji holê rakin. Ev rastî naveroka têkiliyên kurd û Îsraîlê ye.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 


06-05-2008 11:18 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-05-2008 11:18. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 06-05-2008 11:18
Views: 66    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
A piþtî wê jor;