Serokê Olî yê Îranê Elî Xameney û Serokomar
Ahmedînejad bi navê ‘þeytanê mezin’ bangî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikin.
DYA jî, Îranê weke navenda terorê û xêrnexwaziyê dibîne û hewl dide ku rejîma
Îranê têk bibe da ku metirsiyên vê rejîmê li ser berjewendiyên xwe yên
Rojhilata Navîn kêm bike. Dîmen wisa xwe ji me re diyar dike ku ev her du
þeytan, Amerîka û Îran dijimên hev in. Her yek ji wan dixwaze yê dî têk bibe da
ku li Rojhilata Navîn qezenc bike. Her du þeytan ji me re diyar dikin ku
dijberî û nakokiya di navbera wan de îdeolojîk e û hebûna yek ji van her du
þeytanan, girêdayê mirina yê din e!. Lê mesele ne ev e mijara esasî ji vê
dîmenê kûr û dûrtir e.
DYA’yê qencî û xizmeteke mezin ji Îranê re
kir û ew ji du dijminên wê yên stratejîk rizgar kir. Ji vana yek rejîma Sedam
Huseyn e û a din jî rejîma Talîban e. Îran jî bi hewldanên xwe bersiv dide vê
qenciya Amerîkayê. Îran bi destdirêjiya xwe ya welatên ereban, mûna Iraq,
Sûriye, Lubnan û Filistînê û hwd. þert û merceke mêdar derdixe holê. Ev þert û
merc li Rojhilata Navîn dibe sedema berdewama mayîn û berdewama Amerîkayê!
Ango, þeytanê mezin û yê biçûk, her du li ser krîz û aloziyên herêmê dijîn.
Hebûna wan bi hev girêdayî ye. Ev her du þeytan di nava hevpeymaniyeke nedîrekt
de ne. Lê Amerîka dê nehêle þeytanê biçûk mezin bibe da ku negihêje qonaxa ku
bibe hevparê DYA’yê û Rojhilata Navîn dabeþ bike.
Piþtî ketina Sovyeta berê di civîneke
çapemeniyê de, Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê yê berê Cîms Pêker wisa bersiv da
pirsa rojnamevanekî: “Va Sovyet çû vêca hûn ê çi bikin?” Lê Pêker got: “Pir
hêsan e em ê ji xwe re li dijmineke din bigerin”. Lewra ji sala 1991’ê ve
rejîma Sedam ku ji hevalbendê Washingtonê bû lê bû dijminê wê!. Piþtî sala
2001’ê, hêzên “mûcahîdên” Afganîstanê û El-qayde û Talîban ji hevaltiya
Amerîkayê bû dijminê Amerîkayê!.
George W Bush di serdana xwe ya dawî a
Rojhilata Navîn de, çer ku digihiþt welatekî ereban, gefa li Îranê û hevkarê wê
Sûriyeyê dixwar û diyar dikir ku ew ê plan li dijî Îranê xurt bike. Îja pirsa
ku di vir de xwe dide pêþ ev e: Eger Amerîkayê Îran têk bir dê “dijmineke”
gubgube, weke rejîma Tehranê ji ku bîne? Ne dûr e. Tirkiyeya ku niha hevalbendê
DYA’yê ye dê têkeve þûna Îranê. Ango, Tirkiye ji dost û hevaliya stratejîk a
Amerîkayê bibe dijminê wê yê stratejîk. Ji ber ku DYA, ji niha ve kevirên
qurziyê ya dijminatiya bi Tirkiyeyê re datîne. Lê bê ku hayê Tirkiyeyê ji vê
yekê çêbe. Ji Tirkiyeyê ku hevalbendî û dostaniya DYA’ê sermedî û herûher e.
Nizane ku li gorî berjewendiyên Amerîkayê, dostê herdem û dijminê hertim nîn e.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 22-01-2008 08:32. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment.
Last update on 22-01-2008 08:32 Views: 308
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 308