Meha çû, komara Îranê,
29’emîn salvegera þoreþa xwe ya reþ a "îslamî"
pîroz kir. Lê krîza di navbera Îran û
DYA, YE, NY û civaka navneteweyî de hin sînyalan
dide ku belkî Îran bi salvegera 30’emîn ya þoreþa
melayên kofîreþ þanebe.
Li DYA’yê hilbijartinên
serokomariyê yên despêkê her ku diçe
germtir dibin. Ango niha hilbijartinên di navbera her du
namzetên partiya demokrat ji aliyekî û namzetên
komargeran ji aliyekî din de çêdibin. Ta ku
bigihêje hilbijartina giþtî ya dawî û di
navbera namzetên her du partiyan de pêk bê. Lê
bi nêrîna min berî ku hilbijartinên DYA’yê
pêk bên hilbijartina Tehranê ya roja 14’ê
adara 2008’an ew bi dawî kir. Ango serketina muhafazakaran bi
xwe re rê li pêþiya serkeftina muhafazakarê
Amerîkayê vekir da ku derkeve Qesra Spî.
Piþtî rapora Baker-Hamilton
derket ku pêþniyazên danûstandina bi Tehranê
re dikir û danî ser masa George W Bush, dengek girîng
bûn û daxwaza siyaseteke nerm li hemberî Îranê
dikir. Evê jî rêveberiya Bush tengav dikir. Lê
niha wisa diyar e ku encamên hilbijartina parlemntoya Îranê
dê hêzê bide propagandaya namzetê komarger û
muhafazakarên Amerîkayê.
Gelên Rojhilata Navîn êdî
hilbijartinên Amerîka û Îranê ji gelên
van her du welatan bêtir diþopînin. Ji ber ku rewþ û
çarenûsa welat û gelên Rojhilata Navîn
êdî girêdayî polotîkayên
revebiriyên Tehran û Washintonê ne. Ji ber ku
metirsiyên pevçûneke di navbera her du welatan de
her ku diçe zêdetir dibe. Heke ev yek pêk bê
bi saya polîtîkayên muhafazakarên Rojhilata
Navîn û Rojava herêmê bikin dojeheke reþ.
Roja berî hilbijartinên
parlamentoya Îranê serokê olî û ruhberê
þoreþê Elî Xameneyî got: "Divê yên
ku di hilbijartinan de serkevin ne nêzîkî dijimin
bin". Dijminê wî DYA ye û yên nêzîkî
dijmin jî reformxwazin. Dêmek Îran bûye du
beþ: Yên nêzî dijmin û yê dûrî
wî! Encamên hilbijartinên Îranê yên
"demokratîk û paqij" jî li gorî
kêfa Xameneyî hatin. Lê Xameneyî belkî
nizane ku dijminên wî ji vê daxuyaniya wî hêz
û sûd wergirtine û Îranê jî çiqas
lawaz dike!.
DYA hilbijartinên Îranê
ji nêz ve diþopîne û Îran jî
hilbihatinên DYA’yê diþopîne lê gelên
Rojhilata Navîn bi tirs û guman hilbijartinên van
her du welatan diþopînin. Ango serketina muhafazakarên
Îranê tê wateya serketina muhafazakarên
DYA’yê û têkçûna Rojhilata Navîn.
Mirov dema li polîtîkayên þer ên Amerîka
û Îranê dinêre û bandora wê ya li
ser Rojhilata Navîn dibîne mirov dibêje qey di
navbera her du aliyan de peymanek nepenî ya lihevkirinê
heye da ku Rojhilata Navîn bikin dojeh û da ku bi vê
rêbazê berjewendiyên xwe biparêzin lê
bi cehenema gelên Rojhilata Navîn!...
This entry was posted on 18-03-2008 08:53. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 18-03-2008 08:53 Views: 167
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 167