• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Ahmet Aktaþ arrow Komara 'HAMASÊ' ya Gazeyê
Komara 'HAMASÊ' ya Gazeyê Binivîse E-posta
 
Piþtî têkoþîn û berxwedana gelê Filstînê ya 50 salan, rêxistina rizgariya Filistînê "RRF", di pêþengiya Yaser Arafat de sala 1994’an bi Îsraîlê re peymana aþtiyê li Osloyê mor kir. Naveroka vê peymanê ev e, ku RRF, dest ji dirûþma tunekirin û rakirina Îsraîlê berde û wê weke dewleteke cîran û xweser bipejirîne. Îsraîl jî divê hebûna dewleteke Filistînî li herêma El-diffe el-xerbiye û herêma Gazzeyê bipejirîne. Li gorî peymana aþtiya navbera Filistîn û Îsraîlê Arafat bû serokdewletê Filistînê. Ev qonaxa yekemîn a avakirina dewleta xweser bû. Piþtî mirina Arafat (ku dibêjin jehr dane wî) Mehmûd Abbas bû serokê Filistînê.

Tevgera berxwedana îslamî ya Filistînê "HAMAS" di salên 1986 û 1987’an de bi desteka Îsraîlê hate damezrandin da ku li hemberî RRF’ê raweste. Armanc ev bû ku ji bo þert û mercên þerê navxweyî bingeh bê afirandin. Ji bo vê li dijî RRF’ya çepgir, Hamasa îslamîst hat afirandin. Lê her ku çû Hamas mezin bû û ji kontrola Îsraîlê derket. Di destê Sûriye û Îranê de bû hêzeke mezin. Îran û Sûriye, Hamasî li dij RRF, Arafat û peymana Osloy bi kar anîn. Hamasê hilbijartina herêmî ya Filistînê boykot kir û tevlêbûna hilbijartinê wek ‘kufir’ didît. Di piþt re ew bi xwe bi zêrandina Îran û Sûriyeyê beþdarî hilbijartina parlamentoyê bû. Di hilbijartinê de RRF û navenda wê ya bi navê tevgera FETH’ê têk bir. Di serokatiya Îsmayîl Heniye de hikûmet saz kir.

Li gorî peymana Osloyê Hamas wek nakokiyeke mazin a siyasî ket nav desthilatdariya Filistînê. Ji ber ku Hamas hebûna Îsraîlê nas nake. Ligel vê jî hatina Hamasê ezmûna hikûmeta Filistînê tengav kir û hikûmetên Rojava û ereb xistin nav fikaran.

Dixuye ku tevlîbûna Hamasê ya siyaset û hikûmeta Filistînê ji bo ku li ser esasê peymana Osloyê hêz û ezmûna hikûmeta Filistînê pêþ bixe nîn e. Armanc ne ev e ku gendeliya RRF’ê û tevgera El Fetîhê ji holê rake. Lê dixwaze li dijî Îsraîlê hikûmeta Filistînê bike xizmeta Sûriye û Îranê. Lewra her ku çû dijîtiya Hamasê ya li dijberî RRF û El Fetîhê an jî Mehmûd Abbs gurtir bû. Bi fermana Serokê Hamasê Xalîd Mîþal li Gazeyê darbeyek leþkerî li dijî RRF û Abas pêk hat. Gaze bû kela Hamasê û ji destê RRF’ê derket. Bi vî rengî ezmûna gelê Filistînê diþibe ezmûna Kurdistana Iraqê. Dema ku ev herêm bû du dewlet, ya Talabanî ya li Silêmanî û ya Barzanî ya li Hewlêr û Duhokê.

Hamasê, herêma Gazeyê ji xwe re kir weke komareke xweser. Ji vê "komarê" fûzeyan davêje Îsraîlê û li hemberî vê jî Îsraîl bi þêweke hovane bersiva Hamasê dide. Di vî þerî de a ku dibe bi gelê Filistînê dibe û her roj bi dehan filistînî tên kuþtin. Hamas dike qîr û hawar: “Îsraîl me dikuje!.” Lê cîhana ereb jî dibîne ku Hamasê çawa herêma Gazeyê dîl girtiye û dixwaze ezmûna gelê Filistînê û xewna dewleta xweser têk bibe. Ligel vê jî jiyana herêma Gazeyê xistiye nava trajedyayeke dijwar û mezin!. Cîhana ereb, heta niha bi bêdengî li Sûriye û Îranê dinêriya ka dê pêvajo bi ku de biçe. Cîhana ereb jî dît ku Îran û Sûriye bi riya Hamasê çawa bi qeder û çarenûsa gelê Filistînê dilîzin, û tenê dizanin Îsraîlê sûcdar û tawanbar bikin!..


29-01-2008 08:21 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 29-01-2008 08:21. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment. Last update on 29-01-2008 08:21
Views: 245    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;