Êvara 12 ê vê mehê
li paytexa Sûriye Þamê ji niþka ve teqînek pêk
hat. Hikûmeta Sûriyeyê xwest ku vê bûyerê
bincil bike û der barê wê de tu daxuyanî
neda, tenê got: “Di wesayîtek sivîl de bombayek
teqiyaye û yek hat kuþtin. Roja din 13’yê sibatê
televizyona “El-menar” ya “Hizbullahê” li Lubnanê
daxuyaniyeke balkêþ da, û got: “berpirsê
payebilind yê leþkerî û ewlekarî ya
Hizbullhê Îmad Megniye, li Þamê hate kuþtin.”
Ji ber vê Îsraîlê sûcdar kir. Bîroya
serokwezîrê Îsraîlê Ehod Olmert
daxuyaniyek da û îdia red kir. Lê rojnameyên
Îsraîlê bi hev re, ev bûyer weke serkeftina
MOSAD’ê þîrove kirin û gotin ku kuþtina Megniye
ji bo wan ji kuþtina Binladin jî girîngtir e.
Îmad Megniye an jî hecî
Ridwan sala 1962’an ji dayîk bû. Di 17 saliya xwe de
tevlî rêxistina Fl Fetîha Filistînî bû.
Piþtre tevlî tevgera EMEL ya Lubnanê û piþt wê
re jî tevlî Hizbûllhê bû. Di 20 saliya
xwe de çû Îranê. Li dijî Iraqê
þer kir. Di wê demê de pasevaniya (muhafiz) þoreþa
Îranê dikir. Ji sala 1982 û ta 2006’an hemû
bûyerên li dijî Amerîka û Îsraîlê
çi li der çi li hundirê Lubnanê ji aliyê
Hizbullahê li dar ketin hecî Ridwan (Îmad Mîgeniye)
li piþt wan bû. Lewre Amerîka 25 milyon dolar ji bo serê
Megniye terxan kiribû.
Hecî Ridwan li cem Amerîka,
Îsraîl û înterpolê, terorîsteke
navnetewî ye, pir xeter e. Li cem Sûriye, Îran,
Hizbulah, Hamas, tevgera Muqteda El-sedir û gelek hêzên
girêdayî wan Megniye, têkoþerekî mezin e,
tirs û saw dide Amerîka û Îsraîlê.
Lê ya naskirî ew e ku Îmad Megniye, xizmetên
gelek mezin ji Þam û Tehranê re kir. Heta destê wî
di kuþtina serokê PDK’a Îranê D. Sadiq
Þerefkendî de heye. Ango bo Sûriye û Îranê
Hecî “têkoþereke” terorîst û
terorîsteke “têkoþer” ê herî çê
bû.
Heke îdiaya Sûriye, Îran
û Hizbulah a ji bo Îsraîlê rast be ev tê
vê wateyê ku MOSAD baþ xwe berdaye Þam, Tehran û
Beyrûdê û ji berpirsên van paytextan re
dibêje “ez li vir im û dikarin hemû bendên
ewlekariyên we biþikînim û xwe bigihînim
payebilindên we. Heke ev yek rast be, rehma Xwedê li
hêzên ewlekariyê yên Þam û Tehran û
Hizbulahê! Lê heke em ji aliyekî din li vê
bûyerê binêrin ev pirs dertê pêþ: 25
salin MOSAD û SIA nikarîbû xwe bigihîne
Megniye lê çawa karîbû 12’yê sibata
2008’an li Þamê xwe gîhande wî?
Teqez dê encamên lêpirsîna
kuþtina Hecî Îmad Megniye li gorî daxuyaniya Þam,
Tehran û Hizbullahê derkeve holê û dê
Îsraîl bê sûcdarkirin. Lê mirov, wisa
jî þîrove bike ku Þam û Tehran, têra xwe
sûde ji hecî Ridwan dîtin, 25 sal ew bi kar anî
û guvaþtin û êdî hebûna wî li
ser rijîmên herdu welatan xetere ye û divê
were kuþtin da ku hemû razên terorîzane yên
her du rejîman bi xwe re bibe “Buhiþtê”. Ne tenê
wisa divê mirina Hecî Îmad jî were bikaranîn
da bibe despêka tevliheviyê da ku þerê nû
yên navxweyî û þerê herêmî bi
Îsraîlê re dest pê bike da ku Þam xwe ji
dadgeha navnetewî ya ji bo kujerên Serokwezîrê
berê yê Lubnanê Refîq El-herîr xelas
bike. Tehran jî cîhan û civaka navnetewî bi
hin bûyerên din mijûl bike heta ku xwe bigihîne
enerjî û çekên atomî. Tehran çav
lê ye ku bi hêza atomê xwe bike hempayê
hevbeþ ê Washîngtonê
Ango, dibe ku kuþtina Megniye bibe
bihaneya þerekî nû li dijî Îsraîlê.
Nemaze Serokê Hizbulahê Hesen Nasrullah roja cenazeyê
Megniye Îsraîl tehdît kir û got: “Þerê
tîrmeha 2006’an bi Îsraîlê re hê bi
dawî nebûye. Dê xwîna Hecî Ridwan li
erdê nemîne. “
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 19-02-2008 08:09. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment.
Last update on 19-02-2008 08:09 Views: 327
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 327