Di serdana xwe ya dawî ya Þamê de,
serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan daxuyand: "Îsraîl
soz daye wî heke Sûriye bi Îsraîlê re paymana aþtiyê mor bike
dê ji girên Golanê vekiþe." Her wiha, Erdogan aþkere kir ku
"Tirkiye amade ye ku navbeynkarî bike." Lê ya balê
dikiþîne ev e ku Erdogan li Tirkiyeyê serkêþiya polîtîka þer
dike û pif dike agirê þer. Lê di qada navneteweyî de xwe weke
kevoka aþtiyê dide nîþandan!
Erdogan dixwaze nîþan bike ku
Tirkiye, dikare roleke girîng ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn
pêk bîne. Bi vî awayî dixwaze peyam bide dijberên xwe yên ku
doza girtinê li AKP’ê vekirine û hêzên navneteweyî. Erdogan
dixwaze bêje AKP di çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn de bûye
hêzeke navendî. Her çiqas rûyê Erdogan ê þerxwaz aþkera bûbe
jî mixabin, hîn gelek hêz û dewlet bi gotinên wî têne
xapandin. Lê pir bi hêsanî, kesên biyanî dikarin Erdogan û
hewldanên wî yên aþtiyê têxin bin banê ezmûnê û ji Erdogan
re bêjin: Em kurd in, û mafê perwerdeya zimanê dayikê dixwazin.
Wê çaxê, dê nas bikin bê çiqas Erdogan aþtîxwaz e!
Der barê hewldanên Erdogan yên
"aþtiyê" de guman heye ku ne navbeynkarê aþtiyê aliyê
þer be. Ev çend vê îdiayê piþtrast dike ku Tirkiye nêzîkî
Îsraîlê ye.
1. Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de
hevbendiyeke stratejîk heye.
2. Lobiya Cihû li Tirkiyeyê dîrokî
ye.
3. Tirkiye, yekemîn welatê musilman
bû ku di sala 1949’an de xweseriya Îsraîlê pejirand û
têkiliyên diplomatîk pê re çêkirin.
4. Di navbera Tirkiye û Israîlê de
peymanên leþkerî û ewlekarî hene. Li gorî van peymanan, firokên
leþkerî yên Îsraîlê ji Tirkiyeyê hatin û saziyên projeya
atomî yên Sûriyeyê bombe kirin. Li gorî van peymanan jî Îsraîl
di þerê dijî kurdan û PKK’ê de alîkariya Tirkiyeyê dike.
Tirkiye û Sûriye tenê piþtî peymana Edenê têkiliyên xwe baþ
kirin.
Dixuye ku gelek xal Tirkiye û Îsraîlê
digihînin hev. Lê Tirkiye û Sûriye tenê li ser dijîtiya kurdan
û bi taybetî li ser dijîtiya PKK’ê, digihîjin hev.
Hewldanên Erdogan ên "aþtiyê"
ji ber sedemeke din dê têk here. Ew jî ev e ku Sûriye girên
Golanê nema dixwaze. Heke Îsraîl vê herêmê li Sûriyeyê
vegerîne divê Sûriye têkeve nava aþtiyeke mayînde. Ango dê ala
Îsraîlê û stêrka Dawûd ya þeþniçik li Þamê gerek bê
hildan û serfatxaneya Îsraîlê li Þamê vebe. Sûriye têkiliyên
xwe bi Hamas û Hizbulahê re qut bike. Yanî Sûriye dê du çekên
xwe yên herî girîng ên wek Hamas û Hizbulahê teslîmê Îsraîlê
bike. Vêja dê Sûriye bi kîjan çekê xwe li hemberî projeya
DYA’yê ya Rojhilata Navîn a Mezin û li hemberî dedgeha
Navnetewî ya ji bo darizandina kujerên serokwezîrê berê yê
Lubnanê Refîq Herîrî biparêze? Mebesta gotinê ev e ku Beþþar
Esad êdî hatina girên Golanê û aþtiya bi Îsraîlê nema girîng
e dibîne. Bi kurt û kurmancî vegera Golan û aþtiya bi Îsraîlê
re dê barê rejîma Sûriyeyê girantir bike. Ji ber vê ev rejîm
li ser rewþa þer dijî. Hebûna rejîma Baas deshilatdariyê
girêdayî berdewamiya þer e, ne aþtiya navbera Sûriye û Îsraîlê.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 29-04-2008 10:23. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 29-04-2008 10:23 Views: 72
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 72