• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Ahmet Aktaþ arrow Fîrewnê hemdem
Fîrewnê hemdem Binivîse E-posta
 
Dewleta Misrê, bi gelek tiþtên xwe yên dîrokî tê naskirin. Yak ji wan pîramîdên wê ne. Pîramîd di nava heft þahesteyên cîhanê de tên hejmartin. Ev pîramîd bi fermana qiralê Misrê an jî Fîrewnên Misirê hatin avakirin da ku ji bo wan bibin goristan. Li gorî çand, qanûn, bîr û baweriya demê gewdê Fîrewn piþtî mirina wî dê bikin mûmya û digel hemû alav, firaq, tiþtik û miþtikên wî di gora wî de veþêrin da ku dema Fîrewn ji mirinê vejî da hemû tiþtên wî ligel wî bin.

Pirtûkên pîroz ji me re dibêjin ku Fîrewn bi zilm û zordariya xwe di wê demê de bêhempa bûn. Ji ber vê Xwedê gelek pêxember þandine Misirê da ku Fîrewn ji kufir û zordariyê vegerînin, mînak: Pêxember Mûsa û pêxember Yûsiv ji vana çend in.

Di polîtîkaya cîhana ereb de çanda Fîrewnî hîn zindî û çalak e û rêzeFîrewnên hemdem bûne serokdewletên ereban. Serokdewletê ereban ên vê demê ne kêmî wan in û ev 30 sal in li ser kursiya serokdewletiyê rûniþtiye! Lê dîsa ev baþ e. Ya bi sosret, qebhet û skandal ew e ku piraniya van serokdewletan yan jî van Fîrewnên hemdem qaþo þoreþger bûn û serokên partiyên çepgir, neteweperest û laîk in. Sibê, nîvro, êvarê behsa demokrasiyê û têkoþîna li hemberî gendeliyê dikin...

Li Sûriyeyê rehmetiyê Hafiz Esed qaþo serokê baskê çepgir ê Partiya Baas bû. 30 sal li ser kursiya serokomariyê ma û kurê xwe Basîl û piþtre jî kurê xwe Beþar amade kir da li þûna wî rûnê. Piþtî mirina Hafiz Esed, kurê wî Beþar hate þûna wî!. Sedam Huseyîn jî kurê xwe Ûdey û piþtre Qûsey amade dikir da li þûna wî rûnê. Lê xewn û hewldanên wî li ber bayê DYA’yê çûn!

Li Misirê, Husnî Mubarek ev 28 sal in serokomar e û kurê xwe Cemal Mubarek amade dike da li þûna wî rûnê. Li Lîbyayê ku Mûemer Qedafî 37 sal in serokdewlet e û kurê xwe Seyf El Îslam El Qedafî amade dike da li þûna wî rûnê. Serokê Yemen ê ku nêzî 30 sal in serokomar e ew jî kurê xwe amade dike.

Heke sîstema rejîma van dewletên ku me navên wan gotin qiralî, mîrneþînî, sultanî bana weke Erebistan Sûdî, Urdun, Fas û welatên kendavê me dê bigota: Yabo, ne mesele ye kurê qiral dê bibe qiral û kurê mîr dê bibe mîr… Lê heke dewletek ji xwe re bêje ez komar im û sîstem û destûra rejîma min komargerî ye û serokê vê dewletê rabe kurê xwe deyne þûna xwe vêca çi wateya komar û destûra komargeriyê dimîne?

Mixabin, kultura Fîrewnên hemdem, êdî xwe berdaye polîtîka kurdan jî. Celal Talabanî kurê xwe Qubad amade dike û Mesûd Barzanê kurê xwe Mesrûr amade dike. Ereb bûn dewlet û "komar" û Fîrewnên wan ên hemdem çêbûn. Lê yên me kurdan mîratê berî ku em bibin dewlet û komar Fîrewnên me çêbûn!...

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


05-02-2008 07:59 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 05-02-2008 07:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment. Last update on 05-02-2008 07:59
Views: 299    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;