• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mamoste Xemrevîn arrow Ereban winda kir farisan bi dest xist
Ereban winda kir farisan bi dest xist Binivîse E-posta
 
Rejîma Sûriyeyê li kerê þeytan siwar hat û bi ya welatên ereban nekir û Lubnan bê serokomar hiþt. Sûdî, Misir, Urdun... ji Þamê re got: “Qurban, heyran, wisa nabe, Lubnan, Filistîn di halên wan de bihêle, piçek ji Îranê dûr keve û nêzî me bibe... lê dixuye ku Þam li serê xwe siwar hatiye û ya Tehranê nade bi ya paytextên welatên ereban. Ango welatên ereb bi Þamê heyirî mane û nema dizanin dê çawa karibin Þamê ji hembêza Tehranê derînin. Piþtî xirecirên dûr û dirêj ku ev çend meh in dom dikin, komcivîna salane ya welatên ereban a 20’emîn di navbera 29 û 30’ê adara 2008’an li dar ket. Serokdewletên ereb ên girîng beþdarî wê nebûn. Xwestin bi vê helwestê peyam bidin Þamê da ku Sûriye vê peyamê baþ bixwîne û ji serhiþkiya xwe vegere. Lê ev yek jî pêk nehat.

Ev komcivîna dawî, pir diþibe komcivîna welatên ereban a li Misirê ku sala 1990’î li dar ketibû. Di wê de ereban hewl dan ku aloziya di navbera Iraq û Kuweytê de çareser bikin. Lê wê çaxê Sedam Huseyn jî li kerê þeytan siwar hat û dilê xwe bijandibû dagirkirina Kuweytê. Piþtî ku Sedam Huseyn soz dabû welatên ereban ku dê xerabiyê bi Kuweytê neke. Lê "rehmetiyê" bavê Ûdey di roja 2’yê îlona 1990’î de xewna xwe pêk anî û Kuweyt kir wîlayek Iraqê û navê wê guhert û kire El Kazimiye. Bi vê serhiþkiya Sedam cîhana ereb parçe bû. Iraq kire qada þerê Kendavê yê duwemîn û sêyemîn, rejîma xwe têk bir û xwe da girtin û piþtre ew bi darve kirin. Ji ber têkçûna Sedam zêdetir Îranê sûd girt. Berê nikarîbû ji Iraqê re bêje: "Siya te xwar e" lê niha Îranê, Iraq xistiye bêrîka xwe û li seranserê Iraqê cirîd dide xwe, bêyî ku kesek karibe jê re bêje lolo tu çi dikî?

Guman hene ku pêvajoya 1990’î dîsa dubare bibe. Vê carê li Sûriyeyê ev pêk tê. Li Iraqê jî partiya Baas deshilat bû. Niha li Sûriyeyê jî partiya Baas heye û hê jî deshilat e. Kuweyt welatekî biçûk e û li baþûrê Iraqê ye. Lubnan jî welatekî biçûk e û li baþûrê Sûriyeyê ye. Iraq, bi guman û bi serwerî û xweseriya xwe li Kuweytê dinêrî, Sûriye jî bi serwerî û xweseriya xwe li Lubnanê dinêre. Iraqê digot: “Min Kuweyt û welatên kendavê yên ereb ji farisan parastine û divê bedêl bidin. Sûriye jî dibêje: “Min pir alîkariya Lubnanê kiriye û xwîn di ber de rijandiya, divê Lubnan bedêla vê yekê bide. Eger mirov wisa li vê dîmenê binêre, dê bêje îro ev dîmen çiqas diþibe duh!.

Ereb dizanin ku pirsgirêk û aloziyên wan ji vê komcivînê mestir û girantir in. Çiqas pirsgirêkên ereban pir bin, hew qas Îran sûdê werdigre. Em pir dû rastiyê nakevin, eger em bêjin, ev roj, rojên farisan in. Yanî her ku ereb di polîtîkayên xwe de winda dikin faris jî bi dest dixin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


01-04-2008 08:40 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 01-04-2008 08:40. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment. Last update on 01-04-2008 08:40
Views: 131    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;