Hunermend Xelîl Xemgîn yek
ji wan navan e ku mîna stranbêjekî dengxweþ tehma
dengê xwe yê dawidî gihandiye her derê
Kurdistanê û xwe bi gelê kurd daye qebûlkirin.
Xelîl Xemgîn weke xizmetkarekî çand û
hunera gelê kurd bi berhemeke nû hest, bîr û
baweriya xwe bi guhdarên xwe re parve dike.
X.xemgîn bi
wê sekna xwe û afirîneriya xwe ya di aliyê
hunerî de di gel eniya hunermendên kurd xwediyê
cihekî taybet e. Xelîl Xemgîn li rojavayê
Kurdistanê li herêma “Çiyayê Kurmênc”
hatiye dinê. Xelîl Xemgîn ji sala 1985’an û
pêde di nava Koma Berxwedan -Koma Berxwedan heta ku xwe fesh
kir- de mîna endamekî çalak xebitî. Ji xeynî
16 albûmên Koma Berxwedan ku di piraniya wan de deng û
awazên Xelîl Xemgîn têne bihîstin, çar
berhemên wî hene. Di sala 1988’an de kaseta “Bagok”,
di sala 1992’yan de kaseta “Ey Þehîd”, di sala 1997’an
de kaset û albûma “Name” û di sala 200- ’an
de kaset û albûma “Zend”. Xelîl Xemgîn dê
îsal bi albûma xwe ya “aX” dê heta Newrozê
bigihîne guhdarên xwe.
- We çima navê albûma
xwe kiriye aX?
Navê berhemê aX e. Heta
niha nizanim çima, min her tim xwestî, navê
berhemên min bi gotinekê an jî tenê navek ji
peyvekê be, di vê xebatê de jî her wisa bû.
aX nav e, an jî gotinek e... Nizam, lê her kes dikare, ji
xwe re þîrove bike...!
- Ji kengî ve hûn
amadekariyên vê albûmê dikin û konsepta
vê albûma we çi ye?
Xebata berhemê, encama
amedekariyek bi qasî 2 salan e. Min vê carê xwest
ku xebateke hinekî cude bidim destê xwe, awaz û
gotinên berhemê, mîna konseptekê, di gel
hevalê xwe Hekîm Sefkan, me daye destê xwe... Heta
zelal kirina konseptê û hevbeþkirina wê, çar/
pênc stran me ji repartuarê derxistin...
- Di vê albûmê de
çend stran hene, hûn dikarin hinekî behsa wan
bikin?
Di albûmê de, 10 stran cih
digirin. Stranên ku di albûmê de cih girtine ev in:
Dunya -bi beþdariya endamên Koma berxwedan- li ser rewþa
Rêberê Gelê Kurd e; Xwezî -Durim- (Weke mêvan
hevalê min Seyîdxan dixwîne); Heylê, Heylê
û Hayedar bin, weke 2 xebatên ceribandinê, bi
þêwazeke ku heta niha guhdarên min ji min guhdar
nekiriye... cih digrin. Rojên Berê (dîsa di gel
hunermenda me ya deng xweþ, FATÊ, dueteke...) Neçe Dilê
min... meqamekî dirêj e, stranek ku min 9 sal in, bi jan
û hesretê di dilê xwe de xwedî kiriye...
Þengala Nuranî-Hewar, hewar- Emin- piraniya gotinên
stranan Hekîm nivîsî ye. Her wiha, 2 stran Þengal
û Hewar jî yên Hekîm Sefkan in.
- We albûm di kîjan
konseptê de amade kiriye?
Konsepta berhemê, bi giranî
der barê hizr û fikarên civakê, bîr û
helwesta gel li dijî tecrîd û inkar û
îmhakirinê ye...
- Di dema amadekariyên albûmê
de hûn rastî çi astengiyan hatin?
Ji bo astengî û zehmetiyan
tiþtekî nabêjim, tenê baweriya xwe dikarim bînim
ziman, (ma gelo, di van astên dijwar û awarte de, zext û
astengî ji yên gel bêhtir hene?) Di vê xebatê
de, heger astengî û zehmetiyek hebe jî, ew ji ber
kêmasiya plansaziyên min ên kesane bûne. Du
saziyên me yên kedkar, Mîr muzîk û Kom
muzîk, camêran bê kêmasî, ji bo vê
xebata me hemû hêza xwe seferber kirin... Lê di
warê plansaziya aranje û derhenêriyê de
zehmetî hebûn, weke min li jorê jî aniye
ziman, ew jî ne têrkirina planên min û þaþ
tercîhkirina min bû!
- Di vê albûmê de
gelo di warê guherîna tarzê de tu guhartin heye an
na?
Di warê tarz û guhartinên
nû de, du stranên ku min weke ceribandin amade kiribûn
di albûmê de cih digirin, ez baþ dizanim wê
gengeþî û rexne li ser bêne kirin, lê min
weke mirovekî di van astên ku globalizmê her tiþt
xistî bin bandora xwe, xwe mecbûr dîtiye... û
bi vê mecbûriyetê hisiyame...
- Gelo we berhemek li gorî dilê
xwe pêþkêþî guhdarên xwe kiriye?
Min berê jî gotî
mirov di hunerê de her tim þagirt e. Qet xebatek, ji sedî
sed li gorî mirov hêvî dike çênabe. Lê
belê, ez bextewar im ku bi alîkariya hevalên xwe û
herdu saziyên me, min dikarî vê carê,
xebateke rengîn ji gel û guhdarên xwe re amede
bikira...!
- Hûn difikirin ku ji kîjan
stranên xwe yên di vê albûmê de klîb
bikiþînin?
Di rojên pêþ me de, em
klîba strana Dunya, mîna klîba Roja Me, amade
dikin.
This entry was posted on 03-03-2008 15:53. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment.
Last update on 03-03-2008 15:53 Views: 840
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 840