Endamê Konseya Rêveber a
Koma Civakên Kurdistanê Duran Kalkan:
Newroz dê riya çareseriyê
nîþan bide
ARJÎN AMED / DOGAN ÇETÎN
Endamê Konseya Rêveber a
Koma Civaken Kurdistanê (KCK) Duran Kalkan Newroza 2008’an
nirxand û got; “Newroza îsal dê bibe rûpelekî
nû yê ji dîroka gelê kurd.’ Kalkan bang li
gelê kurd kir ku li her bajar, li her navçe û
bajarokan agirê Newrozê hilkin. Kalkan got ku gelê
kurd di Newroza îsal de dê bernameya çareseriyê
dane holê û dê binê ziman ku ji bilî
xweseriya demokratîk tu riyên din ên çareseriyê
qebûl nake.” Kalkan pirsên me yên li ser
pîrozbahî û konsepta Newroza 2008’an bersivandin.
Kalkan diyar kir ku têhna berxwedana gerîlayan a li Zapê
dê coþa Newrozê gurtir bibe.
- Em bi nirxandina we ya ji bo Newroza
îsal dest pê bikin. Gelo gelê kurd û Tevgera
Azadiyê bi konsepteke çawa tevli pîrozbahiyên
Newroza îsal dibe?
Beriya her tiþtî Newroza gelê
kurd, gelên herêmê û hemû mirovatiyê
pîroz be. Bi munasebata Newroza îsal hêvîdar
im ku her kes li gorî aqilê selîm tevbigere û
hewl bide ku di çarçoveya çareseriyeke aþtiyane
û demokratîk de pirsgirêk çareser bibin.
Gelê Kurd di Newrozan de ji bo
azadî û demokrasiyê radibe ser piyan, cesariyeke û
fedakeriyeka mezin nîþan dide. Bi taybetî PKK’ê
wateya Newrozê ya dîrokî li gorî demê
þîrovekiriye û hiþmendiya azadiyê xurt kiriye.
Gelê kurd îradeya xwe ya neteweyî bi munasebeta
Newrozan datîne holê. Xwe bi Newrozan îfade dike.
Em baþ dizanin ku di nava 30 salan de Newrozên herî
bicoþ hatine pîrozkirin û berxwedana gel a demokratîk
derketiye holê. Bi taybetî berxwedana heval Mazlum Dogan
a di zindana Amedê de –ku Rêber Apo ji bo vê
berxwedanê dibêje, berxwedana Kawayê hemdem- bû
sebebê bihêztir lêxwedîderketina li Newrozan.
Bi vê munasebetê di serî de Mazlum Dogan em hemû
þehîdên Newrozê yên birûmet bi bîr
tînin.
Ez bawer dikim ku Newroza 2008’an dê
bibe Newroza herî xurt û dê rastiya azadî û
berxwedanê di asta herî bilind de dayne holê. Tê
dîtin ku îradeya gel a ji bo vê yekê heye.
Berxwena ji bo salvegera 15’ê Sibatê daneya herî
xurt e. Gelê kurd bi hêzeke xurt ew roj lanet kir. Ji
sala 2006’an pêve ye ji bo pergala Îmraliyê
dibêje êdî bes e. Li ser bingehê
neqebûlkirinê nêzî Komploya Navneteweyî
dibe. Bi taybetî ji bo ku îþkenceya psîkolojîk
û fizikî ya li ser Rêber Apo gihîþtiye asta
herî jor, zextên li ser gelê kurd û domandina
operasyonên bi armanca înkar û îmhayê
ku di radeya navneteweyî de piþtgiriya xwe heye, gelê
kurd anî asta nîþandana nerazîbûnê.
Berxwedana gerîlayan a 21’ê sibatê li Zapê
hêza gel hê jî zêdetir kir. Mirov dikare vê
bêje; di serî de Komploya Navneteweyî ya li hemberî
Rêber Apo, êrîþên û zextên li
ser gel têne meþandin û operasyona bi armanca îhmayê
di 21’ê sibatê de dabû destpêkirin gel anî
asteke wisa ku êdî tehamûlê neke. Bi tenê
gelê bakurê Kurdistanê na, li baþûr,
rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî gel
nerazîbûneke xurt nîþanî hewldana dewleta
tirk a ji bo dagirkirina baþûrê Kurdistanê da. Li
ser vê bingehê di serî de li Amedê li çar
parçeyên welat gel çalakiyên ji bo
protestokirina hewldana Artêþa Tirk protesto kir. Pîrozbahiyên
8’ê Adarê jî li ser vê bingehê pêk
hatin. Ligel Meþa Pirsûsê di hemû meþ û
mitîngên 8’ê Adarê de ev hêma hebû.
Li azadî, demokrasî,
wekhevî û biratiyê xwedî derdikeve, dirûþmên
çaresekeyeke demokratîk û aþtiyane diqîre.
Datîne holê ku îradeya wan bi Rêber Apo re
bûye yek û li ser bingeha azadkirina Rêber Apo û
çareseriya demokratîk û aþtiyane ya ji bo
pirsgirêka kurd tevdigire.
Parçekirina Kurdistanê ya
ligel Þerê Yekemîn ê Cîhanê pêk
hatî, tune hesibandina gelê kurd, polîtîkayên
înkar û îmhaya gelê kurd îro
hildiweþin. Yên ku girêdayî vê pergalê
polîtîkayan dimeþînin bandor lê dibe.
Polîtiya ji bo kurdan a li ser hîmê tunehesibandina
kurdan têk diçe û gelê kurd li hemberî
vê yekê li çar aliyên cîhanê
daxwazên xwe yên ji bo demokrasî, azadî û
biratiyê diqîre.
- Wateyeke Newroza îsal a ji bo
we heye. Peyama Tevgerê ya ji bo Newroza 2008’an çi
ye?
Vê yekê aþkera bêjim;
Newroza 2008’an dê bibe Newroza herî mezin a hemû
deman. Ev hem di warê siyasî de û hem jî di
warê pêþveçûna têkoþînê
de jî wisa ye. pîrozbahiyên ku ev hefteyeke didomin
vê rastiyê nîþanî me dide. Newroza 2008’an
dê di warê beþdariyê de jî bibe Newroza herî
xurt. Di warê peyaman de jî dê wisa be. Gelê
kurd dê di Newroza 2008’an de bernameya xwe ya ji bo
çareseriya demokratîk dayne holê û bide
zanîn ku ji bilî xweseriye demokratîk tu rêbazên
din ên çareseriyê qebûl nake. Her wiha dê
li hemberî zulm û zordariya tê meþandin bêje
êdî bes e. Lewre Kampanyaya ‘êdî bes e’
tê meþandin. Her wiha îradeya xwe ya di kesayetiya
Rêbertî û PKK’ê de aniye ziman dê hêj
zelaltir bike. Hevrebûna bi Rêbertiyê, azadiya
Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd þîara
esasî ye û gelê kurd dê rastiya yekitiya xwe
nîþanî her kesê bide.
Heta niha li hemberî gelê
kurd hemû rêbaz hatin bikaranîn. Hemû hêzên
herêmî, hemû hêzên siyasî û
sosyal ên Tirkiyeyê û hemû hêzên
cîhanê li hev kir. Di çarçoveya Komploya
Navneteweyî de bûn yek. Em ketine sala 10’emîn a
komployê, lê tê dîtin ku Komploya Navneteweyî
bi ser neketiye. Tasfiyekirina PKK’ê pêk nehatiye.
Komkujiya li ser kurdan êdî nameþe.
Tevgera me û gelê kurd di
Newroza 2008’an de ji bo herkesê peyamên xwe dide.
Dibêjin werin; em vê pirsgirêkê bi rêbazên
demokratîk û aþtiyane bi biratî çareser
bikin. Em çereseriyeke demokratîk pêk bînin.
Ji civaka Tirkiyeyê û siyaseta wê re dibîjin;
werin em bi hev re rêbaza biratiyê bibînin. Hûn
îradeya min qebûl bikin êz jî dê
îradeya we qebûl bikim..
- Li gorî tabloya di Newrozan de
derdikeve pêþ hûn têkiliyeke çawa di
navbera Newroz û tevgera xwe de datînin?
Newroz bi PKK’ê gihîþtin
vê astê. Ji nû ve watedar bû. Mîsyona
Newrozê ya dîrokî hate zanîn û civak bi
coþ vê Newrozan dijî. Newroz efsaneyeke û sekneke
mîtolojîk e. Lê xeyal nîn e. Îsal
Newroza 2620’an tê pîrozkirin. Her wiha Newroz tê
wateya sersalê. Sersala kurdan e. Newroz li hemberî zilm
û zordariyê berxwedanê îfade dike. Serhildana
kurdan a bi pêþengiya Kawa ya li hemberî kralê
Asur Dehaq îfade dike. Bi vê wateya xwe Newroz roja
serhildanê ye. Roja têkçûna zilm û
zordariyê ye.
Ev aliyên Newrozê bi
berxwedana PKK’ê careke din vejiyan û bi PKK’ê
re yekgirtinek çêkir.. Li hemberî gelê kurd
bi her awayî siyaseta tunekirinê tê meþandin.
Mirovatî tê qetilkirin. Ji ber ku PKK’ê li
hemberî zilmê berxwedan esas girtiye. Ji ber vê
yekê Newrozan wateya xwe bi PKK’ê nûjentir kir.
Gelê kurd wekî gelê
Newrozê tê zanîn. Bihara xwe bi Newrozê û
sala xwe ji Newrozê dide destpêkirin. Her wiha bi vê
wateya berxwedanê li salê bar dike. Newroz ji aliyê
gelên herêmê ve tê pîrozkirin. Newroz
biratiya gelên herêmê jî îfade dike.
Rastî ev e heke Newroz bê fêmkirin dê
çareseriya
Her kes di bin tesîra Newrozê
de dimîne
- Newroza îsal dê bandoreke
çawa li pêvajoyê bike?
Bê guman hêzên bi
îmhayê israr dikin hene. Bi hemû derfetên xwe
seferber bûne ku komkujiya kurdan pêk bînin. Lê
ev derdor jî di zorê de ne, teþîr dibin.
Berxwedana gelê kurd a di Newrozan de bitenê van hêzan
na, hevsengên navneteweyî dihejîne. Bandor li ser
helwestên siyasî dike. Bê guman herî zêde
jî bondarê li ser Tirkiyeyê dike. Îro
siyaseta tirk ketiye nav nîqaþên kûr. Gelek hêz
îro bandora Newrozê nîqaþ dikin. Hikûmet ji
bo ku berxwedana gelê kurd têk bibe paketên datîne
holê. Lê hedefa eslî ew e ku dixwazin polîtîkayên
înkar û îmhayê bidomînin. Di nava
muxalefet û artêþê de nîqpaþ çêbûn.
Rastiye rêberiyê ya li hemberî PKK’ê, li
hemberî kurdan derketiye holê. Dema ku rêveberî
wisa be muxalefet jî berê wan hêj zêdetir
dide þîdetê.
This entry was posted on 20-03-2008 10:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 33 time. You can leave a comment.
Last update on 20-03-2008 10:24 Views: 419
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 419