Pisporê navneteweyî
Konstantîn Sîmînov ji bo projeya gaza xwezayî
got:
Xewna Tirkiyeyê vemirî!
RAHMÎ YAGMUR
Cîhan wek neftê ji bo gaza
xwezahî jî di nav têkoþîn û
pêþbaziyeke dorfireh de ye. Ji ber ku Rûsya xwedî
rezerva herî mezin a gaza xwezahiye ber bi hêza super
diçe. Rûsya bi peymanên ku bêrê bi
welatên Asya Navîn re çêkirine kontrola gaza
xwezahî ya herêmê jî girtiye kontrolê.
Di demên dawî de peymanên ku bi welatên
Ewropaya Rojhilat re îmza kiriye jî raseriya xwe ya li
ser riyên enerjiyê jî girtiye dest.
Serokê
Fonda Ewlehiya Enerjiya Neteweyî ya Rûsyayê
Konstantîn Sîmînov ji bo ANF’yê sedema
têkçûna projeya enerjiyê ya Tirkiye û
Ewropayê nirxand. Di nirxandinê de got ku sedema vê
nerastiya projeyê ya li goî rastiya jiyanê ye.
Sîmonov, da zanîn ku hesabê ku li ser rezervên
Asya Navîn ya gazê hatine kirin pir xelet in. Ji ber vê
jî ev proje nakeve meriyetê. Sîmînov got ku
Ewropa bi projeya Tirkiye û Ewropayê dixwaze Rûsyayê
bitirsîne. Ev gefxwarin nikare pêþî li
desthilatiya Rûsyayê ya der barê enerjiyê de
heye bigire. Rûsyayê ji ber tehdîda Tirkiyeyê
ya ji bo tengavan ku pêþiya keþtiyên neftê digire
û nahêle di tengava Stenbol û Çanekaleyê
re dakevin Derya Spî riyên alternatîf afirandine.
Sîmînov li ser mijarê çend pirsên
ANF’ê bersivandin.
- Gelo bandora peymana ENÎ û
Gazpromê li ser têkiliyên Rûsya û
Ewropayê çiqas hene?
Bi vê peymanê riyeke nû
vebû û gelek welat ji dewrê hatin derxistin. Tenê
Bulgarîstan û Rûsya di vê peymanê de
xwedî gotin in. Li vir hêza herî mezin Derya Reþ
e. Bi riya Derya Reþ rê li ber enerjiya Rûsyayê
vebû. Ji ber vê jî Pûtîn ev peyman îmze
kir. Li gorî vê peymanê Bulgarîstan ji sedî
50 par distîne. Gaza vê xetê têra Ewropayê
dike. Lê Ewropa muxalefeta vê dike. Rûsyayê
bi vê projeyê li dijî muxalîfên xwe
destê xwe xurt kir. Tirkiye û
Ukrayna jî ji dewrê derketin.
- Rûsyayê di demên
dawî de çima Tirkiye ji dewrê derxist?
Rast e Rûsyayê, Tirkiye ji
nav projeyê derxist. Lê Tirkiyeyê bi helwesta xwe
ya bêwate wisan kir. Di destpêkê de Tirkiye wek
deriyekî dihat dîtin û heke dom bikira dê gaz
di vê xetê re biçûya Ewropayê. Lê
Tirkiyeyê di vî alî de helwesteke erênî
nîþan neda. Ji ber vê jî Rûsyayê
peymanên xwe di ser Bulgaristanê re çêkirin.
Sedema vê jî hevkariya Tirkiyeyê ya bi Ewropa û
Amerîkayê re ye. Tifaqan bandor li Tirkiyeyê kir û
wê jî berê xwe da Asya Navîn.
-Gelo plana Tirkiyeyê ya Nabucco
û Asya Navîn ji ber vê derket holê?
Teqez wisan e. Projeya Nabucco ji bo
alternatîfa Bulgarîstanê derket holê. Li gorî
vê projeyê dê gazên Asya Navîn di bin
Derya Hazarê de bê Azerbaycan, Gurcistan, Tirkiye û
here Ewropayê. Ev proje ya Rojava ye. Ji ber vê Tirkiyeyê
piþta xwe da Rûsyayê. Dawiya vê reqabetê nîn
e. Tirkiye dixwaze bi welatên herêmê wek
Tirkmenistan, Ozbekistan û Kazakistanê re peymanan îmze
bike. Lê beriya vê van welatan bi Rûsyayê re
peyman îmze kirine. Bi vê hewldanê Tirkiye ji bo
Rûsyayê êdî ne riyeke transît a neft û
gazê ye.
- Pirsgirêka Xeta Îran û
Tirkiyeyê ji ber çi ye.?
Gaza li vir a Tirkmenistanê ye.
Derket holê ku têrê nake. Ev jî nîþan
dide ku projeya Nubocco projeke razber e. Rezervên ku vê
projeyê bikin þênber nîn in. Lê Rûsyayê
vê zivistanê fedekarî kir û Tirkiye ji
sermayê rizgar kir. Gelo dê Tirkiye bibext derkeve û
dê vê fedekariyê fam bike? Ev dê siberojê
bê dîtin.
- Nîqaþên global ên
ji bo OPEC’a gazê dê çi encam bide?
OPEC’a gazê projeyeke mezin e.
Gaz jî bi qasê neftê girîng e. Rûsya bi
vê kontrola bihaya gazê dixe dest. Jixwe di cîhanê
de ji sedî 60’ê rezerva gazê li Rûsyayê
ye. Heke di vê sektorê de jî OPEK bê avakirin
dê gotina Rûsyayê girantir bibe.
- Lêgerîna enerjiya
Antarktîkayê dê bibe sedema nakokiyan?
Keþifên li Antarktîkayê
didomin. Di vê mijarê de pêþbaziyeke global heye.
Hê di keþifên destpêkê de di navbera hêzan
de devjeniyek heye. Di navbera Amerîka, Kanada û Norveçê
de nîqaþek heye. Rûsya dikare di vî warî de
bi wan re doza maf bike. Lê di nav van de Rûsya ji
hemûyan pirtir li wan deveran xwedî maf e. Ji ber vê
çavkaniyên enerjiyê yên Antarktîkayê
mijareke nû ye û li ser jî nîqaþên nû
hene û dê derên jî.
This entry was posted on 08-04-2008 10:10. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 08-04-2008 10:10 Views: 137
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 137