Pisporê bi nav û deng ê
artêþ û parastinê Pavel Felgenhauer got:
PKK’ê xwe bi cîhanê
da qebûlkirin
RAHMÎ YAGMUR
Pavel Felgenhauer di cîhanê
de wekî pisporê herî xurt ê leþkerî û
parastinê tê qebûlkirin. Pavel da zanîn ku
Tirkiye di êrîþa dersînor a bejayî ya li
dijî PKK’ê de bi ser neket û ji vir û þûn
ve dê Rojava û DYA ji bo çareseriya pirsgirêka
kurd riyên siyasî tercîh bikin û zextên
xwe yên li ser Tirkiyeyê zêdetir bikin. Felgenhauer
destnîþan kir ku PKK’ê bi têkoþîna xwe
pirsgirêka kurd kir mijara herî girîng a cîhanê.
Felgengauer bal kiþan ser hêza PKK’ê jî. Li gorî
Felgengauer diyar dike, ji ber ku piþtgiriya gel a ji bo PKK’ê
li parçeyên Kurdistanê her ku diçe zêde
dibe êdî PKK têk naçe. Felgengauer aþkera
dike ku ev ji aliyê mutefîkên Tirkiyeyê ve
êdî bi dengekî bilind tê ziman. Felgengauer
li ser girîngiya Tirkiye û kurdan jî çend
xalên esasî tîne ziman. Li gorî Felgengauer
heke aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de
bidome dê li Rojhilata Navîn kurd wekî hêzeke
krîtîk û stratajîk derkevin pêþ.
Her weha der barê polîtîkayên
Amerîkayê yên der barê pergala Mertalê
fuzeyan de jî hin xalên nû yên balkêþ
anî ziman. Felgenhaure got ku Rûsya bi hêza xwe
dizane û ji ber vê jî naxwaze polîtîkayên
ku dibin sedemên aloziyê bidomîne. Felgenhauer li
ser geþedanên dawî ku piþtî erîþa dersînor
derketin holê pirsên ANF’ê yên li ser van
mijaran bersivandin.
- Nîqaþên li ser êrîþa
dersinor a artêþa tirk didomin gelo hûn dikarin nêrîna
xwe ya ji bo vê mijarê bi me re parve bikin?
Sedemên esasî yên
mudaxeleya dersînor a Tirkiyeyê pirsgirêkên
navxweyî ne. Koma Îslamî AKP ji bo ku pirsgirêka
turban û ên ‘misilmaniyê’ bi muxalefeta leþkerî
bi sînor bike biryara operasyona dersînor girt û
xist meriyetê. Sedêma mudaxeleyê nijadperestî
ye. Lê hem ji ber þert û mercên demê û
hem jî ji ber encamên operasyonên din ên
dersînor ku artêþa tirk bi dest xistibûn li ber
çavan bên girtin dê bêwatebûna vê
operasyonê derkeve holê.
- Çima DYA’yê berê
destûr da û paþê jî xewst ku artêþa
tirk vekiþe?
DYA palîtîkaya hevseng
dimeþîne
Wekî ku hat dîtîn bi
vê mudaxeleyê tu tiþtî bi dest nexistin. Ne li
dijî PKK’ê û ne jî li dijî Hikûmeta
Herêmê ya Kurdistanê bi ser ketin. Amerîka ji
hêlekê ve destek da êrîþa bijayî û
ji helekê ve jî xwest ku dostên xwe yên li
Iraqê nexeyîdîne. Yanî ji Tirkiyeyê
xwest ku bêyî ku aloziyên mezin derkevin mudaxeleyê
bi dawî bike. Tirkiye bi dehan sal in ku mutefîkeke
girîng e ji bo Amerîkayê lê kurd ne tiþtek
bûn. Lê belê di vê pêvajoya dawî
de girîngiya kurdan ji ber pêwîstiyên nû
zêde bû. Kurd niha li Rojhilata Navîn xwedî
pozîsyoneke esasî ne. Hevkariya Amerîka û
Tirkiyeyê a ji bo mudaxeleya dersînor nayê vê
wateyê ku ev girîngî ji holê rabûye. Ji
ber vê Amerîka polîtîkaya hevsengiyê
dimeþîne. Di destpêkê de destûr da û
paþê jî bandor lê kir. Ev ji vê polîtîkayê
diqewimin.
- Îdia hene ku Amerîkayê
vê destekê ji bo ku Tirkiye leþkerên xwe yên
li Afganistanê takviye bike daye Tirkiyeyê. Gelo ev ras
e?
Divê Tirkiye leþkeran biþîne
Afganistanê
Ez nafikirim ku Tirkiye wekî
Komara Çek û Polonyayê bihêle ku Mertalên
Fuzeyan li Tirkiyeyê jî bê bicihkirin. Amerîka
dixwaze li Rojhilata Navîn nevendek ava bike ku frekansên
rodyoyan xira bike. Dê vê jî li Gurcestanê bi
cih bike. Ligel vê jî Amerîka dixwaze ku Tirkiye
leþker biþîne Afganistanê. Pêwîstî bi
vê heye. Tê xwestin ku endamên dinê ên
NATO’yê piþtgiriya xwe zêde bikin. Lê ev daxwaz
ne daxwazeke ku li pêþiya her tiþtî tê dîtin.
Li gorî min girîngiya Tirkiyeyê ne wekî berê
ye. Dema Þerê Sar bihurî. Pozîsyona wê ya li
Rojhilata Navîn guherî. Lê her ku diçe
girîngiya kurdan zêde dibe. Vê mudaxeleyê jî
vê rastiyê ji holê ranekiriye. Di demên dawî
de di dîplomasiya piþtdîwaran de bi awayê veþartî
zexteke mezin li Tirkiyeyê tê kirin. Tê xwestin ku
li gorî mafên kurdan ên nasnameya çandî
û nasnameya siyasî hin hewldanên þênber pêk
bên da ku kurd azatir karibin beþdarê jiyanê
bibin.
- Hûn encama aperasyonê
çawa dibînin?
Vekiþandinên wisa li gorî
þîroveyên þer têkçûn in. Ka, çûn
û hatin, çi guherî. Li hemberî kurdan çi
bi dest xist. Di vê zivistanê de dixwest li çiyayên
Kurdistanê çi bi dest bixe. Ji xwe Rojava dît ku
dê têkçûn girantir bibe ji ber vê jî
dengê xwe zêdetir bilind kirin da ku Tirkiye vekiþe. Bi
awayê leþkerî jî û bi awayê siyasî
jî operasyoneke bêwate ye.
- Heke artêþa tirk û PKK’ê
bidin ber hev encamê çewa dibînin?
Artêþa tirk xwedî hêzeke
mezin a hejmarî ye. Lê li gorî artêþa
Amerîka, Îngilistan û Îsraîlê
hêzeke pir lewaz e. Artêþa tirk nikarê li dijî
gerîlayên kurd bi ser bikeve. Sedema wê jî
piþtgiriya gelê kurd a ji bo gerîlaye. Ji her parçeyên
Kurdistanê piþtgirî xurt e. Mutefîkên
Tirkiyeyê bi xwe vê tînîn ziman. Ji hêla
din ve jî daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo Rojava
û beþdariya YE’ê didomin. Ka dê çewan ev
her du mijar li gel hev bên berdewamkirin. Ne tenê
pirsgirêka kurd, jenosîda ermenan, pirsirêka
Kibrîsê jî divê li gorî daxwaza
Ewropayê çareser bike. Heke ev nebin divê di
navbera Rojhilat û Rojava de tercîhekê bike.
Tirkiye li gorî çanda xwe pirtir nêzî Rojava
ye. Di nav gel de ev helwest xurt e. Ji ber vê, divê van
pirsgirêkan li gorî Ewropayê çareser bike.
- Di navneteweyî de dewlet PKK’ê
bi tenê dihêle. Eleqeya vê bi PKK’ê heye an
jî ev ji xwezahiya pirsgirêka kurd diqewime?
PKK’ê pirsgirêka kurd
xist rojeva cîhanê
Ez wisa nabînim. Li gorî
min piþtî vê operasyonê Amerîkayê wekî
hêzên kurd ên dinê bi PKK’ê re jî
têkilî danî. Divê ev bê qebûlkirin
ku PKK’ê pirsgirêka kurd xist rojeva Rojava û
Cîhanê. Yanî PKK’ê pirsgêrêka
kurd danî pêþberî cîhanê. Ev jî
têra xwe girîngiya PKK’ê aþkera dike. Piþtî
êrîþa dersînor a Tirkiyeyê pirsgirêka
kurd derkete rêza yekemîn a rojeva cîhanê. Li
ser vê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê
dê zextên Amerîka û Rojava yên li ser
Tirkiyeyê zêdetir bibin. Nêrîna Rajava a ji
bo pirsgirêka kurd jî guherî. Piþtî vê
opesyonê nêrînên Rojava yên der barê
‘bila kurd çarenûsa xwe diyar bikin’ derketin pêþ.
-Gelo dê siyaseta tirk a þer ku
li dijî kurdan dimeþîne ji vir û þûn ve
çawa be û nêzîkatiya wê ya ji bo
hewildanên pirsgirêka kurd dê hebe?
Tirkiye bi zextan re rû bi rû
ye û mecbûr e ku vê çareser bike. Tirkiye jî
dizane ku êdî nikare wekî berê nêzîk
bibe. Mînaka operasyonê heye ku tiþtek çareser
nekir. Berovajî wê, mijarê aloztir kir. Ev li gorî
raya giþtî ya Rojava jî wisa ye. Nêrînên
ji bo Tirkiyeyê guherîn. Di nav artêþa tirk de hin
dostên min hene. Ez ligel wan jî vê mijarê
nîqaþ dikim. Di nav wan de jî tê qebûlkirin
ku bi rêbazên leþkerî nayê çareserkirin.
Ji bilî diyalogê riyeke din ji bo çareserkirina vê
pirsgirêkê tune.
- Tê gotin ku êrîþa
Amerîkayê ya ji bo Îranê hat rawestandin,
gelo hûn çi dibêjin?
Îran ji DYA’yê ditirse
Bê guman piþtî ku
Amerîkayê Iraq dagir kir û giraniya xwe ya li ser
Rojhilata Navîn zêde kir Îran jî tirsiya. Ji
ber vê Îranê hilberîna çeka nukleerî
rawestand. Ev pirsgirêk hê di rojevê de ye û
ji bo cîhanê rîskeke mezin e. Heke bê gotin
‘dê mudaxele nebe’ ev ne rast e. Heke desthiladariya Îranê
neguhere, ev deshilatiya tûj bidome di nava wan de dê
rikberiyeke bêhempa derkeve holê û kurd di vê
navberê de dê wekî kozeke stratejîk derkeve
pêþ.
This entry was posted on 16-03-2008 09:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 24 time. You can leave a comment.
Last update on 16-03-2008 09:37 Views: 512
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 512