Li her dera dinê ku îrade û
evîn bi hev re bibin heval, jiyan jî bi rengê xwe
yê rastîn derdixe ber ronahiyê. Li serê
çiyayên Kurdistanê evîneke mezin li pey
guherandina pergalên desthiladar li Rojhilata Navîn di
hemû waran de têdikoþin.
Ji wan re þev û roj wekî
hev in. Di qadên siyasî, civakî û hunerî
de dixwazin jiyanê ber bi baþiyê ve bibin. Me xwest ku
bi vê hevpeyvînê re vê rastiyê ji we
xwendevanên hêja re bidin selimandin. Komeke hunerî
li serê çiyayên Kurdistanê, keç û
xurt tev bi hev re dixebitin û dengê awazên wan ji
sînorên welatê me jî derketiye. Strana Koma
Awazên Çiya ya ‘Oremar’ di nav gelê kurd de
gelek hat hezkirin û di qadên Newrozê de dema stran
lê diket gel bi wê stranevê dicoþiya.
- Koma we di kîjan salê de
hat damezirandin, armanc ji damezirandina komeke wiha çi bû?
Cara yekemîn di sala 2000'î
de me bi temamî dest pê kir, wê demê
dibistana çand û hunerê a bi navê Dibistana
Þehîd Sefkan hat avakirin. Di nav de beþên: þano,
muzîk, govend û bi giþtî xebatên çandî
cih digirtin. Hejmara endamên dibistanê wê demê
80 bû, bi hejmareke ew qas mezin dibistan hat avakirin. Di nava
wê dibistanê de gelek kesên ku niha þehîd
bûne jî hene, yek ji wan kesan þanogerê me yê
mezin hevalê Hêvî hebû, hevalê Yekta
hebû, hevalê Rêzan, her wiha ji beþa muzîkê
heval Egîd hebû, hevala Delîla ku di wan demên
dawî de þehîd bû û hevalên din jî
yên ku niha li herêmên din ên xebatê ne
di xebatên çandî de cih digirin.
- Çima dibistaneke wiha hat
avakirin?
Sedema sereke ya ku pêwîst
hat dîtin ew dibistan bê avakirin, wekî tê
zanîn em li serê wan çiyayan têkoþînekê
didin meþandin, jiyana vir pir cuda ye û gelek aliyên wê
hene. Yanî em zêdetir di nava þer de ne, lê me
xwest ku aliyê statîk ango xweþikbûna vê
jiyanê jî bê dîtin. Xweþikbûna vê
jiyanê bi þêwazên din jî heye, ne tenê
em bêjin aliyê leþkerî, aliyên din yên
vê jiyanê jî hene. Dibistan li ser bingeha
nasandina vê jiyanê ji bo xelkên derve di þert û
mercên dijwar de hat avakirin.
- Hûn di nava koma xwe de çend
kes in, navên we çi ne?
Koma me bi giþtî ji van hevalan
pêk tê; Zozan Gabar, Têkoþîn Spêrtî,
Baran Dilbihar, Ozlem Mahsum, Zafer Yilmaz, Þevger Dilxwaz, Sercan,
Ava Reþ, Ferzê û Delîl ku niha li herêmeke
din xebata xwe dimeþîne.
- Çima we navê Awazên
Çiya li koma xwe kir?
Em fikirîn ku çawa dikarin
tiþtên li vir tên jiyîn an jî çêdibin
nîþan bidin? Wekî tê zanîn em li çiyan
in, navê me kesên ku li çiyan jiyan dikin, em
gerîla ne û li çiyan dijîn. Awazên
Çiya dikare baþtirîn bersiv be ji bo nasnavê
jiyana me. Bi gotineke din awazên ku li cihê jiyana me
dertên, tên xuliqandin û derdikevin, ji bo vê
jî me navekî wiha bi nêrîna hemû
endamên komê li xwe kir.
- Bi giþtî heta niha li ser navê
''Dibistana Þehîd Sefkan'' çi berhemên we yên
tomarkirî wekî CD û kaset hene û hatine belav
kirin?
Zafer Yilmaz: Heta niha li jêr
navê Koma Mizgîn kaseteke me bi navê dengê
Zerdeþt, bi awayê deng û reng derketiye, lê zêde
nehat belavkirin. Lê piþtre ku me navê koma xwe guhert û
kir Awazên Çiya albuma duyemîn bi navê Siya
Jînê ku ji 12 stranan pêk dihat jî derxist.
Her wiha me 5 stranên bi navên '' Bêrîtan,
Oremar, Kato, Pepûle, Ey Serok'', tenê bo radyoya Dengê
Mezopotamiyayê þandine. Ji xeynî stranên Bêrîtan
û Oremarê derfeteke wiha çênebûye ku
em klîb ji bo stranên din bikþînîn.
- Di van demên dawî de koma
we bêhtir bi gotina strana “Oremarê” nav û
dengê xwe belav kir, çima? Tekst û muzîka wê
stranê ya kê ye, her wiha sedema çêkirina wê
stranê çi bû?
Baran Dilbihar: Tekst û muzîk
wê stranê ya min bi xwe ye, lê bi nêrîn
û nîqaþên hemû endamên komê hat
çêkirin. Di nava me de jiyana komînal heye. Her
wekî hûn jî dizanin di encama çalakiyeke
gerîla de ew berhem jî derketiye holê. Yanî
berê sedem çalakî bû, li ser wî esasî
jî ew berhem hat afirandin. Pêwîst dihat dîtin,
bûyerên ku di nava jiyana gerîla de derbas dibin,
bi taybetî jî milê egîdî û
gernasî di nav de bibin berhem. Fedakariyên wiha bigihin
nava gel. Di serî de çalakî bû û wê
çalakiyê bandoreke xwe ya mezin li çapemeniya
dinyayê jî kir. Ew aliyek bû ku berhem ew qas nav û
dengê xwe belav bike. Dema berhem hatiye çêkirin
bi awayekî gelêrî, ku bikaribe xitabî ruhê
gel bike him ji aliyê mêlodiya xwe ve him jî aliyê
wêjeya xwe ve. Ji bo wê jî ew tespîta ku
hatibû kirin îro ji me re baþ dide xuyakirin ku
tespîteke rast bû. Yanî rast gihiþt gel û
rast xitab kir, ji bo wê jî ew qas zû belav bû
û bi awayekî berfireh jî hat pêþwazîkirin.
Tiþtê din ku gelek balkêþ e ew e ku ew stran ne tenê
di nava miletê Kurd de belkî ji aliyê xelkê
biyanî ve jî baþ hat pêþwazîkirin.
- Kiþandina klîba Oremarê
di þert û mercên çawa de derbas bû?
Þevger Dilxwaz: Wekî tê
zanîn þert û mercên ku gerîla tê de
dijîn zor û zehmetiyên wê jî hene. Wê
demê nîþan dida ku wê êriþên dijmin
li ser me çêbin, ji bo wê me amadekariya xwe
dikir. Di wan rojan de çalakiya Oremarê çêbûbû
û di encamê de du hevalên me (Þiyar û Zinar)
jî þehîd ketibûn. Bi rastî bandoreke pir
mezin li me kir û hetanî sibehê xew bi çavên
me neket. Me qirar da em stranek li ser qehremanî û
çalakiya wan hevalan çêkin. Sibehê me dest
bi karê xwe kir lê me nehiþt hevalê Baran kar bike
û wî dest bi nivîsandina helbestê kir. Her
parçeyek ku dinivîsand ji me re digot. Bi vî awayî
di navbera 3-4 rojan de teksta stranê hat nivîsandin.
Piþtre em vegeriyan cîhê xwe û me dest bi
qeydkirina stranê kir, hîna em di destpêka karê
qeydê de bûn ku teyare hatin û dest bi bombaranê
kirin. Demek wiha derbas bû teyare çûn û me
piþtre stran tomar kir. Di kêlîyên dawî yên
karê qeydê de jî careke din teyare hatin û
dîsa dest bi bombareneke girantir kirin. Demekê wiha
derbas bû û me jî ew yek diþopand. Ji bo ku ji wan
êriþan re bibe bersiv roja piþtre em derketin û di nava
2 saetan de me klîb kiþand. Bawer im kêmasî û
kurtasiyên wê jî hene çimkî di þert
û mercên giran û rast de hat kiþandin; cihê
xwe di nava dilê gel de girt.
- Dema mirov bala xwe dide stranên
koma we, zêdetir stranên þoreþgeriyê tên
gotin, gelo hûn naxwazin di berhemên xwe de cih bidin
stranên klasîk an jî gelêrî?
Têkoþîn Spêrtî:
Ji xwe beriya hunermendiyê em þoreþger in, em gerîla
ne, ji bo dozekê em derketine. ji bo wê jî pêwîst
e hunera me li ser þoreþgeriyê bê meþandin, em çanda
þoreþgeriyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê
gel jî. Lê di nava stranên me de stranên
klasîk jî hene. Em pir beþan digrin destê xwe,
dinirxînin û dibêjin. lê bi giþtî
hunera me jî ji wê hunera klasîk bingeha xwe
digire. Li ser wê yekê hûrbûneke cuda heye,
meþandin jî heye. Lê þert û merc, her wiha
derfetên me nahêlin ew yek zêdetir derkevin pêþ.
Her wiha em di stranên xwe de cihekî taybet didin gotinên
klasîk jî.
- Çi piroje an berhemên nû
ji bo paþerojê li ber destê we hene?
Ozlem Mahsum: Wekî tê zanîn
hetanî niha tenê klîba stranên Oremar û
Bêrîtanê pêþkêþî guhdar û
bîneran hatine kirin. Pir berhem li ber destê me hene, ku
hîn ji wan hatine qeydkirin jî lê carê klîb
jê re nehatine kiþandin. Hîn berhemên din jî
hene em dixwazin wekî surprîzekê pêþkêþî
gel bikin. Ji xeynî wê jî her hevala/ê di vê
komê de çend besteyên xwe hene ku tev di dorê
de ne û di demên pêþ de wê bên
qeydkirin û klîb jî jê re bên kiþandin.
- Gelek spas ji bo vê derfeta we
da min, eger gotineke we ya dawiyê hebe kerem bikin?
Em jî gelek spasiya we dikin ji
bo hevpeyvîna we û di xebatên we de serkeftinê
dixwazin.
Tiþtên dijîn hûnera
wê çêdikin
- Bi dîtina we ferqa di navbera
hunera li çiyan û hunera ku li bajaran tê
afirandin çi ye?
Têkoþîn Spêrtî:
Pirseke gelekî xweþ e. Ji xwe çanda çiyan hindek
cudatir e. Eger em vegerin dîroka Kurdan bi xwe jî,
dibînîn ku Kurdan berê li çiyayan xwe
parastiye û jiyane. Her wiha bi wî rengî çanda
xwe jî parastine. Ji bo wê jî hestên çiyan,
zimanê çiyan, xweþikbûna çiyan û
jiyana li çiyan bi serê xwe dibe hunerek. Ew hunera ku
tê afirandin jî dibe zimanê çiyan, ku gelekî
taybet e. Dema ba li pelên daran dixe zimanekî derdixîne,
lawirek zimanekî derdixîne, dengê avê
zimanekî derdixîne, rawestan li ser zinarekî bilind
zimanekî derdixîne. Ev hemû dibine yek û
zimanê gerîla derdikeve holê. Ji bo wê hest û
hunera ku li çiyan tê çêkirin bêguman
xwedî naverokeke gelekî dewlementir û ji ya bajaran
gelekî bihêztir e jî. Ji ber ku ev huner bi jiyînê
re tê afirandin. Tiþtê ku mirov nejî û
berhemên wê çêke di hestê xwe de zêde
kûr nîn e. Ji bo wê jî ez bawer im wekî
Awazên Çiyan, çi berhemên ku em derxin ji
ber ku em li çiyan dijîn û em bi xwe jî
diafirînin û îfade dikin û herwiha wan bi gel
re dikin yek, gelekî cudatir ji yên bajaran çêdibin.
Zuhatiyek di berhemên bajaran de tê dîtin. Pir
caran bala me kiþandiye dema hunermendên ji derve tên
çiyan û piþtre vedigerin û berhemên piþtî
vegerê çêdikin, hêstên wê gelek
ji yên ku berê çêkirine, cuda û
serkeftîtir in.
This entry was posted on 01-04-2008 09:13. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 22 time. You can leave a comment.
Last update on 01-04-2008 09:14 Views: 1208
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 1208