Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê
Huseyîn Mahîr encamên destdirêjiya dewleta
tirk nirxandin
Bersiv da Buyukanit
Ligel hewldana dagirkirina bažûrê
Kurdistanê çapemeniya tirk herî zêdê
nûçeya žehadeta fermandarê HPG’ê Huseyîn
Mahîr (Apê Hus) da. ‘Roja Apê Huseyîn tarî
bû’, ‘Apê Huseyîn nekarî ji Çemçoyê
bireve’ û gotinên bi vî rengî sernavên
rojnameyên tirk bûn. Heke li gorî çapemeniya
tirk bûya niha ji tu fermandarên HPG’ê nedijiyan.
Heta hemû medyaya tirk bi yekdengî digot; devera Zapê
hatiye bidestxistin!.. Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê
Huseyîn Mahîr ku çapemeniya tirk ji bo ku heyfa
Oremarê hilîne agahiya žehadeta wî kiribû
nûçe, pirsên Roj TV’ê bersivandin.
BENDÎNAN - Çapemeniya tirk
diyar kiribû ku Artêža Tirk ‘li ser talîmata
Amerîkayê ji Bažûrê Kurodistanê
vekižiya ye.’ Serfermandarê Artêža Tirk Yažar
Buyukanit ji ber van nîqažan û têkçûna
artêžê ya li bažûrê Kurdistanê hêrs
bûbû û gotibû ‘heke delîlêkê
danin holê ez ê unîformayê xwe bavêjim.’
Endamê Konseya Fermandariya Hêzên Parastina Gel
Huseyîn Mahîr (Kadrî Çelîk) bang li
Buyukanit kir û got: “Pirsgirêka we ji zîhniyetê
ye. Divê hûn vê zîhniyetê ji serê
xwe derxin. Heke hûn wisa nekin, hûnê bibin sebebê
berîhevdana ciwanên kurd û tirk û mirina
wan.”
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê
Huseyîn Mahîr (Kadrî Çelîk) ku
çapemeniya tirk angažtibû ku di demê hewldana
dagirkirina Artêža Tirk a li bažûrê Kurdistanê
de jiyana xwe ji dest daye, bersiv dan gotinên Yažar Buyukanit
ku gotibû ‘bila angažta xwe ya ku dibêjin em li ser
gotina Amerîkayê vegeriyane îspat bikin, ez ê
unîformayê xwe bavêjim’ û wiha got:
“Pirsgirêka we derxistina unîformayê nîn e,
pirsgirêka we ji zîhniyetê ye. Hûn mecbûr
in ku wê zîhniyetê ji serê xwe derxin. Heta
ku zîhniyeta we ev be, hûn ê bibin astengî li
pêžiya gelên Rojhilata Navîn.”
Li hemberî berxwedana gerîlayan
a li devera Zapê Artêža Tirk windayiyên mezin
dabûn. Di nava du hefteyan de baweriya li Serfermandariya Gižtî
ya Tirk žikest û žoka hezîmeta Zapê hê jî
ji ser xwe neavêtiye.
- We bersiveke çawa da êrîža
Artêža Tirk a li ser bažûrê Kurdistanê?
Serfermandariya Gižtî, ji ber
ser hin windayiyên me yên sala 2007’an xwest xwe
serkeftî nîžan bide. Lê belê ligel darbeyên
ku me payîzê li wan xistin, hate zanîn ku ležker
li hemberî gerîlayan nikarin tu serkeftinan bi dest
bixin. Hin nêzîkbûnên wan ên nepixandî
ên ku nava wan pêt hebûn. Ligel destpêkirina
zivistanê bi alikariya derfetên teknîkî
xwestin ku li hemberî gerîlayan encamekê bigirin.
Lê ev jî rastiyeke ku êrîžên dewleta
tirk ên hewayî bandora ku em di asta gerîlatiyê
de bimînin li me kir. Di salên borî de jiyana kampê
li ser me serwer dibû. Êrîžên îsal pêk
hatin em težwîqî girtina hin tedbîran kirin. Vê
yekê xizmet ji bo motîvebûna hêzên me
kir. Hêzên me bi her awayî ji bo êrîžeke
wisa amade bûn.
- Artêža Tirk qey ev
amadekariyên we li ber çavan negirtin?
Artêža Tirk di payîzê
de li Gabar û Oramarê dersa xwe girtibû, lê
qey baž nehatibû fêmkirin, zivistanê êrîžên
hewayî û pižtre jî bi harekata bejayî ya ji
nižka ve xwest encamekê bigire. Li gorî xwe amade bûn
û xwedî plansaziyekê bûn. Lê tižta ku
muxatab xistine žažiyê, ew e ku naxwazin gerîlayên
leheng ên ku Rêber Apo afirandine û rastiya gelbûnê
fêm bikin. Hê jî me wekî kurdê berê
dizanin; dibêjin bi teknîkê, bi tangê, bi
topê em ê wan bitirsînin û tepeser bikin.
Rastî ew e ku ev dewr boriye. Em bi îradeyeke serkeftî,
cesaret û bi israr vî žerî dimežînin. Hemû
amadekarî û plansaziyên dewleta tirk ketin ber
piyên gerîlayan. Bi taybetî berxwedana gerîlayan
a li Zapê û ligel wê xwedîderketina gel ku bi
taybetî li Amedê û li hemû Kurdistanê
belav bûye, operasyon pûç derxist.
- Di vekižînê de bandora
Amerîkayê bingehîn bû?
Artêža Tirk ne bi bandora
Amerîkayê vekižiya. Vekižîn, bi vejîna ruhê
gerîla ya li Zapê û li Žkefta Birîndaran û
li wê derdorê û xwedîderketina gelê me
ya li gerîlayan bû. Lê mixabin ev serkeftina
gerîlayan, her wekî li ser daxwaza Amerîkayê
hêzên xwe vekižandine tê nîžandan. Ev rast
nîn e. Divê herkes vê yekê bizane.
- Li gorî we Serfermariya Gižtî
vê harekatê baž dinirxîne?
Vê operasyonê derseke cidî
daye wan. Em hêvî dikin ku Serfermandariya Gižtî
bi aweyakî cidî û objektîf nêzî
pirsgirêkê bibe. Me daxuyaniya çapemeniyê ya
Buyukanit temaže nekir, lê diyare ku ketine zorê. Dibêje
heke zextên Amerîkayê bêne îspatkirin
ew ê unîformayê bavêje. Divê ev tižt
ji bo Buyukanit bê gotin; pirsgirêka we derxistina
unîformayê nîn e. Pirsgirêka we ji zîhniyetê
ye. Divê hûn wê zîhniyetê ji serê
xwe bavêjin. Heta ku hûn wê zîhniyetê
ji serê xwe navêjin, hûn ê wekî astengî
li ber azadiya gelên Rojhilata Navîn rawestin. Hûn
ê bibin sedema berîhevdana bi salan a ciwanên kurd
û tirk. Hûn ê bibin sedema mirinena belasebep a bi
hezaran ciwanan. Di vê noqteyê de em hêvî
dikin ku encamên operasyona dawî baž binirxînin.
Heke vê yekê bikin ew ê ji bo wan baž be. Bêguman
dê ji bo çapemeniyê nirxandinên cûda
bikin. Lê qet nebe bila di nav xwe de wekî ležkerekî,
bi mêranî nirxandinên xwe bikin.
- Hêviya we heye ku
Serfermandariya Gižtî ya Tirk erdemeke wisa nîžan bide?
Qebûlkirina têkçûna
wan dê ji bo wan bibe serbilindî. Ležkerek divê
bikare berxwedana dijminê xwe bîne ziman. Me ev hêvî
ji wan dikir, lê mixabin ji bo van du kesên (Yažar
Buyukanit û Îlker Bažbug) ku Serfermandariya Gižtî
bi rê ve dibin divê vê yekê bêjim:
Hebûna van a ji bo serkêžiya Serfermandariya Gižtî
ji bo gelê tirk bêžansî ye. Ev kê çi
dihesibînin nizanim, mereq dikim ev ê heta ku derê
gelê xwe bixapînin. Gelo zarokan dixapînin? Em
nîqažan temaže dikin. Bersivê dide rexneyan. Çi
dibêje; ‘heke hêza wan têrî bike bila
saetekê li wir bisekinin.’ Bilêvkirina vê hevokê
ji hêla Serfermandarê Gižtî ve mijara henekan e.
Plansaziya vî karî ya we ye, we amade kir, ev hedef we
danî. Hûn Serfermandarê Gižtî ne, ne serokê
kooperatîfekê ne. Gelo kenê mirovan bi we nayê,
hûn dixwazin çi bêjin?
- Li gorî we di dema brifînga
ji bo çapemeniyê de çima qala helîkoptera
hatiye xistin nekir?
Bala me jî kižand; Artêža
Tirk di pêvajoya operasyonê de derbên cîdî
xwarin. Lê Buyukanit di brîfînga ji bo çapemeniyê
de gotinek bi tenê jî li ser Kobraya ji aliyê
gerîla ve hatiye xistin nekir. Lê dikare vê bibêje;
‘Me her wekî ji nav dohn mû bikižînin, hêzên
xwe pažve kižandin.’ Ev jî ne rast e. Komeke wan di nav
çembera hevalan de ma. Lê mixabin ji ber hin sedeman kom
bi temamî nehate îmhakirin. Lê ev noqte pir girîng
e; hêzeke di çarçoveya plansaziyeke ev qas
berfireh de ketiye Bažûr, mecbûr maye ku xwe pažve
bikižîne. Serfermandariya Gižtî vê pažve
kižandinê wekî serkeftinê nîžan dide. Di
lîteraturê de yekemîn care ku pažvekižandin wekî
serkeftin tê nîžandan. Lê rastî me wateyek
nedaye vê yekê.
- Li gorî we encamên siyasî
yên vê operasyonê dê çibin?
Operasyon û encamên
derketine holê di rojên pêž de dê hê
zêdetir bên nirxandin. Bandora erênî ya
berxwedana Zapê dê bandoreke erênî li ser
serhildana gelê me bike. Serhildanên dê çêbin
û çalegeriya ciwanan dê moraleke mezin bide
gerîlayan.
Hêviya me ev e; muxatabên
me encamên operasyonê fêm bikin û ev encam
bibin wesiteya diyalogê. Lê tižtê ku me ji civîna
çepameniya (civîna çapemeniyê ya Yažar
Buyukanit) ku di rojên borî de pêk hat fêmkiriye,
heman zîhniyet dixwaze kirinên xwe bidomîne. Bi ya
wan ew ê 'dersekê' bidin me. Gerîlayan bêguman
ji van operasyonan dersên mezin girtin. Hêj bipergaltir,
hêj bitedbîrtir û hêj berfirehtir nêzîkûn
divê. Gerîla ev yek fêm kiriye. Dersa Artêža
Tirk a ji vê operasyonê bigire ew e ku, dest ji
nêzîkbûnên bi vî rengî berde. Lê
heke dest ji vê yekê bernedin sala 2008’tan dê
bibe sala žerekî berfireh û têkožînê.
Ev ji niha ve dixuye. Berxwedana Zapê bûye starta vê
yekê.
This entry was posted on 11-03-2008 09:11. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 25 time. You can leave a comment.
Last update on 11-03-2008 09:11 Views: 392
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 392