Bi çavên civaknasa fînî
Krîstîna Koivunen kurd û Kurdistan
SÎBENDAYE SÎSER
Fîniya civaknas
Dîmenên der barê kurd
û Kurdistanê de yên ji çavên Gerokên
Rojavayî her tim balkêþ bûne. Her çiqas hin
ji wan bûbin tevgerên mîsyonerî û hinên
din jî bi niçikên oryantalîzmê hatibin
xemilamdin jî her tim bi baldariyeke mezin hatine þopandin...
Pirsgirêka kurd ev demeke dirêj e ku di rojeva dinyayê
de ye û çavkaniyên ku îro li ber destan in
ji yên destpêka sedsala 20'an gelek û gelekî
pirtir in. Em lêkolînerên îngilîz,
alman, flemenk, ûris û amerîkî dizanin. Lê
ji ber ku ev mînak ji devereke pir cuda ye gelekî balkêþ
e. Kristina Koivunena doktora sosyolojiyê lêkolînereke
çil û heþt salî ye. Dema ku bi deh salan beriya
niha teza xwe ya doktorayê amade dikir kurd nas kirin. Bi
tevahî 16 caran diçe Kurdistanê û di cara
dawî de tê dersînorkirin. Di wan deman de li welatê
xwe Fînlandiyayê di gelek rojname û kovaran de
dused û pêncî gotar dinivîse. Bi navên
“Li Kurdistanê Çay”, “Serhildan”, “Rêbernameya
Gera Baþûrê Rojhilat” sê pirtûkên wê
tên weþandin. Va ye bi çavên yeke fînî
kurd û Kurdistan...
- Dikarî hinek qala serdanên
xwe yên Kurdistanê bikin?
Serdana min a pêþî di
Newroza 1997'an de bû. Ez çûbûn Amedê
wê demê. Ji wê rojê heta kanûna 2006'an
bi 16 caran çûme Kurdistanê. Ev ger hemû
têkildarî xebatên min bûn. Di her çûnê
de li bajarên cuda mam.
- Çima Kurdistan, çima
kurd?
Ez di salên 1990'î de li
zanîngehê di programa masterê de bûm. Dema ku
min teza xwe hildibijart, mijara ku danîn ber min 'civakên
misilman ên li Fînlandiyayê penaber' bû. Wê
demê li Fînlandiyayê wekî misilman û
wekî penaber du civakên cuda hebûn. Yek ji van
solamî ya din jî kurd bûn. Hilbijartina min a
kurdan tiþtekî tesadufî bû. Belkî jî
ez wê demê fikirîme ku mijareke hêsan e ji bo
lêkolînê. Lê dû re min kurd nas kirin û
min dît ku ew fikra min ne di cî de bûye. Di encamê
de; ji ber ku kurd li dewletên cuda dijîn, adet û
kevneþopiyên wan, nêrîna dewletan a li ser
lêkolînên der barê kurdan de û sedemên
din ên wisa lêkolîna min zortir kirin.
- Sedema ku we dest bi xebateke der
barê kurdan de kiriye, kurdên ku li Fînlandiyayê
dijîn e. Li welatê we çiqas kurd dijîn?
Rewþa wan çawa ye?
Li welatê min nêzîkî
5 hezar kurd dijîn. piraniya wan ji Dêrsim, Mêrdîn
û Nisêbînê ne. Piþtî ku min Kurdistan
nas kir, min dît ku kurd çawa li Kurdistanê dijîn,
bi wî awayî li Fînlandiyayê jî dijîn.
Lê divê ez vê jî bêjim, her çiqas
hejmar hindik be jî, kurdên li Fînlandiyayê
dijîn bi pirsgirêkên xwe re eleqedar in.
- Divê we wekî sosyologekê
ji 16 seyehatên Kurdistanê pir sûde wergirtibe.
Piþtî van seyehatan we hilberînên çawa
derxistin holê?
Bi dîtinên xwe yên di
seyehatan de, bi agahiyên der barê pirsgirêda kurd
de ku min wergirtine min gelek berhem derxistin holê. Di wê
demajoyê de min dused û pêncî gotar
nivîsandin û di rojname û kovarên fînlandî
de hatin weþandin. Sê jî pirtûkên min hatin
weþandin. Didu ji van “Li Kurdistanê Çay” û
“Serhildan” ji dîtinên min ên sosyo-polîtîk
ên der barê kurdan de pêk tên. “Rêbernameya
Gera Baþûrê Rojhilat” jî rêbernameyeke
alternatîf a tûrîzmê ye. Niha li ser pirtûka
xwe ya çaremîn dixebitim. Dibe ku di payîza bê
de bidim weþandin. Ya rastî min hê weþanxaneyek
nedîtiye. Wekî din jî, ji ber pirsgirêkên
aborî, nizanim ka ez ê bi tiþtên çawa re rû
bi rû bimînim. Dixwazim pirtûka min a bi navê
“Serhildan” ji bo îngilîzî bê
wergerandin. Lê wekî ku min gava din jî got,
pirdgirêkên aborî hene.
- Hûn wekî nivîskar û
lêkolînerekê rewþa ronakbîrên
Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Ez nikarim rewþa xwe û ya wan
bidim ber hev. Li Fînlandiyayê tenê ez heme ku der
barê pirsgirêka kurd de lêkolînan dike û
dinivîsîne. Û ji dewletê tu piþtgiriyê
nastînim. Ji ber vê yekê jî nikarim bi awayê
ku dixwazim bixebitim. Lê divê em rewþa nivîskarên
ji Tirkiyeyê bi awayekî din hildin dest. Di bin
zordestiya dewletê de ne, pêkan e ku bi hêsanî
bên girtin. Ji bo wan lêkolîn û nivîsandina
der barê pirsgirêka kurd de dijwartir e. Lewre rîska
lêkolîn û nivîsandinên der barê
vê mijarê de pir e. Ya rast, ji bo min jî ne hêsan
bû. Lê ji ber ku ez der barê kurdan de lêkolînan
dikim, ez xwe wekî biþans û taybet hîs dikim.
Çiqas ku ez gelê kurd çêtir nas dikim, ez
çêtir dibînim ku gelekî germ û taybet
e. Ez plan dikim ku zêdetir xebat der barê kurdan de
bikim.
- Dema ku mirov li lêkolînên
we dinêre, mirov dibîne ku der barê pirsgirêka
kurd de hûn bi tecrûbe ne. Li gorî van tecrûbeyên
we, li gorî we çareseriya pirsgirêka kurd çawa
dibe?
Li gorî min, riya tekane ew e ku
çareseriyeke polîtîk ku aliyan memnûn bike
bê dîtin. Li Tirkiyê çiqas ku zordestî
û þîdeta li ser kurdan bê zêdekirin,
daxwazên kurdan û têkoþîna wan dê
gurtir bibe. Heke ev pirsgirêk di destpêka salên
90'î de bi dana mafên polîtîk û çandî
hatibûya çareserkirin dê ewqas xwîn
nehatibûya rijandin. Lê ji salên 90'î ve
daxwazên kurdan hatin guhertin. Yekîtiya Ewropayê
di xala çareserkirina pirsgirêka kurd de pasîf e.
Li gorî min divê ku YE aktîftir be û ji bo
çareseriyê zorê bide Tirkiyeyê. Tê
zanîn ku kurd li çar aliyên Ewropayê belav
bûme. Dibe ku neçareserî, çalakî û
þîdeta li Tirkiyeyê bigihîje heta Ewropayê
jî. Di rewþeke wisa de dê ewlekarî û aboriya
dewletên Ewropayê bikeve xetereyê.
- Hûn bawer dikin ku pirsgirêka
kurd ji hêla hikûmeta AKP'ê ve bê
çareserkirin?
Heta niha min tu gaveke ji bo
çareserkirina pirsgirêkê nedîtiye. Hukûmeta
AKP'ê beriya hilbijartinan ji bo demokratîkbûn û
çareserkirina pirsgirêka kurd hin soz dan. Hê
beriya salekê qala rastiya kurd û pirsgirêka kurd
kirin. Lê ji bo çareseriyê tu tiþt nehat kirin.
Bawernakim ku bê kirin jî.
- Hûn der barê dahatûya
Têkoþîna Azadiya Gelê Kurd de çi difikirin?
Li gorî min, heke pêvajoyeke
çareserkirinê neyê destpêkirin, têkoþîna
gelê kurd û xebatên ku ji bo vê têkoþînê
tên kirin dê bihêztir bin. Em dikarin di dîrokê
de û di roja me de jî mînakên ji bo vê
bibînin. Wekî mînak, em di pirsgirêka
Filîstînê de vê dibînin. Wekî
pirsgirêkeke çaresernebûyî disekine. Lê
têkoþîna wan hê jî didome û mirov li
hemberî van pirsgirêkan aktîf û polîtîk
in. Ev tiþt ji bo pirsgirêka kurd jî derbasdar e.
Dikarin di demeke kin de pirsgirêka kurd çareser bikin.
Dibe 10 sal an jî zêdetir jî bajo. Li gorî
min ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tenê
gavek maye. Dema ku em bifikirin dê di pêvajoya bê
de dewleta Kurdistanê bê avakirin û aþtiyek pêk
bê wê demê dê pêvajoyeke nû dest
pê bike. Ev; avakirina hikûmeta kurd, avakirina pergala
perwerdehiyê ya kurd, afirandina qadên civakî û
çandî, veavakirina gundên hatine þewitandin,
sazkirina dewlekete demokratîk. Yanî afirandina pêvajoya
aþtiyê tenê gava yekemîn e. Piþtî wê
ji bo sazkirina pergaleke demokratîk dê gelek dem bivê.
- We qala girseyeke mezin a kurd kir a
li Ewropayê kir. Li gorî we, ji bo demokratîkirina
Tirkiyeyê ev girse dikarin çi bikin?
Di wateya civakî de, têkoþîna
kurd di 80'an de derketiye. Ev derketin wekî têkoþîneke
çekdarî bûye. Dema ku em rewþa Tirkiyê a wê
rojê li ber çavan bigirin, ji têkoþîneke
çekdarî pê ve tu rê ne gengaz e.Ya rastî,
têkoþîneke demokratîk ne gengaz bû. Piþtî
vê derketinê aktîvîstên polîtîk
û derketina partiyên siyasî dest pê kir. Lê
ev partî ji hêla hikûmetan ve hatin girtin. Bi
kurtî, riya têkoþîna demokratîk hat girtin.
Ciwanên ku li Ewropayê perwerdehiyê dibînin
divê xwe di hêla dîplomatîk ve pêþde
bixin. Divê di hêla çandî de jî
xebatên profesyonel bên kirin.
Careke din neçû
- Piþtî kanûna 2006'an
careke din neçûyî?
Na. Lê ne ku neçûm.
Ya rast, min nekarî herim. Digel ku pêvajoya berê
zortir bû jî 15 seyehatên min ên pêþî
bê pirsgirêk derbas bûn. Lê di seyehata dawî
de ji hêla polîsan ve hatim desteserkirin û
dersînor bûm. Dema ku hatim dersînorkirin,
rayedaran tu belgeyeke fermî nedan min, tenê gotin ku ez
ê nikaribim careke din werim Tirkiyeyê. Bi rastî ez
jî nizanim wan li gorî çi wisa got. Li
Fînlandiyayê der barê vê mijarê de min
bi parêzeran re hevdîtin kirin.
This entry was posted on 13-03-2008 09:57. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 25 time. You can leave a comment.
Last update on 14-03-2008 16:03 Views: 204
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 204