Di dirêjiya dîroka gelê kurd de pir
serpêhatiyên balkêþ rûdane, lê mixabin ev rêdanên nehatine nivîsîn piranî winda
bûne, bêyî ku dîrok mifayekî jê bibîne. Lê bi kêmasî hind serpêhatî mane. Ew jî
li ser zarê xelkê hatine parastin, lewma ez pir giring dibînim weke erkekê
mirovîn û dîrokî her nivîskarek ji aliyê xwe xemê ji vî babetî bixwe û van
serpêhatiya binivîse da ku ji windabûnê bên parastin û toxmên li paþ me jî sodê
jê bibînin.
Li gundê (Ure) li herêma Berwariyê bala
Kurdistana Baþûr, malbatek hebû ji pênç bira û xwîþkekê pêk hatibû, weke hemû
dizanin kevneþopiyên civaka kurd bi taybet li gundan, pêwîstî bi karkirina hemû
endamêm malbatê bi keç û kuran ve heye, di vê malbatê Eyþê keça yekan e bû,
keceka pir bi kesayetî û bixwebawer û bihêz ji bo karî. Karê wê li hemberî her
pênç birayên wê bû. Karê pezî û þivan dara maziyan karwanan hemû karên jin û
mêran dikir, her wiha jineke xwe ragir bû. Kesê nedikarî bi hêsanî lê temaþe
bike.
Nav û dengê wê li hemû herêmê belav bûbû,
lewre kesê di xwe re nedidît wê ji xwe re bixazê. Wê jî nedixwest þo bike
(bizewice). Ji ber ku wê nedixwest bikeve jêrdestê çi mêran wê xweþî ji jiyana
xwe ya keçînî û azad didît. Birayên wê dixwest wê biden þo lê nediwêran wê
babetê li gel wê vekin, ev zîrekî û bi xwe bawerbûna wê keçê ji bo birayên wê
bûbû pirsgirek ji ber axaftinên xelkê.
Rojekê birayên wê got em ê te bidin þo. Wê
jî got baþ e. Eyþê dane xortekî li gundekî nêzîk. Roja daweta Eyþê hemû kêf û
þahî bû, lê piþtî bû þev û zava birin cem bûkê, her kes çû mala xwe. Eyþê weke
tê naskirin jineke pir bi hêz bû wê xwe li zavayî da û zava xiste bin destê xwe
û bi werîsekê ve girêda û dana ser kolikê mirîþkan. Eyþê li hespê xwe siwar bû
her di wê þevê de vegeriya malbata xwe. Wê nexwast ew weke miroveke azad
girêdayî mêrekî be û mêrek hikûmdariya wê bike. Ji ber vê yekê þevekê her pênç
birayên Eyþê bi hev re hewil da Eyþê bikujin her pênc bira Eyþê xiste bin destû
piyên xwe û Eyþê xendiqand.
Êrê guneha mirovekê çiye ku bixwaze bi
serbestî bijî, lê bi sedema kevneþopiyên civaka feodal, bi hezaran jinên pîroz
weke Eyþê di vê rê de winda bûne. Lê Eyþê navekî nemir li paþ xwe hiþt, lewma
heta niha jî ger jineke zîrek û xwedî þiyan û kesayetî be, jê re dibêjin Eyþa
Butar.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 31-01-2008 07:57. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 17 time. You can leave a comment.
Last update on 31-01-2008 07:57 Views: 286
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 286