Li gorî pêzanînên zanistî yên
taybet diyar dikin ku zêde anîna zarokan bandoreke nebaž li ser
tenduristiya jinê dihêle. Mînakên vî žêweyê jêrîn:
1 - Dibe sedema westana ležî û
hundirîn li ba jinê.
2 - Dibe sedema ji destdana hind
regezen bingehîn di ležê jinê de û regeza herî girîng jî
(Kalîsiyem)e û nebûna vî regezî jî dibe sedema jinavçûna
hestî û didanên jinê.
3 - Her wiha dibe sedema xwîn
berbûneke dijwar li ba jinê.
4 - Dibe sedema kêmbûna xwînê li ba
jinê û jin rastî hind nexwežiyên din yên tirsinak dibe.
5 - Dayik her tim westiyaye.
6 - Dema wê hemû ji bo zarokên wê
diçe bêguman ev jî li ser hesaba giringî nedan û jibîrkirina
xwe.
7 - Zû zû anîna zarokan û temenê
wan nêzîkî hev dibe sedema têkçûna hundirê jinê û xerabûna
psîkolojiya wê, ji ber ku di çarçoveya tengê zarokan de dimîne
û ji civakê dûr dikeve bi vê yekê bawerî bi xwe namîne û
kesatiya wê zeîf dibe.
8 - Her wiha dubare anîna zarokan li
ser zarokî bi xwe jî tirsnak e û dibe zarok tewaw nebe yan
zarokekê nedurist wate (mižeweh) be.
9 - Zarok anîna jinê di temeneke
mezin de zêdetir bandoreke xerab li ser zarokan dihêle ku zarokeke
nedurist yan(menxolî )be.
10 - Ji aliyekî din ve dayika pir
zarokan bîne her tim dudil e ji ber ku ew nikare hemû zarokên xwe
wek hev xizmetê jê re bike lewma dilê dayikê her tim bi guman e.
Li ser vê mijarê nujdarên taybetmend zelal kiriye ku di navbera
zaroyekî û yekê din herî kêm 3 sal pêwîst in. Da ku zarok
hinek mezin bibe û her wiha endamên dayikê jî bêhindanekê bike.
Em dikarîn bêjîn sedemên pir anîna
zaroyan ev in:
1 - Kevnežopiyên civakî,
2 – Nexwendin û nezanîn,
3 - Kêmbûna astê roženbîrî,
4 - Bandora olî.
Ger mirov bala xwe bide ser malbatên
ku zêde zarokan tînin ji ber vê yekê ye ku li destpêkê jinê
keç dibin û mêrên civaka me jî kor divên. Li ba mêrî ne
tenduristiya jinê ne girîng e jin zêde ji 10 zarokan bîne madem
çi jê ne kor in. Merê civaka Rojhilata Navîn ji bilî wê zehmeta
jin bi zarokanînê ve dibîne
Derdora me hemûyan ew jin heye 10 keç
anîne, lê dîsan mêrî ev guneh kiriye ya jinê û jinek din ji
xwe re aniye da ku kurên wî hebin. Lê mêrên civaka me nizanin
peywendiya jinê bi destnîžankirina toxmî ve nîn e belkî hind
sedemên zanistî ne, lê dîsa ji bo mêrên ku dixwazin kurên wan
hebin bila jinan hind îžkence nedin bi anîna zarokan ew dikarin
biçine ba nûjdarên peywendîdar û niha sanst pêžda çûye û
dikarin ji bo xwe kuran destnîžan bikin.
Lê zêde zarokanîn herî bêhtir
bandoreke nebaž li ser dayikan dike. Her wiha li ser civakê jî
dike, ji ber ku dayik û bav nikarin hemûyan baž xwedî bikin ji
ber sedemên aborî.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 01-05-2008 08:45. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 01-05-2008 08:45 Views: 74
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 74