Xwêndekarên hêja, ji
bo berdewamîkirina karê me li ser jinê pêwîst
e em hemû aliyên jiyana jinê ya civakî, olî
kevneþopî û her tiþtên ku rojane jin dijî
bê þerm û tirs bînin ziman da ku bes birînên
me kûr bibin.
Ji aliyekî din ve pêwîst
e hinek em ji çarçovê þermkirinê derkevin
û pirsgirêkên zanistî ku dibine sedema
jinavbirina jiyana hin kesan yan þermeyariya wan bînin ziman.
Weke tê zanîn ku ji dema berê heta niha perda
keçiniyê ne bi tenê ba kurdan lê ba
Rojhilata Navîn hemûyê pir girîng e û
bi þêweyekî girêdayî man û nemana keçê
ye. Di hemû olên asmanî jî de dîsa pir
girîng e, wekî em hemû di civaka Rojhilata Navîn
de dijîn bi taybetî civaka kurdî pir girîngî
daye vî babetî û perda keçinî bûye
pîvan ji bo rewþên keçên serfiraz. Weke em
hemû vê jiyanê diþopînin me pir caran
bihîstiye bûkek ji çi ji aliyê mêrê
keçê ve yan malbaba keçê ve keç di
bûkîniya xwe de tê kuþtin û tê
nefetkirin bêguman bandora wê ya nêgetîf li
ser xwîþkên wê jî dibe ku kes wan ji xwe re
nevên ji ber ku dibêjin ew xwîþka wê ye ya
ku ne keç û serê malbata xwe tewandî.
Bi taybetî ev bûyer di nava
civakên feodal de heta niha jî berdewame, wekî em
hemû di van salên dawî de dibînîn ku
kuþtina keç û jinan zêde bûye û þeref
û namûsa malbatê hemûyê girêdayî
cinsa jinê ye. Lê em dikarîn bêjin erê
ev perda keçinî girêdayî pîvanên
wê yên exlaqî ne? Li ser vê mijarê bi
taybetî piþtî hinek jiyan pêþdeçûyî
û rastiyên veþatî ronî dibe, lêkolîn
li ser vê yekê hatine encamdan û niha pir hêsan
ji bo xweyabûna keçiniyê. Wekî nûjdarên
taybet xweyakirî ne merc e ku þeva bûkiniyê keç
xwînê bibîne û xwîn bibe pîvana
keçîniya wê. Ji ber ku weke nûjdaran
xweyakirî ku ew perda keçinî li ba hind keçan
pir nazik e dibe di demê biçûkatayî de ev
perde bidire bi taybetî di dem pisiklêtê siwar
dibin yan li hespan siwar bin yan jî keç sportê bi
bizav bike yanî jî tiþtekî giran raket ev yek
bandorê li ser perda keçinî dike û perde
namîne, û di encamê de çendî keça
xwe parastî jî be lê dîsa çaxê
ew bûk wê xwîn nedît wate evê keçê
tiþtek kiriye pêwîst e bê kuþtin.
Keç rica bike û sond bixwe
û bi xwe bawer be jî lê dîsa fayde nîn
e kes jê bawer nake. Êdî ew di nava civakê de
þermezar bû, ji aliyekî din ve hinek nûjdaran
xweya kiriye ku leþê hind keçan zikmakî weke
lastîkê ye (metatî)ye wê demê keç
xwînê weke nîþana keçinî nabîne
dîsa ew jî dibe þermezarî, niha cîhan pêþve
çûye û çi þerm di zanistê de nîn
e, lewma pêwîst e xelkê me bi taybetî mêrên
kurdan hind di mejîhiþk nebin ji bo bawerî ew dikarin
serî li nûjdarê taybet bidin û ew ê jê
re rewþê þirove bike ka keç e yan na.
Hêvîdar in êdî
bes keçên me yên pak û zelal bibin qurbanên
kevneþopiyên olî, civaka feodal ger reþek wiha peyda
bû hûn dikarin bi aqilane vê pirsgirêkê
hel bikin. Hêvîdar in êdî em kurd jî
hinek ber bi pêþdeçûnên jiyanê ve
biçin û pirsgirêkên xwe bi riyên
zanistî çareser bikin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-04-2008 08:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 24-04-2008 08:42 Views: 141
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 141