• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Miryemxana Bêduhî
Miryemxana Bêduhî Binivîse E-posta
 

Weke tê zanîn di dîroka gelê kurd de di nexþeyê kurdistana mezin de, pir jinên jêhatî û xwedî þiyan û rûmet nav û dengên wan belav bûne di hemû warên jiyanê de, mînak pir in lê mixabin piraniya wan hatine windakirin ji ber nebûna lêkolînan û her wiha bêxemiya civaka me ku girîngî nedaye wî aliyê jiyanê. Pir caran jinên kurd berpirsiyariya gund û civakan girtiye ser milên xwe.

 Di demekê de ku çi mêrên xwedî kesayetî nebûne jinan cihê wan girtîne. Yan jî çaxê mêr berpirsyarê civakekê be û bimire û wî çi kurên mezin nebin bê dudilî jinê ew berpirsyarî bi serfirazî wergirtiye, ta ku niha jî navên pir jinên jêhatî di civaka me de mane ku cihê serfiraziyê ne. Lê pêwîst e her kes ji aliyê xwe hewl bide ku van navan ji mirinê biparêzin. Bi riyên xwe bigehînin mirovên nêzîkî wan jinên jêhatî da ku rastiya xebata wan bibînin ziman û ji bo dîroka jinên kurd bibin çavkanî û arþîv. Niha em ê qala jineke jêhatî bikin ew jî Xanima Miryemxana Bêduhî ye.

Miryemxan, jineke ji Kurdistana baþûr herêma berwarî bal gundê Bêduhê ku dikeve ser sînorê Kurdistana bakur. Tê zanîn ev jin li dawiya sedsala 19’an de û destpêka sedsala 20’an de, bûye rêber û berpirsiyara gundê xwe ku Bêduhê ye, ev jin xwedî kesayetiyeke bihêz bû jineke birûmet û serbilind bû, wê bi dirêjiya temenê xwe de rêveberiya gundê xwe Bêduhê kiriye ku di wê demê de hejmara wî gundê nêzî 500 malbatan bû. Evê jinê li hemberî her pirsgireka gundê xwe xwe berpirsiyar didît.

Xelkê gundî rêzeke taybet ji bo digirt, ji aliyê mîrî ve her nameyek yan civînek hebaye ewê nêwneratiya gundê xwe dikir. Di çaxekî de ku îngilîz li Iraqê bûn ew her car bi rêkûpêkî siwarî hespê xwe dibû û beþdariya civînên ewlekarî dibû. Wê pirsgirêkên gundê xwe dianîn ziman û mafên wan diparastin. Tê zanîn ev jineke dadwer bû her kêþeyeke civakî rûdaba yekser diçûn ba xanima Miryemxan û wê bi þêweyekî dadwerî çareserî jê re didît.

Roj bû rojê navdariya wê li hemû herêmê belav bû, êdî ger pirsgirêk li gundekî din peyda biba dîsa dihatine ba Miryemxanê ji bo dîtina çareseriyê. Evê Xanimê ta dawiya jiyana xwe þiyanên xwe ji bo xizmeta gundê xwe bi serfirazî bi kar anîn, ta niha jî her kes pesna Miryemxanê dide.

Ez bawerim mînakên wê di Kurdistanê de pir in lê mixabin ber bi windabûnê ve diçin. Bêguman serkeftina kesayetiyên wiha jî nîþanên pêþveçûna civaka kurdî ye ku rê li ber jinan veke û þanaziyê pê bikin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

08-11-2007 09:24 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 08-11-2007 09:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 33 time. You can leave a comment. Last update on 08-11-2007 09:24
Views: 500    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;