• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
13
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Mafên jinên Kanadayê
Mafên jinên Kanadayê Binivîse E-posta
 
Wekî tê zanîn li wîlayeta Kebek yan parêzgeha Kebêk ta salên 1627’an rewþên jinên Parîsî tê de ber bi çav bûn, ku jinên þiyar û li ser xwe û çalak bûn, di warê fêrbûn, tenduristî û karên din de. Ew jin jî ji van kesan pêk hatibûn Rez Marî du Enkrnasyon, Can Mans, Magirêt burjuwa û Magirêt û Dnyoyl. Nêzîkî sêsedsalan jinan di hemû waran de xebateke berbiçav da meþandin. Tê zanîn ku ev jinên bîjin bûn yan bêmêr bûn an ku ji mêrên xwe veqetabûn yan mêrên wan mirîbûn.

Tê zanîn ku sedsala bîstan bo demeke zêrîn ji bo doza jinên Kenedî, wekî hemû herêmên din yên cîhanê, ku guharîneke berbiçav li cîhanê xweya dikir. Encumena Milî ya jinan bi alîkariya federasyona mîlî ya Can Batîst û bi alîkariya Marî jorin Lajwa û kovara wê ya bi navê Labon Parol ku yarmetî derekî bingehîn bû ji bo vê gurankariyê/guherînê.

Di sala 1908’an de destûra xwendina bala ya keçan hate dayîn, dîsa di 28’ê tîrmehê sala 1916’an de li parêzgeha Manî Topa, ku Mek Klang desthelateke baþ tê de hebû, yekemîn yasaya Kenedî dana ku tê de mafê dengdana jinan hate qebûlkirin.

Her wiha di sala 1921’an de Enîs mek Fayl yekemîn jin bû ku bo nûneriya encûmenê hate hilbijartin. Dîsa di sala 1929’an de yekitiya mafên jinan bi mabesta baþkirina rewþa qezayî ya jinan û zewacê li Kebek bi hemû þiyanên xwe xiste kar.

Jinên Kenedan di sala 1940’an de, karîn mafê dengdanê bi dest bînin. Her wiha federasyona jinên Kebekê daxwaza rakirina bêbeþkirina mafê jinan yê qezayî yên jinên Kebekê kir û karîn di wê yasayê de di sala 1964’an de bi piraniya dengan biryar li ser hate dayin, ku bigehine armanca xwe.

Ji aliyekî din ve li Kenedaya Îngîlîz de, ta wê demê her yasaya ûrfî her mabû. Ji aliyekî din ve yasaya di sala 1951’an de ku peywendîdar e bi þert û mercên jiyana Sore pêstan ve û Eskîmoyên li Keneda, li ba wan waye ku jina Sorepêst digel yekê ne Sorepêst da bizewce, êdî bi Sorepêst nayê naskirin û li hemberî yasaya Keneda hemû mafên xwe yên peywendîdar bi Sorpêst ve ji dest dide.

Ew dê ji dayik û babên xwe cuda dibe û êdî nikare li wê derê cih bigire û hemû mafên xwe li herêmê ji dest dide. Her wiha zarokên wê jî bi Sorepêst nayên naskirin, weke ji civaka xwe ya sorepêstan derdikeve û hemû nirxên xwe yên çandî û civakî di wê civakê de ji dest dide, belkî nikare careke din bo welatê bab û kalên xwe vegere.

Tê zanîn ku mafê Sorepêstan ji bo jinên Sorpêst digel hemû encumenên din xebatê dikin, ji bo gihîþtina wekheviyê di nava Sorpêstan de li hemberî yasayayê.

Dîsa komisyoneke mafê mirov organa ewlekarî û encûmenên jinan xebateke baþ dimeþînin ji bo baþkirina rewþa jinan li Keneda û xistiye ber behs û lêkolînan.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 


03-04-2008 12:27 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 03-04-2008 12:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment. Last update on 03-04-2008 12:27
Views: 158    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;