Ji bo zêdetir jinên me roþinbîr bibin û
haya wan ji dîroka jinan
hebe pêwîste mirov ji çarçoveyê herêmî derkeve û jinên ku di jiyanê de têkoþîn
dane binasin. Îcar em ê xanimeke din ya hunermend di warê peykertaþiyê de bi we
bidin nasandin ew jî xanima Madam Tosu ye.
Madam Tosu kiye?
Tê zanîn madam Tosu navê wê yê rast Marî An
Xiroþwltz e di salên 1761 û 1850’an de li Strasborge ji dayik bûye. Tê zanîn ev
xanim navdartirîn jin bû di çaxê xwe de. Di wî çaxî de ku jin hemû di qada
jiyanê de winda bûn. Lê vê jinê bi baweriya îrada xwe karî hemû astengên di
riya xwe de qut bike û di riya xwe ya hunerî de serkeftinê bi dest bîne, vê
xanimê karî navekî ji bo xwe peyda bike. Bi þêweyekî ku navê wê li ser hemû
zimanan bû li cîhanê. Vê xanimê li bajarê London
saziyek ji karê xwe re ava kir û li cada Marîlyo wê mozyoma xwe ya bi navê
Mozyoma Mom vekir. Vê xanimê peykerê Volter beriya mirina wî bi 3 mehan çêkir
ku ta niha ev peyker di Mozyoma wê de heye, her wiha bi sedan peykerên
kesyetiyên dîrokî wê afirandîne.
Di sala 1774’an de Loysê þazdan û Marî
Antwanet hatine ser textê þahatiyê. Wan her duyan pir hez ji hunerê û
hunermedan dikir. Lewma wan xwest ku ew seredana Mozyoma Marî bikin bi vê yekê
peywendî di navbera Marî û Medam Elîzabêta xwîþka Þahî de bi hêz ketin. Tê
zanîn xwîþka Þahî daxwaz ji xanima hunermend Marî kir ku biçîte Koçka Vêrsayî
di gel wê bijît da ku ew jê re li ser huner pêzanîn nîþanî bide û li wir bû
cîgir û hevala wê. Lê xanima Marî di demên xwe yên vala de peykerên malbatên
þahan û kesayetiyên wan çêdikirin. Tê zanîn navdatirîn kesê ku di wê demê de di
gel de rûniþtî di sala 1783’an de Binyamên Frenklîn bû ku di wê demê de Balyozê
Welatên Yekgirtî yên Amerîkî bû li Fransayê. Xanima Marî di dawiya jiyana xwe
de peykerek ji bo xwe çêkiriye ku temenê wê 81 salî bû.
Dîsa xanima Marî jûrek li hemberî Mozyoma
xwe girtibû da ku ji nêz ve çavdêriya Berhemên xwe bike. Xanima Marî piþtî
afirandineke bêsînor di warê peykertraþiyê de di sala 1850’an de xatira xwe jî
jiyanê dixwaze. Paþê Mozyoma wê ma di destên kurê wê Firensîs de dîsa wî jî ev
nama mirovatî da destê kurê xwe ji bo berdewamî pêdan, bi vî awayî jin dikarin
þiyanên xwe bidin nîþandan.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 01-11-2007 07:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment.
Last update on 01-11-2007 07:39 Views: 547
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 547