• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Li Mezopotamyayê mafên jinan
Li Mezopotamyayê mafên jinan Binivîse E-posta
 

Weke tê zanîn ku di destpêka dîrokê de jinan jiyan afirandine û bingeha þaristaniyê daniye. Pir qonaxên sext qetandine ta ku heta îro her wiha di gelek þaristaniyê de ji gelên cîhanê wekî sembol bûne xwedawenda ku ta îro jî þûnwarên wan mane.

Dema dîrok hatiye nivîsandin, em dikarin pîroziya jinê di hin qonaxan de wekî qanûn bidin xuyakirin ku Mezopotamya dergûþa yekemîn ya qanûnan e û di dîroka mirovatiye de bi þêweyekî di danîna her qanûnekê de bendên girêdayî jinê hene wekî endameke girîng di civakê de. Weke rêz lê tê girtin û pîroz mînaka nivîskarekî serdema Babil de bi vî çavî li diya xwe dinêre wekî xêr û bereket dibêje dayika min barana asîman e. Ev awaye ku baþtirîn tovê þîn dike.

Tê zanîn yekemîn qanûn di dîroka cîhanê de qanûna Orokacîna ye li salên 2400 P.Z. ku li ser destê yekemîn hakimê Legiþ hatiye nivîsîn di van qanûnan de pir çaksazî ji bo xizmeta mirovatî hatin encam dan hin ji van bendan girêdayî jinê bûn. Her wiha di qanûna Or nemu de di salên 2113-2096 P.Z. bi zimanê Sumerî hatiye nivîsîn xala 22 di vê qanûnan de girêdayî jinê ye û berevaniyê jinê dike bi taybetî di dema zewac û telaqê de û mafên wê diparêze, dîsa di qanûnan de Lebt Eþtar de hind bendên qanûnan girêdayî jinanê bi taybetî berevaniyê ji jinan dike. Dîsa di qanûna Iþnona de ku bi zimanê Ekedî nivîsandiye, hin çaksazî wekî parastina mafê jinê di hin bendan de dest nîþan dike. Tê zanîn ev qanûnê sedeyekê li pêþ qanûnên Hamurabî bûne û pir xalên hevbeþ di gel hevdû hene. Lê qanûnên Aþoryan li ser zorî û pergala ji hemû aliyan ve hatibû danîn.

1 - Ger mêrê jinê nexweþ be yan mirî be û jin tiþtekî ji malê wî bibe li gorî xala 23’yan jin tê sêdaredan.

2 - Ger mêrekî, mêrek di gel jina xwe dît û îspat kir li gorî madê 15 herdu tên sêdaredan.

3 - Li gorî xala 40 jina serbest nabîn bêhîcab derkevin ger li gel mêrê xwe jî be, keça Þonekirî hîcab nabe, jina zinaker hîcab nabe û her kesê jineke zinaker bi hîcab dît bibe qesrê dê cilên wê hemûyan ji ber bikin, dîsa di 50 caran cel de den û rûnê kelkirî bi serî dakin, li hemberî vê yekê ger mêrekî jineke zinaker dît û negirt dê wî kesî 50 caran celde den û cilên wî ji ber bikin dîsan dê herdu guhên wî kon kin û li piþt serê wî girêdin.

4 - Li gorî xala 59 ji bo mêrî heye jin xwe celde bide û porê wê bikêþe dîsa herdu guhên wê kon bike çendî îþkence bide destûr daye.

Qanûnên Hamurabî ji 282 bendan pêkhatiye û girîngiyê dide avakirina malbatan. Di madê 128 de bi zewaca þerî de peywendarî pêwîst e her jin û mêrek bi zewicin, peymana zewacê mohr bike. Li gorî madê 232-129 ger mêrekî jina xwe bi xiyanet tawanbar kir û belge nebin pêwîst e jin xwe bavêje di robarê pîroz de wekî xwekujî dîsa ji bo li hemberî mêrê xwe bêguneh bê dîtin. Li gorî madê 141 de ger jinek di mala mêrê xwe de bijî û mêrê wê li mal nebe jin îsrafê bike an rûmeta wî biþkîne û ji aliyê merive hate serastkirin mêr dikare jina xwe berde, bernede dikare jineke din ji xwe re bîne û jina yekan wekî dayikek di mal dê bimîne.

Di qonaxa derketina olan de jî dîsa ew olên xwedî pirtûkên pîroz piranî çavkanî ji mîtolojiya û qanûnên kevin girtin e û bi þêweyekî bandora wan li ser jiyana îro mane.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

27-12-2007 08:08 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 27-12-2007 08:08. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 26 time. You can leave a comment. Last update on 27-12-2007 08:08
Views: 495    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;