• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Žemī
17
gulan
Mal arrow Cemīl Bayik arrow Jinźn filistinī ū žorež
Jinźn filistinī ū žorež Binivīse E-posta
 
Jin wekî mirov di hemû qonaxên jiyanê de li gorî derfetan di hemû warên jiyanê de xwedî berpirsyarî bûye, bi taybetî di warê welatparêziyê de. Mînakên vê yekê li cîhanê pir in ku di nava žorežên her gelî de jinê jî li gorî žiyanên xwe bi hemû riyan beždarî kiriye. Çi bi keda xwe çi bi nanê xwe çi jî bi dilê xwe, di nava pir žorežên gelan de jin bûne sembolên berxwedanê. Wekî jina Vietnamî.

Jina kurd  û welatên Erebî bi taybetî Filistîn. Bêguman mînak pir in li cîhanê, lê em ê hinekî bi taybetî li ser jina Filistînî biaxvîn. Wekî tê zanîn her tim žorež û serhildan li welatên bindest û dagirkirî ji bo bi destanîna azadiya xwe encam dan, ew jî wekî mafekî wan yê rewa tê dîtin ji ber ku mirov bi azadî ji dayik dibe, pêwîst e bi azadî jî bijî.

Welatekî bindest û dagîrkirî hest bi hemû mirovên bindest dike. Lewra jina kurd jî hest bi êž û azarên jina Filistînî û her jineka bindest dike. Wekî tê zanîn Filistîn jî welatekî  Rojhilata Navîn yê dagîrkirî, gelê kurd jî bežeke ji gelên Rojhilata Navîn yên bi dest lewma ew êž û azarên jina Filistînî dikižînin jina kurd jî hest pê dike û pê diêže. Wekî di dîrokê de xuyaye ku Filistîn bi temamî û piraniya xaka wê di sala 1948 pz ji aliyê cihûyan ve hatiye dagirkirin. Bêguman hêzên dagirker her tim siyaseteke xwe taybet heye. Yekem car ew hewl didin sîmayên netewê yan ew gelên ew dagîr dikin bi her awayî nehêlin û bi riyên cuda cuda, lewma çaxê Filistîn hatiye dagîrkirin. Di sala 1948’an de xelkê Filistînê hemû bi darê zorê koçber kirin, di wê koçberiyê de 900 hezar malbatên Filistînî man bê mal, kar û bê xwarin. Bêguman vê rewža dijwar bandoreke mezin li ser jina Filistînî hižt. Ji ber ku, ji aliyê derûnî, civakî, siyasî û ya herî mezin aborî, ji ber ku berpirsiyara yekem ji bo zarok malbatê jin e. Jinê derdên dijwar kižandin û bi hemû žiyanên xwe bi keda xwe bi cigera xwe bi dilê xwe û bi hestên xwe berxweda ji bo azadiya gelê xwe, pir jin hatine zîndankirin û bi ežkencê jiyana xwe ji dest da pir jinan di warê ležkerî de beždar bû, dîsa jin wekî koçber û jiyan kambax zêdetir hate dorpêçkirin, ji ber ku derketina wê ji kempê zehmet bû.

Ji aliyekî din ve astê kêm ê civakê bandorek xwe hebû ji aliyê malbatê ve azad nebû, lê dîsa jina Filistînî wekî roja îro jî em di medyayê de dižopînin ji bo doza xwe her tim li pêž e û di çalakiyên cur bi cur de beždar e û sîngê li hemberî her tižtî vekiriye, rojane ciwanên xwe yên žehîd hembêz dikin û bi moral û hêvî xebata xwe dimežînin ew çu car xaka xwe ji dest nadan û hemû xaka xwe pîroz dizanin mînakê wê jî berî çend mehan li herêmeke Filistînê hêzên dagirker çûn da ku zeytûnên wan bolduzerê ji erdî derbînin lê dayikeke Filistîn xwe di qurmê wê darê wer kir û got pêwîste hûn min jî bikujin digel zeytûnê. Ev mînak jî li hemû televizyonan hat nîžandan. Lê ev jî îrade û bîr û bawerên pîroz in her wiha îžaret e ji bo dijminan ku çu carî ew xaka xwe nahêlin û her tim li bendê ne.

Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be


24-01-2008 08:40 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 24-01-2008 08:40. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 21 time. You can leave a comment. Last update on 24-01-2008 08:40
Views: 394    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;