Wekî me di babetên xwe yên
pêþîn de xuyakirî di dirêjiya dîrokê
de nav û þayanên xanimên bi rûmet ji bêxemî
û bêxudanî winda bûne. Berhemên wan
nebûne mîrasê gelê me da ku îro sûdê
jê bibînîn û þanaziyê pê bikin.
Wekî xweya li salên
heftêyan û þûnde hind nivîskarên kurd
li baþûrê Kurdistanê xem ji van babetan xwariye û
li gorî þiyanên xwe hind nav ger bi kêmasî
jî bin ji mirinê rizgar kirine. Weke xwedêjêrazî
Mela Tehayê Mayî ku nivîskarekî kurd e li
baþûrê Kurdistanê xelkê devera Berwarî
Balaye gundê Mayê wî pir lêkolîn di
çaxê xwe de di pir waran de kirine ji bo vejîna
edebiyata kurdî, yek ji van karên wî yên hêja
vejîna helbestvaneke kurd e li herêma Berwarî Bala,
yekem car ev nivîskar bû di rojnameyên wê
çaxê de navê jineke helbestvan bi navê
Mîhrîban Xatûn dide naskirin.
Weke di nivîsên wî de
hatiye xweyakirin ku Mîhrîban keça melayekî
bû li gundekî herêma Berwarî Bala û di
sedsala 18’an de jiyaye. Vê xanimê li ber destê
babê xwe xwendiye û fêrî xwendin û
nivîsîndinê bûye û arezûya
helbestan nivêsînê li ba peyda bûye. Ji bilî
vê yekê jî wê pir arezû di jiyana xwe
de hebûn. Weke nexþ û nîggaran ku nav û
dengên wê li herêmê bi destrengîniya wê
belav bibû, ji aliyek din ve keçeke pir rind û
bedew bû navdariya ciwaniya wê belav bibû, weke tê
zanîn wê hez ji pismamê xwe dikir û heyranok
û helbest pê vedihonan, lê di borîna demê
de nav û dengê vê jinê gihîþte Mîrê
Amêdiyê mîr hat Mîhrîban Xatûn ji
babê wê xwest, babê wê nexwest mîrî
destvala bizivirîne û Mîhrîban Xatûn da
Mîrê Amediyê, çend roj çûn agir
ber bû dilê wê ji ber eþqa pismamê wê.
Wê nedikarî bi çi awayî xwe ji vê
rewþa ku taybet bi jiyana wê ve rizgar biket ji ber ku di wê
çaxê de aliyê olî û civakî pir
teng bû û ji aliyek din ve yê ew xwestî Mîr
e ne mirovek normal e di civakê de, wê nedixwest malbata
xwe jî tengas bike, lê wê riyeke ciwan ji xwe re
hilbijart wê helbestnameyek bo Mîrî þand û
tê de got:
Çi bêjim çi beyan
kem
Kî bi halê min dizanî
Mexfiyata aþkera kem
Ax ji vî derdê giran
Derdekî zorê giran e
Eqil û hoþ min çu nemane
Bûm pepîk û bê
xudane
Mîr bersivê didet û
dibêjîtê
Eþq nizanit padþahî
Eþq nizanît kedahî
Þolek e ji nûra îlahî
Ji bo eþqê nîn e çi
çare
Ji dastana te diyar e
Her þukir ey Mîhrîban
Bi vê riya ciwan û edebî
Mîhrîbanê karî xwe ji vê pirsgirêkê
rizgar bike.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 21-02-2008 08:16. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 21-02-2008 08:16 Views: 366
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 366