• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Cemîl Bayik arrow Ferûx Ferûxzade
Ferûx Ferûxzade Binivîse E-posta
 
Navdartirîn helbestvana îranî di sedsala bîstan de Xanima Ferûx Ferûxzade jin e û helbestvaneke îranî ye. Lê dibe navdariya wê ya helbestvanî hind belav nebûye, weke navdariya wê ji aliyê lêkolîn û rojnamegeriyê ve navdar.

Tê zanîn vê xanimê bi sê zimanên erebî, înglîzî û almanî nivîsandiye. Ji aliyek dinve helbestên wê ji bo 15 zimanên cîhanî hatine wergêran, weke zimanên (Înglîzî, almanî, erebî, tirkî, çînî, swêdî, spanî, frensî, îtalî, elbanî û danîmarkî. Lê zêdetir nivîsên wê bi zimanê înglîzî hatine nivîsîn. Ji bo zanîn zêdetir ji 20 navnîþanên taybet bi helbestên wê di Pirtûkxana Înglîzî de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de hatine parastin. Tê zanîn zêdetir kesên dixwest helbestên wê wergêrin ser zimanê înglîzî, hejmarek ji mamostayên zankoyan û lêkolînerên akademîk bûn, wan dixwest vê xanimê di maweyê zankoyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka navdar bikin.

Destpêka wergêrana nivîsên vê xanimê vedigere bo sala 1961 Pz çaxê wê xelatê Oper haozen li Almanya wergirtî. Di sala 1963’yan de ev xanim çûye welatên Almanya, Îtalya û Fransa. Paþê çend rejîsoran daxwaz jê kir ku di gel wan de di hind karên hunerî de beþdar bibe li Bizaro di Vîstefala duwem de.

Tê zanîn bi sedema wergêrana helbestên wê bo înglîzî û navdariya wê di warê helbestê de wê serkeftineke mezin di fîlmê (Mala reþ de ) bi dest anî. Yekem kesê helbestên wê wergêrane ji farsî çîroknivîsê îranî Semed Behlerncî bû ku helbestên wê bo zimanê ezerî wergêran.

Ji bilî zimanê înglîzî wergêra helbestên wê bo zimanê erebî hatiye kirin. Ev xanim li ba nivîskarên ereb jî hate naskirin. Hêvîdar im jinên kurd jî bi xwendinê zêdetir xwe rewþenbîr bikin û mînakên weke vê xanimê biafrînin û pitir ji haya wan ji kar û xebatên jinên cîhanî hebe.


07-02-2008 08:05 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 07-02-2008 08:05. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment. Last update on 07-02-2008 08:05
Views: 340    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;