Weke tê zanîn felsefeya lîbralîzmê
digel pêþdeçûna sermayedariyê serî hildaye û bi baweriya
wekheviya mirovan û xwastekên mirovan ji bo demokrasiyê û
wekheviya mirovan derketiye holê.
Þêweyê vê bîrkirinê bo sedema
guherîna bingehîn di jiyana mirovan de. Bi awayekî wiha ku ev
guherîn bibe bizaveke cinsî an toxom wate jin û mêran digire û
jiyan neçarî guherînê kir.
Jinên burjiwa dijî dîktatoriyeta
mêran di malbatê de serî hilda, weke bi çi awayî mêran rexne li
pêkhatiya siyasiya welatî digirt û pêkhatiyên dîktatoriyê de
red dikir. Her bi wî awayî û di sala 1700 b.z Merî astil ev
pirsiyar xiste holê. Eger desthilatdariya di welatekî de pêwîst
nebe, lê çima di malbatê de pêwîst e? Eger bo malbatê pêwîst
be çima bo welat pêwîst nîn e? Her wiha navbirî dibêje;
“Eger hemû mirov bi azad ji dayik
dibin, lê çima hemû jin kole ji dayik dibin û hebûn û nebûna
wan li gorî koletiyê ye.” Femînizma lîberal di destpêka
sedsala 19’an de hewlên mezin dan da ku biselmînin ku jin û mêr
wekî hev in.
Dîsan jin û mêrbûn li jêr sîbera
yasayê wan dixwest. Ku li gorî mafê wekheviya jin û mêran bi
fermî bihate nasandin. Encamê wê jî di sedsala bîstem de
xwestekên reforma cur bi cur a civakî derketin holê. Ji bo
mîsogerkirina wekheviyê di navbera jin û mêran de, weke tê zanîn
ev biçin li ser bingehê bîra wekheviya mirovan hate damezrandin.
Dîsa di hemû waran de digel mêrî
wekhev bin û mafên wan bên nasandin. Di vê beþa femînizmê de
pêwîst e lîberalîzim wekî bingehê serekî lê binêrin. Ji ber
ku lîbralîzma klasîk di sedsalên 16-17’an de hebû û bi du
curan li azadiyê dinêrîn.
1- Azadiya pozîtîf, ku di vî þêweyê
azadiyê de mirov xwedî rûmet û îmtiyaz e.
2- Azadiya nêgatîv, di vî þêweyê
azadiyê de her þêweyekê desthilatdariyê tê redkirin.
Wate pêwîst e di destpêkê de kesê
tak li jêr sîhwaneya dîktatoriyetê û desthilatê rizgar û bibe
takekê serbixwe be. Di wê demê de wî mafê diyarkirina çarenûsê
xwe heye. Bi awayekî mirov dikare bibêje ku lîberalîzm encamê wê
rewþ û mercê ye ku bandora xwe li ser civakê kirî.
Wekî di gotinên Mêrî Istîl de
xweyaye dema dibêje zalbûna lîberalîzmê bi ser civakê de û red
kirina desthilatdariyê dibe sedema aramiyê di navbera mirovan de û
jiyaneke bi aram bo takekesê civakê tê mîsogerkirin û encamê
van sloganan weke sloganên sereke serhildan, wekî mînak:
1- Mirov hemû wekhev in û cudahî di
navbera kesan de nîn e.
2- Hemû curên desthilatê têne
redkirin û îmtiyaz bi navê azadiyê li gur binemayên lîbralîzmê
ji aliyê hemûyan ve tê qebûlkirin.
3- Di vê rewaþê de ev maf jî, ji bo
jinan rewa tê zanîn û tê qebûlkirin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 08-05-2008 11:20. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 08-05-2008 11:20 Views: 41
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 41