Tê zanîn ku xanima Fatima Yûsif jineke hunermend e û ji Mîsrê ye, ew li jêr çavdêriya pêþengê zarvekirinê û derhêner û têkoþerê welat Ezîz Ebid ve hatiye perwerdekirin. Wî bi dilovanî wekî keça xwe bi xwedî kiriye, ji ber ku ew keçeke bê bab bû. Wî alîkariya wê dikir da ku bibe leystikvan û di þanoya Misrê ya nîþtîmanî de, di wê demê de kar bike. Ta ku ev keçik bû leystikvaneke navdar di dema xwe de.
Wê di jiyana xwe de têkoþîna xwe berdewam kiriye û hemû þiyanên xwe bi kar anîne ji bû berxwedanê li hemberî xizanî û nebûnê da ku kesayetiya xwe ava bike wekî miroveke zana û roþinbîr û serkeftî di karê xwe ya hunerî de. Di wê demê de Misir ji aliyê Îngilizan ve hatibû dagîrkirin. Ji ber ku xebata huner di wê deme de beþek bû ji jiyana gelê wan ê bindest, û ji hev cûda nedibûn ji ber ku serbestiya wan jê hatibû dizîn tê zanîn. Di dema Misra jêrdestê emperyalîzma Îngilizan de di salên 1919’an de xelkê Misrê hemûyan dest bi serhildanan kir û dukanên xwe giritin û riyên hatin û çûyinê hate qutkirin û di hemû cade û dibistanan de siloganên ji bû rizgariyê û dijî Îngilîzan diavêtin. Her wiha gotinên þoreþgerî û dijî Îngilizan li ser deriyên xwe dinivîsandin. Ji aliyekî din ve leþkerê Ingilîz bi çekan êrîþê ser hemû xelkê sivîl dikirin û li hemû taxan dengê gulereþaþan bilind dibû, di wê demê de hunermend li ser þanoyê dileystin û wan dengê guleyan bihîst lê dîsa ew li ser encamdana karê xwe berdawam bû û her hunermendekê rola xwe dileyst û li der doran gule li wana dibarandin. Wan ji niþkekê ve dît ku ciwanekî þoreþger ji ber guleyên Îngilizan direve û çû piþt perda þanoyê da ku xwe veþêre leystikvanan ew ciwan parast û ji leþkeran ve got me kes nedîtiye.
Piþtî wê bûyerê hunermendan hemû bi tevayî biryar girtin ku ew di rojeke diyarkirî de mîtingeke mezin li dar bixin ku ji hemû çînêne gel bên rêxistin dijî wê zoriya li ser wan hatiye kirin. Tê zanîn ku meþ û mîting di qedexe bûn lewre bersiv bi guleyan hate dayîn. Lê dîsa wan bi hev re dest pê kir û li meydana Operayê û di wê mîtingê de erebeyek amade kiribû 2 leystikvan tê de bûn ew leystikvan jî ev bûn Marî Îbrahîm û leystikvana nûgehay Fatima Yûsif bûn. Wekî tê zanîn ku yekemîn mîting bi vî rengî li welatên erebî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de xelkekî zor kom bibû. Di vê çalakiyê de serbazekî Îngilîz guleyek berda sîngê xanima Fatima Yûsif û ew û alayê xwe yê azadiyê û xwîn di nav hev werbûn her wekî ala li ser sîngê wê hatiye çandin. Lê ev serkeftinek bi serê xwe bû, bandoreke gelek mezin li gelê Misrê kir. Xanima Fatima dibêje vê bûyerê berê min da siyasetê û li dawiyê wê hunera xwe hêla û êdî kete meydana rojnamegeriyê. Wê di karê xwe yê rojnamegeriyê de serkeftineke mezin bi dest anî ji karên wê rojnameyek bi navê Roza Yûsif ya hunerî weþand piþtre Roza Yûsif Elsyase.
Tê zanîn pênûsê wê ma bilind û xwedî helwêst û nemir. Çend caran nerazîbûn li ser nivîsên wê hatin kirin, gelek caran dixwestin pênûsê wê bi pare bikirin lê dîsa ev xanîma xwedî rûmet û helwesta û þanazî bi nebûn û hejariya xwe dikir. Dawiyê vê xanîmê dijî Îngilzan berevanî ji axa xwe kiriye, li ser vê helwesta wê çend caran rojname û nivîsên wê hatin qedexekirin. Rûpelên wê parçeyek bûn ji giyanê wê û her peyveke wê bi xwîna xwe afirandiye wê hest dikir ku ewa perwerdehiya nîþtîmanî dike ji bo fedekariya di riya welatê xwe de bêguman ev xanim weke pîramîdên Misrê wê her bilind û nemir bimîne.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 20-12-2007 07:56. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 26 time. You can leave a comment.
Last update on 20-12-2007 07:56 Views: 480
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 480