Ev demeke dirêj e danûstandin
li ser vî babetî tên kirin. Dîsa hind ji
lêkolîner li ser wê baweriyê ne, ku pêwîst
e edebiyateke û rexneke cuda hebe bi navê edebiyata û
rexna jinê, lê ji aliyekî din ve ev bîrûbawer
ji aliyê jin û mêran ve tên redkirin. Ji ber
ku ev dîtin yek ji bo bilindkirina nirxên jinê ye
lê berovajî ji bo bêhurmetkirin û biçûkkirina
wê ye.
Dîsa li gorî dîtinên wan çi
edebiyat bi navê jin yan mêrî nîn e, lê
edebiyata baþ heye ku sixletên bi nirx di nava xwe de hel
digire ku peyameke mirovatî bi jin û mêr ve
digehîne, bi þeweyekî pirsgirêkên jin û
mêran bi hev re di civakê de ber bi çav dike. Ji
ber ku edebiyat bi giþtî karekî mirovatî ye. Ji
aliyekî din ve çi dibistanên edebî bi navê
jinan nîn e, ku edebiyata jinan ji wir bê afrandin, ji
ber ku jin jî endamek giring e di civakê de wê
bandora xwe ya civakî aborî siyasî di jiyanê
de heye. Her wiha xwedî hest û peywendiye di jiyanê
de, ji ber vê yekê jî jin jî wekî
mirovek bi hest û ramanan li ser bingehê mirovatî
derbirînê ji bîrûbawerên xwe dike û
di hemû warên jiyanê de dîtinên xwe
tîne ziman. Her wiha ji aliyê zanistî ve jî
mirov nikare zaraveyekê cuda di þêwe û alî û
dîtinên hizrî de, bi navê edebiyata jinan bi
kar bîne. Weke tê zanîn afrandina çi aliyê
jiyanê girêdayî toxmê nêr û mê
nîn e, lê afirandin li ser þiyanên kesî
dimîne, ji ber ku berî her tiþtî jin jî
mirovek hestdar e di civakê de her tiþt bi baþî û
xerabî ve bandorê li ser dike wekî mirov.
Lê li gorî dîtinên
min jinên nivîskar sê curin:
1- Curê yekan ew edebiyat e ya ku
jin di maweyê wê de beþdariyê di berhemekê
mirovatî dike bêyî destnîþankirina milmilanê
ya toxmî, ji ber ku di wê demê de ji bo wê bi
xerabî vedigere.
2- Curê duwem ew edebiyat e ya ku
jin pê þerî li hember mêrî dike her wiha
sinwaran di navbera her du toxman de mezin dike, bêguman ev kar
jî jinê ji mêrî cuda dike û jin
xisletên afirandinê winda dike.
3- Curê sêyem ew edebiyat e
ya ku jin bi tenê di maweyê wê de xizmeta toxmê
xwe dike di çarçoveyeke teng de dimîne, lê
bi vî þêweyî ew edebiyata xwe di qada xebata
mirovatî ya mezin winda dike û ev yek ji bo wê bi
xerabî vedigere.
Pir caran jin hene babetên wan
ji yên mêra serkeftîtir in. Her wiha mêr jî
hene serkeftî lê serkeftin û afirandina her karî
li gorî îmkanên take kesî dimîne, wate
li gorî dîtinên min çi edebiyat bi navê
jinê yan mêrî nîn e. Lê edebiyata kurdî
heye erebî, inglîzî heye edebiyata zarokan heye
edebiyata þoreþgerî heye...hwd.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 13-03-2008 08:26. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment.
Last update on 13-03-2008 08:26 Views: 221
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 221