Di sed sala 15-16’an de
gurankariyeke mezin di hizra cîhanê de hate afirandin. Ev
gurankariye jî ronesans bû. Di ronesansê de jiyanê
ji hemû aliyan ve geþ kir û pêþ de çû.
Jin jî wekî endameka wê civakê dest bi
fêrbûnê kir û xwest ew jî wekî
endameka vê civakê xwe bibîne û di civakê
de cih bigire. Lê wekî tê zanîn di vî
çaxî de hawpeymaniya Dêre û çîna
burjiwaziyê pêk hat, ku zêdetir desthilata malbatî
di hemû jiyanê de serdest bû.
Ji ber vê yekê jî jin
zêdetir di nava malê de hate zincîrkirin û ji
hemû mafên jiyanê hate bêparkirin. Tê
zanîn li hemû welatên Ewropa ev rewþ serdest bû
vê tariyê welat dagîr kiribûn. Ger rewþa
yasayî û hikumdarî ev be, dîsa menhecê
zanistî yê pir e ji mêratiya reha yan mutleq. Ji
aliyekî din ve ew saziyên pîþeyî yên
jinan ku ji dema berê de çaverê ne, bêreng
man û hêdî hêdî stêrka wan kiz
bû. Bi vê yekê exlaqê mihafizîna
burjiwazan ji nehcê xwe re kirine navend. Wate pêwîst
e tim jin di mal de bimînin. Encamê vê rewþê
jin di warê kar û berhemanînê de û
jiyana aborî bêpar hiþt.
Jin di mal de man, xebata wê bi
tenê ji toxm û perweredekirina zarokan terixan bû.
Civak bi giþtî bo civakeke mêrane wekî xelat kirin
lê têkoþîna jinê ma li piþt perdê û
nediyar, di pêþdeçûna zanînê,
pîþesazî, û afirandin, duristkirina alavên
hunerî. Her karê wê encam dida bi navê mêran
pêþkêþ dikirin. Mînakê jineke resam
nedikarî tabloyên xwe bi navê xwe pêþkêþ
bike. Jina resame Marî fan ayk di sala 1390-1440’an de hatibû
zanîn ku ev karê wê yê hunerî bi navê
birayê wê yê mêr e. Lê jin bi vê
rewþa jiyanê razî nebûn û ev çax
rastî berxwedana hind lehengên jin hat, ku bandora vê
berxwedanê jî li gorî cih û dem û
îmkanan dihat guherîn ji cihekî bo cihekî din
yan miroveke bo mirovê din. Wekî berxwedana Xanima
Jandark, Xanima Elîzabîla Qiþtale, Xanima Elîzabêt,
Loyz labe..
Wekî tê zanîn
afirandina çapê baþtirîn alav bû ji bo
pêþdeçûna ronesansa edebî û zanistî.
Vê þoreþê realîte di warê jinan de
afirandibû. Li Îtalya di serdema Yedlîsan de, di
warê edebiyat û hunerê de pêþdaçûneke
bêmînak afirand.
Margirêt Duvalwa, di sala
1492-1549’an de bi Margirêta Margirêtan hatibû
binavkirin, wê giringî da bazirganiyê û
edebiyatê di welatê xwe de û dîsa xwedina
çendîn helbestan e jî. Her wiha Margirêt
Dufrans di sala 1553-1615’an de bi bîreweriyên xwe de
pirsgirêkên olî û hind rewþên
peywendîdar bi jiyanê ve þîrove kirine. Di
peydabûna ronesansê de hêviyeke mezin ji bo
gihiþtina xelkê ber bi azadiyê ber bi pêþ bû.
Ew hesta ku azadiyê bi pêwîst dizane, ev hizir
derket holê ku encamê van kar û nêrînan
bicihkirina wekheviyê ye zêdetir di navbera jin û
mêran de. Lê digel vê hemûyê rewþa
pêþîn gurankariyek berbiçav bi ser de nehat, lê
dubare çendîn sedeyên din dirêj kêþa
li aliyê Ewropa, li Rûsyayê jî jin di
pileyeke nizim û bêhêviyeke temam de dijiyan.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 10-04-2008 09:04. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 10-04-2008 09:04 Views: 162
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 162