Di Rojhilata Navîn de rê û
resmek yan berpirsyarek dikete ser milê keç û
jinan, ji bo dana þoya wan, ji bo peydakirina aþtiyê di
navbera du aliyan de, bi vê yekê bi biyanî re
peymana aþtî û dostaniyê di navbera fermanber û
maqûlan de dihate encamdan. Ji bo selmandina vê yekê
çend mînak hene ku di demên pêwîst de
di hatine bikaranîn. Jin weke peyam bexþa aþtiyê,
dostaniyê û baweriyê di navbera herêm û
welatan de.
Yek ji heft ecaîbên cîhanê
Gulistana helawîstî ya Babil e tê zanîn. Ev
Gulistane afirandineke pir hêja bû, li derdora Qesra
Melikê Babil ku cihek biyabane hemû bi dara û bar û
gul kulîlk xemilandîbû. Heta niha wiha tê
xuyakirin ku ev baxçe ji bo Þajineke Mîdî hatiye
çêkirin navê wê Imîtîs bu keça
Imparator Kiya Iksar yan Xisro bû. Melîkê Babil
Nebuxozneser wekî rêz girtin ev Gulistane ji bo þajina
Mîtanî afirand, ji ber ku Balbil biyabane wê hizra
welatê xwe yê kesk û bi kanî û robar
dar û bar û çiyayên fênik dikir.
Tê zanîn Xisro ev xizmat ji
bo hevpeymaniya digel Kildaniyan dijî Aþoriyan çêkir.
Bi vê peymanê jî Aþoryan bi ketina Paytexta wan
Neynewa desthilat ji dest da, li jêr bandora her du aliyan
þajina Mîtanî girêdana peymana zewaca wê
digel peymana siyasî û berjewendî bû.
Her wiha li ser dema Daryoþê
sêyem ku ji hingê ve Eskenderê Mekedonî
welatê Mîdya û Faris dagîr kir. Elilkesender
bi riyeke þaristanî rê xweþ kir wekî tevlibûna
þaristaniyan, ew bi keça Daryoþ re di ewce navê wê
Roþinke wate roja keyfxweþ, ku navê wê bi yonanî
kiriye Roksana ev nav ta niha jî li Ewropa tê bikaranîn.
Mînakê Tehû Tims ê
Padiþahê Mîtanî daxwaz ji Fîrewinê
Mîsrê kir ku keça xwe lê mare bike. Dîsa
Ramsîsê duyem Fîrewnê Misrê Keça
Padþayê Hîtî ji xwe re anîbû ku
bandorek pir baþ li ser peywendiyên her du aliyan hebû.
Her wiha Eskenderê Mekdonî piþtî dagîrkirina
Iranê girîngiyeke mezin da jin anînê di
navbera mêrên Mekedonî û jinên Iranî
de. Wî bi xwe jî Statira keça Daryoþê sêyem
mare kir .
Dîsa wekî berî niha
jî me destnîþan kir ku di nîvbera salên
1480-1490’an p.z dewleta Mîtanî pir pêþda çûbû
û firewinê Misrê tirsa êriþî ser wan
bike Exon Misê sêyem li hemberî Mîtaniyan
kete þer lê piþtî ziyaneke mezin ji her du aliyan
gihane peymana aþtiyê û ji bo zêdetir bawerî
peyda bibe Amnofîsê sêyem daxwaza keça
padiþayê Mîtanî kir Þawþttarî ya navdar bi
Nefertîtî. Tê zanîn ev rê û resme
bi tenê di Rojhilata Navîn de tê pejirandin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 27-03-2008 09:08. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 27-03-2008 09:08 Views: 138
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 138