• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Yaþar Eroglu arrow Di mîtolojiyê de jin -I-
Di mîtolojiyê de jin -I- Binivîse E-posta
 
Çavkanî ji bo vê yekê zêdetir di mîtolojiyên Sumeran de tên dîtin wekî mîtolojiya Enkî Babil Merduk xwedawendê bab li hemberî dawîtirîn xwedawend dayik Tiyamat. Wekî tê zanîn ku xwedayî þîretek ji her duyan re kiribû ku wî fêqiyê wê darê nexwin lê hatiye gotin ku Hewayê û marê reþ li hev kiriye û ew fêqî aniye û daye Ademî. Li vir xwedê nefret li wan kiriye û her du ji beheþtê derxistine, wate hewayê Adem xapandiye û bûye sedemê wê yekê ku mirin û cehnem û tiþtên nebaþ peyda bin, ji ber vê yekê dibêjin; ku xwedê her tim bargiranî û azarên zarokanînê kirine para wê û mar jî heta hetayê li ser zikî bi rê ve diçe. Her wiha bo wê yekê diçin ku jin di qonaxa duyem de û ji perastiya Ademî afirandiye û di qonaxa sêyem de hatiye nifretkirin lewre jin tê dîtin weke alavekî ku giyanê xwedayî têde nîn e, lê mêr giyanê zanistmendî û xwedayî heye. Bêguman ev jî dibe sedema herî girîng ji bo destdana statûya jinê. Li ser vê mijarê di Incîla jinan de di sala 1895’an de ji aliyê xanima Elîzabêt Kadî Estanton ve li New York hatiye çapkirin. Li ser wê baweriyê dîtineke cuda heye. Li gorî dîtinên wê reftara Hewayê ji ya Ademî baþtir e. Ji ber ku xwedê fermana qedexekinê bi tenê dabû Adem, wî bi wê bêdengiya xwe ku agahdariya Hewayê nekiriye, rê daye þikandina wê yasaya qedexekirî, piþtre Ademî xwe ji wê bûyerê vekiþandiye û ji tirsan hevjîna xwe þermezar kiriye.

Ji ber vê yekê jî Hewa çavkaniya pêþdaçûnê û hoþmendiyê ye û zîrekiyê bûye, mirov dema bûye mirovekî temam û aqil xiste kar û bo toxmekî pêwîst ji bo dirêjîpêdana mirovan her wiha beden û ruh du beþ in ji hev nayên cudakirin û temamkerina hev du ne ji ber wê yekê ne mêr ji jinê zêdetir e, dîsa ne jin ji mêrî balatir e. Mînakê yekem jin ku hatiye ser rûyê dinê wekî di hind mîtolojiyan de hatiye ku xwedê yekem car Bromîthîyos wekî toxmê þeytanî da ku beriya mirov li ser rûyê erdê bi cih bibin, lê xwedawendî ferman da Bromîthîyos û birayê wî Îmîthos berpirsiyarî dayê ku mirovan biafirînin her wiha heywanan jî, piþtî bi dawî anîn karê xwe ew serî li xweda bidin. Li ser vê fermanê Îmîthos hemû rewþtên zîrekî, hêz û netirsan dane heywanan, lê birayê wî, çi ji wê baþtir nedît bo mirovan ew çû asîmanan û ji ereba rojê þoileke agir anî û ber bi erdî ve hat, ku ev xelatek pir bi nirxe ku mirovan ji heywanan cuda dike, ji ber vê yekê xwedê jê aciz dibe ku çawan agir ji xwedayî diziye û ji bo mirovan aniye, xwedê biryar da ku jinekê ji bo wan binêre ser erdê, tê gotin ku xweda sindoqeke digiriyan da di gel Bendura ku jin e.

Da ku ji bo mêrî li ser erdê bibe, xwedê jê re gotibû nabe tu wê sindoqê bi rê de vekî, lê bi rê de ji bîra Bendûra çû û sindoq bi rê de vekir, tê zanîn hemû tiþt bi rê de berze bûn bi tenê yek tiþt ma ew jî hêviye ji ber vê yekê mirov her tim bi hêviyan re girêdaye. Ger di mezintirîn tengasî de be lê piþtî Bendura hatiye ser rûyê dinê þer li hemû dinyayê belav bûye ku ji wê demê û þûnde xweda her car tofanan, yan talûkekê dide ser rûyê erdî yan mirina bi giþtî webayê, yan jî hind caran xwedê îþkencê dide mirovan da ku bizanin çavkaniyê þer çiye û li ser zal bibin ev jî hemû weke ceza ku Bendûra þîreta xweda bi cih neanî.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


20-03-2008 08:27 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 20-03-2008 08:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment. Last update on 20-03-2008 08:27
Views: 138    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;