Ger em li dîroka jina kurd binêrîn pir mînakên bi rumet dê ber bi çav bin di hemû warên jiyanê de, pir jin hebûne ji mêran zêdetir li ber pirsiyariya xwe xwedî derkeftine. Bi þêweyekî ku boþayiya mêrî jî pir kiriye. Weke tê zanîn ku gelê kurd jî weke pir welatên din ketiye bin bandora olê îslamê belkî bi darê zorê bûye. Ji ber ku gelê kurd di dîrokê de girêdayî ola zeradeþtî bûye.
Weke tê zanîn di ola zeradeþtî de jinê cihekî pir bilind hebûye û ji hemû aliyan ve azad bû. Ji bo keçê hebû hevalê jiyana xwe bi dilê xwe hildibijêre. Her wiha çaxê jinê zarok dianîn bi çavekî pîroz lê dinêrîn û ji bo ji mîkrob û nexweþiyan dihat parastin li derdora wê û zarokî pelên daran li derdora wê kom dikirin û agir dikir ta ku ji êþan bên parastin. Her wiha li destpêka biharê de roja jinan hebû ku di wê rojê de jinan diyarî pêþkêþî hevjînên xwe dikirin. Lewma her çend kurd jî ketine di nava wan welatên li jêr bandora îslamî de lê dîsa her sîmayê wê azadiya dîrokî pê ve xweya dike. Ne mîna welatên derdora weke Îran, Tirkiye û welatên Erebî, li ser vê mijarê pir dîtinên gerokan hene ku lêkolîn li ser civaka kurdî kirine û jin wekî bingeh daniye ji pîvanên pêþdeçûna civaka kurd li hemberî civakên derdora kurdan. Son gerokekî welatên rojava ye lêkolîn li ser vê mijarê kirîne û demek dirêj maye di nav civaka kurdî de, dibê jina kurd wekî her jineke Ewropî azad e, her wiha Rampo dibêje her çende hin þêwazên þaristaniya ola îslamî di nava jina kurd de hene ku ji herêmên dî yên îslamî cudane, lê dîsa di civaka kurdî de jin û mêr wekî hev in.
Wekî em hemû li gundan jiyane û me dîtiye bi çi awayî jina kurd mil bi milê mêr ve di hemû karên jiyana rojan de beþdar dibû, wekî çaxê çulîbirînê jin û mêr bi hev re bi stiran û awaz ve karê xwe dimeþandin weke þevên þeveroka þevên savar hêranê, giya dironê, wekî karê þivan bêriyan çaxê bêrî diçûn cihê pez û þivanan bi stran û awaz û henek rojên xwe diqetandin bêyî ku yek bifikire ev jin yan mêr karkerên jin û mêr wekhev bûn di hemû karên jiyanê de bêy pirsgirek, ta niha jî di van karan de çanda me wekî stran û heyran çîrok li ser ziman wan hatine parastin û wan bi xwe ev çand afirandiye niha em þanaziyê pê bikin.
Weke tê zanîn jiyan di nava gundan de zêdetir azad e ji ya bajaran, ji ber ku jiyana gundan rastexwe peywendî bi xwezayê re heye û gundî reftarê wekî xweza serbest dikin, lê jiyana bajaran hinekî girêdan heye û jiyan tê çarçovekirin zêdetir karê jin û mêran bi hev re nîn e belkî mêr diçe karî û jin di mal de ye û derfeta kar nîn e.
Lê mixabin ku civaka kurdî her tim li jêr bandora metirsiyan de ye ji aliyê welatên dagîrker ve ev jî dibe sedema têkdana hin sîmayên dêrîn di civakê. Tê zanîn li baþûrê Kurdistanê bi fermanên desthilata Baas bi hezaran gundên kurdan hatin þewitandin û kaniyên avê girtin, xelkê van gundan jî hatin Enfalkirin. Dîsa niha rewþa gundên bakurê Kurdistanê xerabtir wêran û koçberî berdewam ev rewþ li hemû beþên Kurdistanê bi xwe ve digire. Bêguman têkçûna van gundan ji destdana pir nirxên çand û çandî bi xwe re winda dike û hêdî hêdî civaka kurdî sîmayên xwe yên resen ji dest dide. Niha jina kurd wekî jinên welatên îslamî xwe dipêçin bi rengekî ev pêçane pêþda diçe û sîmayê reseniya xwe winda dike.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 17-12-2007 15:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment.
Last update on 17-12-2007 15:12 Views: 539
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 539