• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Cemîl Bayik arrow D.R. Newal Elseidawî
D.R. Newal Elseidawî Binivîse E-posta
 

Wekî xuyaye di hemû qonaxên jiyanê de jinê li hemberî mirovbûna xwe ber xwe daye û hin jin di welatan de bûne sembolên azadî û wekeheviya mirovan. Bêguman ev jî bê qurbanî û têkoþîn pêk nehatiye.

Em ê mînakekê ji Rojhilata Navîn û welatekî Erebî ber bi çav bikin, vê xanimê ev nêzî nîv sedê ye li welatekê mîna Mîsrê li ber xwe dide. Bi nivîsên xwe yên bi nirx ew jî xanima weke navdar ya cîhanî Xanima D.R. Newal Elseidawî ye. Xanima Newal ElseidawIî li gundê Kefir Telhe ya 40 km li bakurê Qahîreyê ji dayik bûye. Di sala 1955’an de bakalorîs di nûjdariya derûnî de wergirtiye, dîsa di sala 1965’an de li zanîngeha Kolombiya Macister wergirtiye.

Tê zanîn ku Xanima Newal di sala 1968’an de beþdarî damezrandina civaka roþenbîrên tenduristî bûye. Di sala 1971’an de li Misrê civaka nivîskarên jin damezirandiye. Her wiha di sala 1972’an de di wezareta tenduristiyê de kar kiriye. Di sala 1974’an de lêkolîneke zanistî li ser tenduristiya derûnî kiriye. Vê xanimê di gelek waran de nîvîsên bi nirx afirandîne ta ku di warê siyasî jî de pir caran rexneya desthilatê kiriye. Her wiha li ser kêþeyên jinan bi koratî lêkolîn encam dayîne wê weke takeke azad û bêsînor qala hemû kêþeyên jinê kirine. Xanima Newal wekî serkêþa fêmînîst li welatên Erebî û cîhanî hatiye naskirin. Ji ber ku ew bi þêweyekî zanistî li ser kêþeyên jinan rawestaye, wê pir hewl daye ku jina ereb xwe ji çarçoveya olî yê teng rizgar bike bi taybetî babetê hîcabê bi giranî li ser rawestiyaye. Lewre pir caran ji aliyê olî ve hatiye tehdîdkirin wate nivîsên wê dijî ola Îslamî ne.

Vê xanimê di jiyana xwe de pir xebatên hêja afrandine. Wekî di sala 1968’an de kovara tenduristî û Non weþandine. Her wiha ji berhemên wê yên bi nirx 9 Roman, 7 kurteçîrok, 2 þanûname, 2 pirtûkên bîreweriya û 6 pirtûkên zanistî afrinandî ne. Hind mînak ji pirtûkên wê

1-Jin û seks 1969

2-Mêyatî esl e 1971

3-Mêr û seks 1973

4-Rûyê rût ê jinên ereb 1974

5-Jin û dijayetiya hundirîn 1975

6-Der barê jinan 1988

Wekî xuyaye ku xanima Newal yekemîn jina rojhilatî bûye ku curet kirî van babetan bê sînor ber bi çav bike. Wê dixwest jina rojhilatî bi giþtî û ya ereb bi taybetî bê tirs behsa kêþeyên xwe bike her wiha weke mirov di meydana jiyanê de xwe weke mirovek mafdar bibîne. Ji ber babetên wê yên hesas pir caran ev xanim ji aliyê desthilatê û olî ve hatiye rexnekirin û wekî jineke bêbawer daye naskirin. Her wiha sansûr daniye ser pirtûkên wê di pirtûxanan de ku nehatine firotin. Lê ji aliyek din ve ji ber girîngiya babetên wê ev xanim weke cîhanî navdar bû di maweyê wan pirtûkên wê yên ji bo zimanên biyanî hatîn wergêrandin. Tê zanîn Xanima Newal çend caran ji aliyê welatên erebî û cîhanî ve hatiye xelatkirin. Di sala 1982’yan de xelata destayetiya Ereb û Fransiyan wergirtiye. Di sala 1988’an de xelata giropa çanda Erebî li Awisturalya wergirtye. Di sala 2003’yan de xelata birîma Katalonî wergirtiye, sala 2004’an de xelata baþûr û bakurê                  Ewropayê wergirtiye.

Tê zanîn di vê dawiyê de romana wê ya bi navê Erîwaye ji aliyê weþanxana Hîlal li Misrê hatiye weþandin, lê car din rojnemevanan da xuyakirin ku ev roman ji aliyê Elezher ve hatiye bidestkirin. Bi wateya ku dijayetiya olê Îslamê dike, lê berdewama ev Xanim li ber xwe dide ji bo gehandina nameya xwe ya mirovatî ji ber van sedeman ew ji welatê xwe Mîsrê dûr ketiye û niha li Ewropayê dijî.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

25-10-2007 07:57 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 25-10-2007 07:57. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 31 time. You can leave a comment. Last update on 25-10-2007 07:57
Views: 627    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;