Weke tê zanîn piþtî þoreþa mezin a Ewropa di sala 1848’an de, cardin jinên Fransayê dest bi xebata xwe kir û çend sazî û sendîka ava kirin û daxwaza wekheviyê ji aliyê siyasî û aborî ve kirin. Dîsan di sala 1867’an de, jinên Berîtanyayê daxwaza mafên xwe yên hilbijartinan kir.
Di sala 1869’an de, jinên Amerîkayê li New Yorkê rêxistineke serbixwe ya jinan damezirand, bi pêþengiya van xaniman Alizabeth Kadî Stinanon, Sozanî bî Entonî, Matîlda Coslîn Xîc û Losrtya Mot û hejmareke din. Ji jinên çalak çûne bajarê Fîla dilfya ji bo nerazîbûna wan li hemberî desthilatê û bicihneanîna peymanên hatin dayin ji bo serbestiya jinê, tê zanîn van jina dest bi belgename komkirinê kirin.
Ji hemû aliyên welat piþtî xebatên 10 salan pirtûka bi navê The history of woman suffrage watey we dîroka mafê jinê di dengdanê de hate weþandin. 3 cildan ji 1000 rûpelan pêk dihat. Êdî ji vir þûnde heta di sala 1888’an de bo rojeke nû ya jinan û li pir welatan rêxistin û sendîkayên jinan hatin damezirandin. Ev xebata berbelav bû sedem ku jinên Amerîka ji berî hevtoxmên (hevzayend) xwe encûmena Welatên Yekbûyî ya Amerîka û paþê yekitiya jinên cîhanê damezrînin.
Weke tê zanîn bizava femînîzmê li Amerîka ji yên Ewropa bi bandortir bû. Ev bizav di dawiya sedsala 19’an de di þêweyên rêxistinên jinan de formûle bû. Di van rêxistinan de jinan karî hind danûstandinan der barê kêþeyên jinan ên siyasî û aborî yên rojane de bikin.
Encamê wê xebatê jî, ev encûmene xwedî desthilat bû. Di sala 1890’an de emcûmena mîlî ya mafê dengdanê li ser astê neteweyî li derdora hevdu kom bûn. Wan encûmenan di sala 1914’an de, bi mebesta dana mafê dengdanê ji bo jinan, li çendîn wîlayetên rojava û di sala 1920’an de, li seranser welat hêzên xwe rêk xistin û ji wan jî yeketiya jinên alîgirên qedexekirina vexwarina alkolê bû. Her wiha danîna qanûnên qedexekirina alkolê roleke mezin lîst.
Di sala 1889’an de encûmena navnetewî ya jinan û di sala 1903’yan de yekitiya neteweya jinan ji bo bi destanîna mafê dengdanê hev girtin. Dîsa jina bi navê Marî Rîter Bêrd a Amerîkî kovarek bi navê Jinên Hilbijartî weþand, ku wê peywendiyeke baþ digel Radîkala Brîtanî (Imlaîm Bankhirst ) hebû. Her wiha vê xanimê digel her du xanimên Amerîkî Cîn Admiz û Florans Kîllî planek ji bo pêþxistina jinan danî. Ji bo baþkirina rewþa wan ya aborî û ji bo jinên karker.
Vê hevgirtinê li ser astê cîhanê alîgiriyeke zor peyda kir. Ama Goldman di pirtûka xwe ya bi navê jiyana min ku bi dadperwerane der barê têkoþîna jinên endamên bizava rizgariya jinan de axiviye, ku ev jin ji bo pejirandina dîtinên xwe çend caran li rastî leyîztikên dijayetiyeke tund hatiye.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 17-01-2008 08:05. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 19 time. You can leave a comment.
Last update on 17-01-2008 08:05 Views: 368
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 368