• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Avakirina kesayetiyeke bi hêz
Avakirina kesayetiyeke bi hêz Binivîse E-posta
 

Pir caran di civatan de qala kesayetiyê tê kirin dibêjn ev kes kesayetiya wî bi hêz e an ev kes bê kesayetî ye. Pêwîst e yekem car bizanin ku kesayetî çiye û binemayên wê çi ne da ku bikarîn kesayetiya kesekî destnîþan bikin.

 Li ba hind zanayên taybetmend di vî warî de wiha tê pênasekirin. Kesyetî wate hejmareke ji xisletên cesedî û nefsî yên hatin bidestxistin ji kevneþopî û rewþ û sozên karlêker, ku ev yek di maweyê reftarkirin di jiyana rojane de di civakê de tê   dîtin.

Pêkhatinên kesayetiya mirovan ji van binemayan pêk tê. Kevneþopî, arzû, aqil, soz, bîrûbawer û hizir, palder, þiyan, hest û his, xislet, amadekarî ji bo kesyetiyeke xwezayî pêwîst e ev binema yan piraniya wan di kesekî de hebin.

Bêguman ji bo avakirina kesayetiyeke baþ pêwîst e ji qonaxên zarokatiyê bê destpêkirin. Ji ber ku di jiyê zarokatiyê de her tiþt bi hêsanî tê wergirtin. Her wiha her reftarek li derdora wî çi baþ yan xerab binêre li ser hundir û kesayetiya wî dihêle. Ji ber ku qonaxa zarokatiyê bingehê avakirin an xerabkirina kesayetiya zarokan e, zarok wekî rûpelek spiye her tiþt çawan û xerab bi zûtirîn dem xwe tê de dibîne.

Wekî hemû dizanin civaka kurd bi sedema bindestiyê ji pir aliyan ve rê li ber kesayetiyeke serkeftî girtiye. Ji aliyê siyasî, paþvemana civakî û her wiha bandora olî ev hemû sedem bandoreke nêgatîv li ser malbatê dike û di malbatê de zêdetir zarok tên perçiqandin, bi taybetî jî keç, bi sedema kevneþopiyan û her wiha dîtinên olî giranî xistiye ser keçan.

 Her tim di olan de keç yan jin bi kêmasî tê dîtin her wekî Xwedê nefret lê kirî, di civaka Rojhilata Navîn de keç bi koletî ji dayik dibe ku ev yek ji aliyê civaka yekan ku malbat e tê dîtin. Bi vî awayî jî keç ji zarokatiyê ji her tiþtî ditirse û xwe paþve dikiþîne her wekî jiyan ne mafê wê ye, di malbatê de kur her tim xwedî îmtiyaz e di her warî de. Keç mîna dareke iþkestî dimîne bawerî bi xwe nîn e ji her tiþtî xwe paþve dikiþîne.

Ew nikare çi bike ger bi þiyanên mêran nebin pir caran di malbatê de keç hiþmenditirin lê nikarin xwe bidin îfadekirin ji ber ku di gel ji bo wê her tiþte qedexe û tirse, ta ku di civaka me de heta niha jin nikarin xwarinê bi mêran re bixwin yan li hemberî mêran bipeyvîn her wekî ev sansure qedera wan e. Ta niha di rojên cejin yan aheng û þahiyan de jin yekem car ji bo mêran xwarina herî baþ û paqij amade dikin.

Lê jin wekî koleyan li ber lingên wan û xizmeta wan radweste paþê ew bermayiyê mêran dixwin, jinan ev weke erkekê xwe yê xwezayî li ser xwe qebûl kiriye. Ji ber ku keç ji zarokatiyê wiha hatiye fêrkirin û ev rewþ bû beþekî jiyana wê ya     rojane.

Bi vî awayî þiyanên pir jinên jêhatî di civaka me de hatine windakirin. Ji ber ku jinê ji zarokatî nekariye bibe xwedî ev binemayên me li pêþiyê xuyakirin bi sedema tirsê û bêmafiya wê û koletiya di malbatê de li jêr fermanên bab, bira an jî mêr hemû ji bo wê xwedewandin. Di perestgeha malbatê de û jin bi tenê mafdar e di çarçoveya vê perestgehê de li hawirdora xwe bizivire.

Bi vî awayî em ê kesayayetiya jinên xwe çawan bibînin, jin di jiyana xwe de deqîqekê bê tirs û þerim ne jiyaye. Ne kariye rastiya hez û arzoyên xwe bîne ziman, ne kariye bîrûbawerên xwe li ser babetekî bide, bê tirs û þerim xweya bike. Bêguman ev hemû aliyên ne rast û þaþin di perwedekirina wêde di bine sedemên bê hêzî yan ji destdana kesayetiyê li ba jinê.

Lê civak pêþda diçin û hind kevneþopiyên ku xwerabiyê bixwere tînin pêwîste bêne ledan. Her wiha mêr çi bav yan bira êdî bi çavekî din û bi delekî dilovanî li jinê binêrin ji ber ku jin toxmekê dilsoze pir hest, aramî, ciwanî û berxwedane di jiyanê de her tim jin kedê dide bê bedel, jin pir hestdare peyvek xweþ ji bo wê her tiþte.

Di vî caxî de mêrên civaka me dikarin bi refatarên xwe yên rast û ciwan jinên xwedî kesyayetî û navdar bi afirînin, ji ber ku ji bo pêþdeçona her civakê bêgoman jin bingehe. Her wekî di þoreþa oktiberê de Markiz di bêjê ‘Þoreþ nikarin serkeftinê bi dest bînin ger jin azad nebin.’

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

04-12-2007 07:54 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 04-12-2007 07:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 26 time. You can leave a comment. Last update on 04-12-2007 07:54
Views: 483    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;