Min hest kir, giya ji wan re girnijî,
demê lê bûn mêvan.
Tîrojkên roja geþ silav li
çiq û belgên darên bilind dikirin.
Demê enîþka xwe deyna ser
rehnê wî, ew zilamê di diþidaþê spî
re berze, xwe nêzîkî wan kir, diviya wan bi awirên
xwe bixwe. Du, sê, pêngavek di nav beyina wan de bûn,
demê ew li ser giyayî rûniþtî, keribên
giyayî vebûn û tiþtek got, li pêþiyê
min nizanî çi got, lê demê ewî destê
xwe dirêjkirî gulekê da ku jêke, giyayî
qêrikiriyê:
- Çima tu hatî vê
derê?
Ewî guh neda, weke guh li çi
dengan nebûyî, yan jî zimanê suriþtî
nizane.
Mêrikê bi diþidaþe,
stêrka xwe li nîva leþê jinika biyanî ya
kêfxweþ bi çavê rojê û giyayê
Mûsilê jêhatî girt. Gelek kêfa çûçikan
bi wan hat, biryar dan þahiyekê ji wan re girêdin.
Dest bi stranên xweþ kirin.
Revdên çûçikan ji darên nêzîk
qesta wan kirin.
Çûçikê got:
- Xerîb in!
Û serê xwe bilind kir ji bo
çavê rojê.
Çûçika din got:
- Evî mêrikî halê
wan nexweþ kir. Çi ji wan divê?
Xwezî ji wê derê
çûba. Ev kesên wisa bi çavþorî
zêrevaniyê li xelkî digirin, min nevên
Te divê ji vê derê
wan derxînî?
- Di cih de ez ê maçekê
bidime te.
Çûçikî dest
bi awazeka nazik kir û li çargoþeya kesk firî.
Revdên çûçikan
gihiþtinê û bi nizmî li dor mêrikî
zîvirîn. Mêrikî viya beran diwan wer bike,
wan biêþîne, lê zêrevanê baxçeyî
her zû amade bû:
- Bihêle þehiyana xwe temam
bikin. Tu dîn î, tu har î?
- Þehiyana xwe? Wisa mêrikî
lê zivirand.
- Belê þehiyana bi her du
evîndaran, ma tu kor î, tu nabînî!
Di wê gava kurikî keçik
maçî dikir, çûçikê maçek
da hevala xwe.
Min hest bi xweþiyeka mezin kir, mîna
rûbarekî stranan dibêje, lewma hêdîka
min jî strana "lê lê gulê, lê lê"
ji bo xwe vedigêra.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-04-2008 08:58. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 24-04-2008 08:58 Views: 128
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 128