Sîh û žež sal di ser bûyera
dardakirina sê žorežgerên Tirkiyeyê re derbas bûn. Denîz
Gezmîž, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan rojek wekî doh 6’ê Gulana
1972’an ji aliyê fažîzma Komara Tirkiyeyê ve Li zîndana
navendî ya Sergirtî ya Enqerê hatin dardakirin. Bîranîna wan
îroj di têkožîna gelê kurd û gelên Tirkiyê yên ji bo azadî,
demokrasî û rizgariyê têdikožin de dijî.
Ev sê leheng, ji hinava gelên
Tirkiyeyê wekî sê tîrêjên rojê ku germahiya xwe bidin dilê
gel û tirs û xova xwe di dilê neyar de biçînin derketibûn û
xwediyê ramanên pak ên li gorî berjewendiya gelan bûn. Denîz ji
bajarê Ayaž ê Enqereyê, Yusuf ji gundekî bi ser Yozgatê,
Huseyîn jî li Gurun a Sêwasê tê dinyayê lê bi eslê xwe ji
Qeyseriyê ye.
Armanca van sazkirina komareke serbixwe
û azad a Tirkiyeyê bû. Di nêrîna xwe de cara yekem mafên gelê
kurd bibîr dianîn û diparastin. Wekî rêka rizgariyê têkožîna
çekdarî ya li hemberî sazûmanê pêwîst didîtin û bi vê
armancê derbasî derveyî welêt bibûn û li wargehên Filistîniyan
perwerdeya gerîlatiyê dîtibûn. Di hatina rojên cûntaya 12’ê
Adarê (1971) de Denîz û Yusif di dema derbasbûna Sêwasê de li
rastî sekirina polîsan tên, Yusif di cih de tê girtin, pižt re
di 16’ê adarê de jî Denîz li Gemerek a Sêwasê tê girtin.
Huseyîn Înan roja 23’ê adarê li Pinarbaži ya Qeyseriyê bi
hevalekî xwe ve tê girtin. Denîz, Yusif û Huseyîn ji aliyê
Dadgeha Ležkerî ya Rêvebiriya Tund a Enqerê ya 1. ve roja 9’ê
Mijdarê bi sizaya dardakirinê tên sizakirin. Li bajarên Tirkiyeyê
bi awayekî bîrdozî û çalakgerî pratîka van žorežgeran ji
gelek žorežgerên bi pey wan de werin re bû mînak û wêra
têkožeriyê. Bi vê sedemê di dilê gelên Tirkiyê de cihek wanî
taybet heye. Germahiya coža wan a bîr û baweriya bi žorežê,
îroj jî wêr û biryarîbûnê dixe dilê mirovan.
Denîz, Yûsuf, Huseyîn ji aliyê
sazûmana fažîst ve hatin dardakirin, lê ka gelo pirsgirêkên
Tirkiyeyê hatin çareserkirin? Gelo xwîna dihat rijandin rawestiya?
Gelo dewlet, komar dewlemendtir bû? Gelo desthilatên Tirkiyeyê çi
bidest xwe xistin?
Dardakirina van lehengan bi Komara
Tirkiyeyê ew qasî da windakirin ku Tirkiye hîn êž û jana wan
dikižîne. Ger ew kes gihižtibana armanca xwe, niha li Tirkiyeyê
sazûmaneke demokratîk wê li ser darê ba ya. Gel wê di nava ažtî,
hevkarî û kar û xebatê de ba ya. Aboriya Tirkiyê niha wê wiha
ne di nava lingan de ba ya. GEw kes pêžeroja komarê û hêviya
gižtiya Tirkiyeyê bûn. Komara Tirkiyeyê bi dardekirina wan, wekî
mirovê dasê li lingê xwe bide, tevahî hêviya xwe ya pêžerojê
dardakir. Komar bi dardakirina mirovan nikare li welat ažtî, aramî
û demokrasiyê saz bike. Di dema cûntaya 12’ê Îlonê de jî bi
dehan ciwanên kurd dardakirin. Ka çi bidest wana ket? Gelo agirê
têkožînê temirî yan gežtir bû?
Îroj ji her demê zêdetir têkožîna
rizgariya gelan û sazkirina demokrasî û azadiyê li ser xaka
Tirkiyê tê mežandin. Serkêžiya vê pratîkê têkožerên kurd
dikin. Xwezî êdî žorežgerên Tirkiyê jî xwe bigihînin giyana
Denîz, Yusuf, Huseyîn û bi wêra wan bi ser kela û bedenên neyar
de bimežin. Wê demê serkeftin sedî sed wê bibe ya gelan û
giyana žehîdan jî di gorê de bêhneke rehet bistîne!
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 08-05-2008 11:21. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 08-05-2008 11:21 Views: 59
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 59