Li Rojhilata Navîn konjoktura
Iraqê tê wateya kontrola Rojhilata Navîn. Ji ber vê
ye ku her kes naxwaze Iraq ji dest berde.
Îran Iraqê bi þiiyan
kontrol dike û bi xwe ve girê dide. Her wiha bi tifaqa
þiiyan sînorên xwe yên madî digihîne
Sûriye û Lubnanê. Bi vî awayî destê
wê ji kendava Besrayê dirêjî Behra Spî
dibe.
Cîhana ereb bi suniyên
Iraqê Iraq kontrol dikir û bi vê Iraq bi xwe ve
girê dida. Vê hêzê jî destê Îranê
ji Sûriyeyê vediqetand û tifaqa cîhana ereb
bi bandor dikir. Di dema Sedam de ev kontrol bê pirsgirêk
didomiyan û stratejiya ereban pêþ dixist.
Lê her du stratejî jî
ji bo DYA’yê xetereyan derxist holê û heyîna
Îsraîlê tehdît dikir.
Ji bo ku pêþî lê bê
girtin Amerîkayê di destpêkê de piþtgirî
da Sedam û ew nepixand. Li dijî Îranê dest ji
ber Sedam nekiþand.
Piþtî þerê Iraq û
Îranê tifaqa þiiyên Iraq û Îranê
qels bû û têk çû. Li ser vê
polîtîka dijîtiya stratejiya ereban xist dewrê.
Sedam hat zêrandin û êrîþê Kuweytê
kir. Bi vê êrîþê DYA’yê derfet dît
û Iraq dagir kir.
Amerîkayê dixwest ku bi
hêzên xwe Iraqê kontrol bike. Ji Iraqê hem
Îran û hem jî cîhana ereb kontrol bikira. Bi
vî awayî dê ev her du stratejî pûç
bikirana.
Ji ber ku kurd hêzeke xweser bûn
û piþtgiriya van her du stratejiyan nedikir wek hêzeke
stratejîk derketin holê. Polîtîka Amerîkayê
ket dewrê û bi piþtgiriya kurdên baþûrê
Kurdistanê Iraq dagir kir.
Lê pêvajo bi dilê
DYA’yê pêþ neket. Piþtî dagirkirina Iraqê
pirsgirêka kontrolê derket holê. Her ku dem dirêj
bû DYA bi têkçûnê re rû bi rû
ma.
Guherîna vê polîtîkayê
di dawiya sala 2006’an de bi rapora Wezîrê Berê
yê Amerîkayê James Baker (Beker-hamilton) bi awayê
þênber hat aþkerakirin. Di raporê de ji Tirkiyeyê
hat xwestin ku bandora xwe ya li ser suniyên Iraqê bi kar
bîne. Piþtî ku rapor hat aþkerakirin hikûmeta
AKP’ê oldarên sunî û tirkmanên Iraqê
li Stenbolê civandin.
Îranê li dijî vê
civînê bertek nîþan da û hewldana parçeyek
stratejiya Amerîkayê destnîþan kir.
Barzanî tenê bertek nîþan
da û got: “Civîn xizmeta îstîkrara Iraqê
nake. Tê xwestin ku Kerkûk ji destê kurdan bê
derxistin.” Lê ji bo ku vê hewldanê pûç
derxe tu gaveke þênber pêk neanî. Piþtî
demekê ev hat jibîrkirin. Li dijî vê piþta
xwe nespart hêza gelê kurd û ev geþedan pûç
nekir.
Her ku diçe encama raporî
dikeve meriyetê û kurd ji hêzê tên
xistin. Heke bi stratejiyeke hevgirtî kurd bersiv nedin vê
demê dê careke din kurdên baþûrê
Kurdistanê bi têkçûnek û þikestineke
dîrokî re rû bi rû bimînin. Lê ev
dê ji bo hemû kurdistaniyan dê bibe þikestineke
stratejîk. Ev tê dîtin. Lê ji xwe bawerî
nîn e. Hêza gel esas nayê girtin.
This entry was posted on 03-02-2008 08:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 03-02-2008 08:03 Views: 244
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 244